• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

ÎHD: Divê Mecît Baştaş demildest were berdan

Îzmîr / AW

18 NÎSAN 2026 - 14:18
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaxa ÎHDê ya Îzmirê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, vê hefteyê jî domand. Di çalakiyê de bal kişandin ser rewşa girtiyê 68 salî Mecît Baştaş ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin.

Şaxa ÎHDê ya Îzmirê, bi boneya balê bikişîne ser rewşa girtiyên nexweş, çalakiya xwe ya rûniştinê ya ku ji du hefteyan carekê li dar dixe, li ber Sumerbanka Kevn a Konakê domand. Di çalakiyê de pankarta “Girtiyên nexweş dimirin, bêdeng nemîne nebe şirîkê vî sûcî” hat hilgirtin û dirûşma “Ji girtiyên nexweş re azadî” hat berzkirin. ÎHDê di çalakiya vê hefteyê de bal kişand ser rewşa girtiyê 68 salî Mecît Baştaş ku li Girtîgeha Tîpa L a Panosê tê ragirtin.

Daxuyanî ji aliyê Rêvebera Şaxa ÎHDê ya Îzmîrê Vetha Aydin ve hat xwendin.

‘Piştî emeliyatê derman û kontrolên wî nayên kirin’

Vetha Aydin diyar kir ku Mecît Baştaş bi nexweşiyên giran û kronîk re rû bi rû ye, pençeşêr e û heta niha du caran emeliyat bûye. Cara dawî di 2yê Sibata 2026an de hatiye emeliyatkirin û got: “Her çend divê sê mehan carekê kontrolên wî bên kirin jî, ji ber ku sewqên nexweşxaneyên herêmê 7 û 12 mehan dikişînin, kontrolên wî nayên kirin. Tetkîkên piştî emeliyatê nehatine temamkirin û pergala dermanan a ji bo pençeşêrê hîna nehatiye avakirin.”

Vetha Aydin her wiha destnîşan kir ku nexweşiyên Mecît Baştaş ne tenê pençeşêr e; ew di heman demê de li ber nexweşiyên wekî prostat, kîstên gurçikan, nexweşiya pişikê, hîpertansiyon jî têdikoşe, lewma divê Mecît Baştaş ji bo tedawiyê were berdan an jî sewqî nexweşxaneyeke tamteşekkûl were kirin û wiha got: “Lazim e Mecît Baştaş sewqî nexweşxaneyên Wanê bibe ku li wir pispor û derfetên teknîkî hene. Em bang li saziyên peywendîdar dikin ku rê li ber tedawiya wî vekin û gavên hiqûqî biavêjin. Her roja ku derbas dibe, metirsiya li ser jiyana wî zêdetir dibe. Berpirsiyarên her encameke neyînî, ew kes in ku li hemberî vê îhmalkariyê çavên xwe digirin.”

‘Bila Mecît Baştaş were berdan’

Vetha Aydin bi van gotinan dawî li daxuyaniyê anî: “Heta ku mafê jiyanê û tedawiyê yê girtiyên nexweş bê mîsoger kirin, em ê daxwazên xwe bînin ziman. Divê girtiyê nexweş Mecît Baştaş demildest were berdan.”

 

Etîket: Mecît BaştaşŞaxa ÎHDê ya Îzmîrê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

ÎHDa Îzmîrê: Demildest Esmer Avaz û Mehmet Emîn Çam Berdin!

ÎHDa Îzmîrê: Demildest Esmer Avaz û Mehmet Emîn Çam Berdin!

28 SIBAT 2026
ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

ÎHD Îzmîrê: Demildest Enver Yanik berdin

31 ÇILE 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne