• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Îlham Ehmed derbarê hevdîtinên bi Hikûmeta Demkî re agahî dan

20 NÎSAN 2026 - 10:24
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed li ser hevdîtana bi Hikûmeta Demkî kirî de agahî dan û anî ziman ku piştî hilbijartina nûnerê Rojavayê Kurdistanê mijara destûra bingehî dê bikeve rojevê û nûnerên gelê Kurd jî dê di komîteya amadekariya destûra bingehîn de cihê xwe bigirin.

Hevseroka Daîreya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed, derbarê naveroka civîna 15ê Nîsanê ya li Şamê û xebatên entegrasyonê de ji ANHAyê re axivî. Ehmed destnîşan kir ku ji bo rakirina astengiyên li pêşiya pêvajoyê, hevdîtinên di navbera Rêveberiya Xweser û Şamê de berdewam dikin.

Mijarek sereke perwerdehiya Kurdî bû

Îlham Ehmed diyar kir ku yek ji mijarên sereke yên civînê pergala perwerdeyê bû. Îlham Ehmed bi bîr xist ku tevî lihevkirina 29ê Çileyê jî, pirsgirêka bawernameyên xwendekaran hîn nehatiye çareserkirin û got: “Me li hev kir ku di demek nêz de her du wezîrên perwerdeyê û wezîrê xwendina bilind ji bo danîna mekanîzmayekê serdana parêzgeha Hesekê bikin. Derbarê sîstem û zimanê xwendinê de jî wê di dema pêş de hevdîtin werin kirin û biryar werin girtin.”

Pêşketina entegrasyonê: Giran dimeşe

Li ser mijarê Îlham Ehmed destnîşan kir ku di çarçoveya entegrasyonê de hinek gav hatine avêtin lê pêvajo giran dimeşe. Ehmed anî ziman ku di aliyê pergala îdarî de heta niha tenê di mijarên tenduristî û perwerdeyê de erkdarkirina midûriyetên parêzgehê hatiye çêkirin û midûriyetên ku hîn nehatine diyarkirin jî wê bi lezgînî bên tespîtkirin.

Deriyên sînor: Heman karmend dê heman karî bikin

Li ser pergala deriyên sînor ku mijarek bingehîn a entegrasyonê ye, Îlham Ehmed bilêv kir ku mekanîzmaya rêvebirina deriyê Sêmalka û deriyên din hatiye avakirin. Ehmed diyar kir ku di çarçoveya lihevkirinê de, karmendên ku berê bi navê Rêveberiya Xweser kar dikirin, niha li ser bingeha entegrasyonê xebatên xwe didomînin.

Hind wezîfedarên Hikûmeta Demkî dibin sedema nakokiyan

Îlham Ehmed bal kişand ser pirsgirêkên ku di milê pêkanîna mekanîzmayê de derketine û ev agahî dan: “Berpirsên hinek midûriyetên ku piştî rûxandina rejîma Esed ji aliyê hikûmeta demkî ve hatine erkdarkirin, dibin sedema nakokiyan. Pêwîst e di erkdarkirina berpirsyaran de lihevkirinek hebe û tecrubeya Rêveberiya Xweser a di vî warî de li ber çavan bê girtin. Guhertin divê li ser bingeha pisporî û temsîliyeta hemû pêkhateyên herêmê bin.

Temsîliyeta jinan: Pirsgirêk didome

Têkildarî mijara YPJê jî Îlham Ehmed diyar kir ku mijara temsîliyet û îradeya jinan hîn jî pirsgirêk e û wiha axivî: “Di Rêveberiya Xweser de hejmareke zêde ya jinan kar dimeşand. Heta niha midûrên perwerde û tenduristiyê hatine erkdarkirin, lê her du jî mêr in. Lewma divê tevlîkirina jinan wekî xisûsiyeteke girîng li ber çavan bê girtin.”

‘Fermîkirina YPJê di rojevê de ye’

Îlham Ehmed her wiha bal kişand ser mijara YPJê û wiha dom kir: “Her çiqasî encamek nû derneketibe jî, fermîkirina YPJê hîn di rojevê de ye. Ev nîqaş wê heta pêkanîna lihevkirinekê dewam bike.”

Xebatên destûra bingehîn: Destûra nê dê bê çêkirin

Girêdayî amadekirina destûra bingehîn a nû ya Sûriyeyê jî Îlham Ehmed da zanîn ku piştî diyarkirina nûnerên Rojavayê Kurdistanê yên ji bo parlamentoyê, meseleya destûrê wê bi cidî bikeve rojevê. Îlham Ehmed di dawiya nirxandinên xwe de wiha got: “Kurd şirîkên esasî yên avakirina vî welatî ne û wê di komîteya nivîsandina destûra nû de cih bigirin. Her wiha em hewl didin ku di zûtirîn demê de hemû girtî werin berdan.”

Etîket: Hikumeta Demkîİlham AhmedRêveberiya XweserRojavayê Kurdistanê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

Piştî heft salên koçberiyê vegera Serêkaniyê

10 TEBAX 2026
Li Siwêdayê pevçûn

Li Siwêdayê pevçûn

30 HEZÎRAN 2026
Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

Vaye bersiva ‘Çima YPJ?’

25 HEZÎRAN 2026
Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

Bi girseyî serdana şîna şervana YPJê Koçerîn Lavînya kirin

16 HEZÎRAN 2026
Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

Îlham Ehmed piştî 9 salan Efrînî guhdar kirin

29 GULAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne