• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Lihevkirin nebe dê şer serdest be 

Navenda Nûçeyan /AW

25 ÇILE 2025 - 08:37
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A

Rêberê PKKê Abdrullah Ocalan di hevdîtina parêzeran a 06ê nîsana 1999an de peyamên ji bo çareseriyê dabû û wiha gotibû: “Eger li hevkirin nebe, dê di sedsala 21an de şer serdest be.” 

Rêberê PKKê Abdullah Ocalan di hemû hevdîtinên xwe yên bi parêzer, malbat û şandeyan re her tim ji bo çareseriya aştiyane û demokratîk û aştiya civakî peyam şandine. Dema mirov li peyam û gotinên Rêberê PKKê Abdullah Ocalan ên 25 sal dinere, dibîne ku dîsa ji bo çareseriya demokratîk û aştiya civakî peyam şandine.

Peyama Rêberê PKKê Abdullah Ocalan a di 6ê nîsana 1999an de wiha ye:

Ji TC û raya giştî ya cîhanê re

Daxuyaniya min a têkildarî pêvajoyê ye;

1. Ji bo pêvajoya 1ê îlona 1998an di her qadê de di bin berpirsiyariya tam de bê meşandin;
2. Ji bo dewlet, di serî de efoyê û ji bo aştiyek mayinde tedbîran bigire, divê dawî li şerê çekdarî bê anîn;
3. Piştî salên 90î, li gel hin jirêderketinan, bawerîdayîna pergala Komara Demokratîk divê di serî de ji bo azadiya ramanê ya kurdan û hemû pirsgirêkan bingeha çareseriya aştiyane bê dîtin;
4. Di bin van şertan de, divê di nava pergala xwe ya demokratîk de, amadekariya zagonîkirina PKKê bê kirin;
5. Divê dewlet heta helwesta xwe ya -di avakirina hikûmet û meclisê de- bide xuyakirin, di bin dirûşma aştiyek civakî ya çalak, efo, xwûşk û biratiyê de, xetek çalakiyên siyasî bipejirîne û bi biryar têxe meriyetê;
6. Divê hemû saziyên navneteweyî yên aştî, mafên mirovan, hikûmet û parlamentoyên wan, li ser vê bingehê piştgiriyê bidin;
7. Eger wekî tê teqmînkirin/hesibandin, li ser vê xetê, kiryarek pêş bikeve, Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Konseya Ewropa û Konseya Hevkariyê û Ewlehiyê ya Ewropayê wekî çavdêr keşdarî pêvajoyê bibe;
8. Hemû derdorên eleqeder ên li Tirkiyeyê; cemawerî, taybet, partî, çapemenî, hemû saziyên civakî û sivîl; divê zanibin ku ji aliyê min de pêşketin di cewherê xwe de bi vî rengî ne. Divê bê zanîn ku ev piştgiriya min a ji bo welatê me û pergala demokratîk xwedî girîngiyek jiyanî ye;
Di ketina me ya pêvajoya dîrokî de, ez hemû çalakiyên întîharî yên li metrepolan û çewlîkê şermezar dikim. Divê hemû derdor û hêzên me, xeta demê ya ku çarçoveya wê hatiye xêzkirin bi kurahî fam bikin û li gorî wê xebatek siyasî û berfireh a çalak pêş bixin. Ez bi rêzdarî pêşkêş dikim, hemû kesan silav dikim û di xebatên aştiyek azad de serkeftinê dixwazim.

Di beşa encamê de jî ezê diyar bikim ku pirsgirêk çareseriya demokratîk e.
Pêvajoya pergala demokratîk li Tirkiyeyê jî dest pê kiriye. Lê yên asteng dikin hene. Pergala Demokratîk li Tirkiyeyê di meriyetê de ye. Çand jî dikeve nava vê yekê. Divê mirov saziyan, estîtuyan biçûk nebîne. Nayên bikaranîn. Doza min doza demokratîkbûna komarê û nedemokratîkbûna komarê ye. Ez çareseriye demokratîk ji çareseriya otonomî û federasyonê bi watedartir dibinim. Pêvajo zorê li her kesî dike ku di nava pergalê de xwedî berpirsiyar be. Eger li ser çareseriya demokratik lihevkirin nebe, dê di sedsala 21emîn de şer serdest be.”

Etîket: Abdullah Ocalançareseriya demokraktîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne