• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DEM Partiyê Roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir

Enqere / AW

22 NÎSAN 2026 - 11:03
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
DEM Partiyê bi daxuyaniyeke nivîskî roja Rojnamegeriya Kurdî pîroz kir û got: “Meşaleya ku li sirgûniyê, di nav şert û mercên dijwar de û di bin zexteke mezin de pêket, gava yekem bû ji bo sazûmanîkirina lêgerîna heqîqetê. “

DEM Partiyê derbarê 22yê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de daxuyaniyeke nivîskî parve kir. Daxuyanî bi îmzeya Cîgirê Hevserokên Giştî û Berpirsyarê Komîsyona Weşan, Çapemenî û Propagandayê ya DEM Partiyê Tayîp Temel hate belavkirin.

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku kevneşopiya çapemeniya Kurdî 128 sal berê di 22yê Nîsana 1898an de bi Rojnameya Kurdistanê ku ji hêla Mîqdat Mîdhed Bedirxan ve li Qahîreyê hat weşandin dest pê kiriye û ev kevneşopî îro bûye navnîşana mîrate û berxwedaneke mezin.

Daxuyaniya DEM Partiyê bi vî rengî ye:

“Meşaleya ku li sirgûniyê, di nav şert û mercên dijwar de û di bin zexteke mezin de pêket, gava yekem bû ji bo sazûmanîkirina lêgerîna heqîqetê.

Rojnamegeriya Kurdî di tevahiya dîrokê de li dijî zilm, sansur û qedexeyan hebûna xwe domandiye û berdêlên giran daye. Ji ber astengî û qedexeyan ne li ser axa xwe, lê ji Qahîreyê heta Cenevreyê, ji Londonê heta Stenbolê, ji bo hebûna xwe li ber xwe daye. Roja Rojnamegeriya Kurdî, ku ji sala 1973an vir ve tê pîrozkirin, tevî êriş, astengî, polîtîkayên îmha û asîmîlasyonê û komkujiyan, bi israr rêya ku Mîqdat Mîdhed Bedirxan vekiriye şopandiye û birik kevneşopiya azadiya çapemeniyê parastiye.

Îro hîna jî rojnamegerî di bin gefên giran de ye. Rojnamegerên ku ji ber nûçeyên xwe tên darizandin, tên girtin û pênûsên wan di bin gefê de ne, astengiya herî mezin a li pêşiya Aştî û Civaka Demokratîk e. Bi vê boneyê, em dubare dikin ku çalakiyên rojnamegeriyê ne sûc in û divê rojnamegerên di girtîgehê de demildest bên berdan.

Em di 22ê Nîsanê Roja Rojnamegeriya Kurdî de xebatkarên çapemeniya azad ên ku bi hişmendiya vê dîroka birûmet, bi berdêla canê xwe têkoşîna xwe ya ji bo heqîqetê didomînin, hem şahid û hem jî beşdarên vê dîroka birûmet in, hilgirên bîranînê ne û parêzvanên ziman û çanda Kurdî ne, silav dikin. Em hemû şehîdên çapemeniyê yên ku di rêya rastiyê de jiyana xwe ji dest dane bi rêzdarî bi bîr tînin.

Di 128emîn salvegera rojnamegeriya Kurdî de, em ê dûpat dikin ku em ê bibin dengê rastiyê. Roja Rojnamegeriyê li hemû xebatkarên çapemeniya Kurd, bi taybetî li Mîqdat Mîdhed Bedirxan, damezrînerê Rojnameya Kurdistanê pîroz be. Em di serî de Musa Anter, Gurbetellî Ersoz, Nagihan Akarsel, Cîhan Bilgin û Nazım Daştan û hemû şehîdên çapemeniyê bi rêzdarî û bi minet bi bîr tînin. Em li ber bîranînên wan, mîrateya wan a têkoşînê û berxwedana wan serê xwe bi rêzdarî ditewînin.”

Etîket: DEM PartîRoja Rojnamegeriya KurdîTayîp Temel
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê piştî kongreyê civiya

21 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

Desteya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê ji bo Rojava daxuyanî da

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne