• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Êdî siyaset nikare guhê xwe li gotinên gel bigire

Daristan Pala / AW

23 NÎSAN 2026 - 08:16
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê xebatên Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk de axivî û diyar kir ku li dijî polîtîkayên qirkirinê û êrişên li ser her çar parçeyên Kurdistanê, yekane rê yekîtiya neteweyî ye û wiha bang li partiyên siyasî kir: “Gel li kolanan dibêje ‘em yek in’, êdî siyaset nikare guhê xwe li vê daxwazê bigire.”

Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk di 11ê Gulana 2025an de li Amedê bi deklarasyonekê hatibû ragihandin ku ew ê ji bo yekîtiya neteweyî ya gelê Kurd xebatên berfireh bimeşîne, qonaxeke nû ya xebatên xwe parve kir. Hevberdevka Înîsiyatîfê Gulcan Kaçmaz Sayyîgît derbarê pêvajoya piştî deklarasyonê, bandora bangawaziya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û astengiyên li pêşiya yekîtiya Kurdan ji ajansa me (AW) re nirxand.

‘Piştî deklarasyonê xebat xurttir bûn’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît diyar kir ku wan çarçoveya xebatên xwe zelal kiriye û got: “Me di nava rêziknameya xwe de jî diyar kiriye, em pirsgirêka Kurd wekî pirsgirêka statû, demokrasî û azadiyê dibînin. Piştî bangawaziya birêz Abdullah Ocalan, xebatên me hê xurttir bûn. Ew bangawazî ne tenê ji bo gelê Kurd, ji bo gelê Kurdistanê yê her çar parçeyan, Rojhilata Navîn û hemû cîhanê bû nexşerêyeke pir bandor û atmosfereke erênî derxist holê.”

‘Ya dilê me dêşîne, berjewendiyên eşîrî û siyasî ne’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di axaftina xwe de bi rexneyî nêzî parçebûna siyaseta Kurd bû û anî ziman ku berjewendiyên teng rê li ber destkeftiyên neteweyî digirin. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît wiha pê de çû: “Tiştê herî zêde dilê me dêşîne ev e, gelê Kurd carinan berjewendiyên xwe yên siyasî, yên eşîrtî û yên şexsî dixe pêşiya berjewendiyên neteweyî. Ji ber vê yekê me heta niha nekariye yekîtiya xwe ava bikin. Heke îro yekîtiya me hebûna, belkî me behsa êrişên li ser Rojava nedikir. Îro li Rojhilat heman tişt heye, li Başûr heman tişt û mixabin li her derê li dijî Kurdan zilm tê meşandin. Heke yekîtî ava biba, kesî nediwêrî bi vî rengî bi hovane êrişî ax û mafên gelê Kurd bike.”

‘Gel amade ye, siyaset li paş maye’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser serhildan û bertekên gel ên li dijî êrişên li ser Rojava û wiha berdewam kir: “Dema êriş birin ser Rojava, me dît ku gelê me ji bo yekîtiyê amade ye. Li kolanan tenê dengekî bilind dibû, digotin ‘Yek e, yek e, gelê Kurd yek e’. Ev peyamek bû ji bo hemû siyasetmedar û partiyên Kurdistanî. Gel li kolanan dibêje ‘em yek in’, êdî siyaset nikare guhê xwe li vê daxwazê bigire. Gel dibêje em amade ne, lê hişmendiya siyasî û partîtiyê rê li ber vê yekê digire. Divê partî êdî berjewendiyên xwe nekin hincet. Em nabêjin bila fikir û ramanên xwe nebin, lê divê li ser xetên sor bên cem hev. Ew xetên sor jî mafên gelê Kurd, ziman, çand û hunera Kurdî ye.”

Serhildana li Rojhilat û krîza rejîmê

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît bal kişand ser taybetmendiya erdnîgarî û qedîm a Rojhilatê Kurdistanê jî û ev yek li axaftina xwe zêde kir: “Li Rojhilat gelê me yê qedîm di bin desthilatdariya rejîmeke yekperest de dijî. Mafên wan têne binpêkirin û krîzên aborî yên mezin hene. Lê îro li wê derê rihekî cuda, rihekî serhildanê derketiye holê. Gelê wê derê edalet, hiqûq û wekheviyê dixwaze. Divê em li gorî daxwaza dewletan û hêzên hegemon na, li gorî daxwaza gelê xwe piştgiriyê bidin vê berxwedanê.”

‘Ji Bakur heta Anatolyayê, Em ê xwe bigihînin her Kurdekî’

Gulcan Kaçmaz Sayyîgît di dawiya axaftina xwe de diyar kir ku xebatên wan tenê bi Bakurê Kurdistanê re sînordar nîn e û armanca wan a sereke avakirina “Kongreya Neteweyî” ye. Gulcan Kaçmaz Sayyîgît axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Kurdistanî tenê li Bakur nîn in. Îro hejmara herî zêde ya Kurdan li Stenbolê ye, Bursa, Tekîrdag û li her derê Anatolyayê heye. Weke Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk, em dixwazin xwe bigihînin her Kurdekî û her Kurdistaniyekî. Em dixwazin ev xebat bibe bingeha kongreya neteweyî û em bi hev re di vê rêyê de bimeşin.”

Etîket: Hevberdevka Înîsiyatîfa Yekîtiya Demokratîk Gulcan Kaçmaz SayyîgîtÎnisiyatifa Yekîtiya DemokratîkPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîkyekitiya KurdanYekitiya Neteweyî ya Kurd
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026
Di pêvajoya ‘Aştî û Civaka Demokratîk’ de kê çi kir?

Xelkê Amedê: Azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan dê pêvajoyê li pêş bixe

9 ÎLON 2026
Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

Onen: Divê her kes xwe tev li xebatên avakirina civaka demokratîk bike

3 ÎLON 2026
‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

‘Em jî dixwazin weke her miletê cîhanê bi nasnameya xwe bijîn’

2 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne