• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Mahmût Bakrat: Çi tişta ketiye ser milê Serokatî kir divê dewlet gavan biavêje

Abdullah Esen / AW

18 NÎSAN 2026 - 10:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Sêrt – Mahmût Bakratê ku beriya çend mehan piştî 30 salan ji girtîgehê hate berdan, derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de diyar kir ku dewleta Tirk sal û nîveke gaveke şênber neavêtiye û got: “Divê êdî dewlet jî vê yekê bibîne û gavên şênber biavêje û gelê Kurd weke hemwelatiyên xwe bibîne.”

Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan nêzîkî sal û nîve pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” daye destpêkirin. Ev pêvajoya ku li Kurdistan û Tirkiyeyê rojeva sereke ye. Lê tevî ku ji destpêka pêvajoyê heta niha Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiyê ya Kurd gelek gav avêtine jî dewletê têkildarî pêvajoyê ji bilî avakirina Komîsyona Meclisê tu gav neavêtiye. Mahmût Bakratê ku beriya çend mehan piştî 30 salan ji girtîgehê derket têkildarî pêvajoyê ji ajansa me re axivî û anî ziman ku dewleta Tirk tevî demeke pêvajo hatiye destpêkirin jî tu gavên şênber neavêtî ye.

Mahmût Bakratê ku 30 sal di zindanê de mabû beriya çend mehan hatibû tehliyekirin diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan gavên ku diavêje gelek dîrokî ne û ne ji bo gelê Kurd bi tenê ye. Bakrat anî ziman ku ew gavên tên avêtin ji bo hemû gelên Rojhilata Navîn girîng in û wiha axivî: “Gelê Kurd û rêxistina Kurd xwedî li gavên Serokatî derketin. Lê dewletê hê jî gaveke wisa şênber neavêtiye û rastiya van gavên hatine avêtin tam fêm nekiriye. Serokatî got ’em ê çekan şewitînin û PKKê fesix bikin.’ Divê êdî dewlet jî vê yekê bibîne û gavên şênber biavêje û gelê Kurd weke hemwelatiyên xwe bibîne. Berî her tiştî Rêberê Gelê Kurd, neteweya Kurd û azadiya gelê Kurd e. Biryara ku serokatî daye em li pişta wê biryarê ne. Tiştên ku li Rojhilata Navîn diqewimin ne tiştên awarte ne. Dewlet di aliyê baweriyê de tu ewlehiyê nade me. Berê ji ber nêzîkatiyên MHPê kesî nikaribû gavekê biavêtibûna. Lê niha jî Serokê MHPê Devlet Bahçelî bi israr dibêje bila aştî pêk bê. Lê bi taybetî jî AKPe destê xwe giran digire. Dibe ku vê pêvajoyê bi dawî jî bike. Em dixwazin AKPe yekîtiya gelê Kurd û Tirk bi awayekî teqez bike.”

‘Dewlet vê nêzîkatiyê li gorî xwe nabîne û giran tevdigere’

Mahmût Bakrat bi bîr xist ku beriya sal û nîvekî Serokê Giştî yê MHPê Devlet Bahçelî gotibû bila Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Ocalan bê li Meclisê di koma DEM Partiyê de biaxive û wiha domand: “Heta niha ji aliyê dewletê ve hê jî tu gaveke wisa zelal nehatiye avêtin. Em ne tên xapandin ne jî dixapînin. Ev bedelên ku me dane ji bo çand, huner, ziman, nasname û hebûna vî welatî ye. Lê dewlet vê nêzîkatiyê li gorî xwe nabîne û giran tevdigere. Devlet Bahçelî ku di axafitneke xwe de gotibû bila Abdullah Ocalan bê Meclisê di koma DEM Partiyê de biaxive, lê heta niha ew gotin pêk nehatiye. Her çiqas banga ku bila Rêber Apo bê li Meclisê biaxive, lê hê jî şert û mercên ku bê biaxive nehatine avakirin. Heke Meclis jê re ne amade be, dikarin li Girava Îmraliyê jî şert û mercên wî ji bo ewlehî û ji bo xebata çareseriyê rewatir bikin. Em çiqas qebûl bikin nekin, ez bixwe Devlet Bahçelî ji dil dibînim. Divê mirov nêzîkatiya alîgirên desthiladariyê jî normal bibîne. Ji ber ku heta ew hişmendî bê guhertin, hinek dem jê re divê. Dema ku AKP vê pêvajoyê bi rêkûpêk çareser bike û li cihê ku Kurd dengên xwe didin CHPê dê dengên xwe bidin AKPê. Heta ku gavên şênber neyên avêtin dê ev pirsgirêkên heyî neyên çareserkirin. Gelek hevalên me yên nexweş yên di zindanan de nikarin pêdiviyên xwe yên rojane pêk bînin.”

‘Hê jî dewletê dest nedaye destê gelê Kurd’

Di dawiya axaftina xwe de Mahmût Bakrat bal kişand ser geşedanên li Îranê diqewimin û got ku dewleta Tirk jî li benda Kurdên li Rojhilat e ku ew ê xwe çawa eyar bikin û ev tişt anî ziman: “Hêviya gelê Kurd Rêber Apo û rêxistina gelê Kurdên bakurê Kurdistanê ye. Divê dewlet jî vê yekê rast bibine û li gorî wê pirsgirêkê binirxîne. Lê ev nêzîkatî hêviya gelek mirovan şikandiye. Gelek hevalên me yên ku cezayê muebeda giran li wan hatiye birîn hêviya wan nemaye. DMMEyê di biryarên xwe yên ku derbarê dozan de dabû û gotibû; ‘Çi ceza li girtî hatibe birîn jî divê bêhêvî neyê hiştin.’ Ger ku di zindanan de tiştek bê serê girtiyan berpirsyar dewlet e. Çi tişta ku ketiye ser milê Serokatî pêk aniye. Em kiryarên Îranê dibînin, dewleta Îranê nikare bi Îsraîlê re aştiyê bike. Li her aliyên Kurdistanê gelê Kurd dixwazin ku bi awayekî demokratik bi dewletan re aştiyeke mayînde pêk bînin. Lê dewlet gerim li vê nêzîkatiyê nanêre. Hê jî dewletê dest nedaye destê gelê Kurd. Nêzîkatiya dewletê ji bo gelê Kurd çi be ji bo Serokatî jî heman tişte.”

Etîket: dewletMahmût BakratPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

Dewlet, cemaet û mafya dixwazin bi rêya rêzefilman civakê teşe bikin

19 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne