• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Wanê şahiya 22yê Nîsanê: Heqîqet mîrateya herî mezin e

Wan / AW

22 NÎSAN 2026 - 21:24
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxên MKG û DFGê yên Wanê, bi boneya Roja Rojnamegeriya Kurd şahiyek li dar xist. Di şahiyê de berxwedana çapemeniya azad hat destnîşankirin û roja rojnamegeran hat pîrozkirin.

Şaxên Komeleya Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê (MKG) û Komeleya Rojnamegeran a Dîcle Firatê (DFG) yên Wanê, bi boneya 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurd, li Eywana Tahîr Elçî ya Baroya Wanê şahiyek li dar xist. Bernameya ku bi tevlîbûna gelek rojnameger, parastvanên mafên mirovan û welatiyan pêk hat, bi deqeyek rêzgirtina ji bo bîranîna cangoriyên azadiyê dest pê kir. Piştî rêzgirtinê, sînevîzyonek derbarê dîrok û xebatên çapemeniya azad de hat nîşandan.

‘Em heqîqetê diparêzin’

Di şahiyê de rêvebera MKGê Zeynep Dûrgût axivî. Turgut bal kişand ser girîngiya pênûsa azad û wiha got: “Heqîqet mîrateya herî mezin e ku bi keda çapemeniya azad ji bin axê hat derxistin û îro bi pênûs û kamerayan tê parastin. Em ê wekî şopdarên vê mîrateyê, li dijî her cûre zextan dengê rastiyê bilind bikin.”

‘Hêviya miletekî kir nav rûpelên rojnameyê’

Piştî Dûrgût, li ser navê DFGê Bazîd Evren derket ser dikê. Evren di axaftina xwe de bal kişand ser zêdebûna dezenformasyonê û diyar kir ku divê rojnameger li dijî vê dezenformasyonê li ber xwe bidin. Bazîd Evren anî ziman ku Çapemeniya Azad li dijî her cure êrişan li ber xwe dide û got: “Mîqdad Mîthed Bedirxan 128 saş beriya niha tenê kaxezek çap nekir, wê hêviya gelekî kir nav rûpelên rojnameyê de. Kurd miletekî bindest e û divê çapemeniya Kurd jî ji bo azadiyê bixebite.”

‘Rojnameger bîra civakê ne’

Herî dawî birayê şehîdê çapemeniyê Orhan Karaagar Nizam Karaagar axivî û bal kişand ser berxwedana Çapemeniya Azad. Nizam Karaagar destnîşan kir ku rojnamegerî ne tenê pîşeyek, lê ew bîra civakê ne û roja Rojnamegerên Kurd û şehîdên çapemeniyê pîroz kir.

Şev bi stranan bi dawî bû

Piştî axaftinan, şev bi bernameyeke hunerî berdewam kir. Di şahiyê de Koma Aryen, Barody û Neslihan Edîs derketin ser dikê. Hunermendan bi stran û berhemên xwe reng dan şevê û beşdar bi gerandina govendê Roja Rojnamegeriya Kurd pîroz kirin.

Etîket: 22yê NîsanêDFGMGKşahîWan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

Li Wanê peyarê hem teng in hem jî wesayît li ser in

6 COTMEH 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘MGK li benda çiye? Hêvî gel bi xwe ye’ derket

5 COTMEH 2026
DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

DFGê Nagihan Akarsel bi bîr anî

4 COTMEH 2026
DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

DFG: Di meha Îlonê de 8 rojnameger hatin girtin

3 COTMEH 2026
Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

Welatiyên Wanî: Perwerdehiya herî girîng exlaq e

25 ÎLON 2026
DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

DFGê rojnameger Seyîd Evran bi bîr anî

22 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne