• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Komeleya Ekolojiyê kongreya xwe li dar xist

Amed / AW

11 NÎSAN 2026 - 14:58
Kategorî: EKOLOJÎ, MANŞET
A A
Komeleya Ekolojiyê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” li Amedê kongreya xwe li dar xist. Axivêran diyar kirin ku bi têkoşîna ekolojiyê armanc dikin xwezaya xwe biparêzin û destnîşan kirin ku dê teqez çiya û xwezaya Kurdistanê azad bibe.

Komeleya Ekolojiyê bi dirûşma “Rêya aştiyê di jiyana ekolojîk re derbas dibe” li avahiya Şaxa Egîtîm Senê ya 1emîn a Amedê kongreya xwe li dar xist. Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan, Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer, Hevşaredarê Peyasê Cengîz Dundar, endam û nunerên saziyên sivîl û gelek kes tev li kongreyê bûn. Kongreyê bi hilbijartina dîwanê dest pê kir û pişt re ji bo cangoriyên azadî û demokrasiyê deqîqeyek rêz hate girtin. Di destpêka kongreyê de sînevizyona ku çalakiyên gelê Kurd yên ji bo xwezaya xwe li Kurdistanê li dar xistin hat nîşandan. Dû re mêvanên tev li kongreyê bûn li ser pirsgirêkên xwezaya Kurdistanê û çareseriya wê nîqaş kirin û nêrînên xwe parve kirin.

‘Komele dê erka xwe bi cih bîne û têkoşînê bi pêş ve bibe’

Hevserokê Şaxa Egîtîm Senê ya Hejmara 2yan a Amedê Serhat Kiliç bal kişand ser hişmendiya ekolojiyê û wiha got: “Ez bi xwe di nava saziyeke kedê de me. Em têkoşîna kedê didin. Têkoşîna ked, jinan û ekolojiyê bi hev re têkildar in. Têkoşîna ked û ya ekolojiyê di bingeha xwe de di yek wateyê de ne. Her du têkoşîn jî armanc dikin ku civak û xwezaya xwe biparêzin. Hebûna vê komeleyê ji bo me gelek girîng e. Em bawer dikin ku ev komele dê erka xwe bi cih bîne. Vê têkoşînê bi pêş ve bibe.”

‘Em ê her tim wek partiyên Kurd piştgiriya xwe tu carî kêm nekin’

Hevserokê DBPê yê Amedê Ahmet Dogan da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd her tim li ser jiyana ekolojîk sekiniyê û cihek mezin bo parastina ekolojiyê vekiriye û got: “Em ê her tim wek partiyên Kurd piştgiriya xwe tu carî kêm nekin û li derdora hevalên xwe bibin xelek û piştgiriyê bidin wan. Her tim dixwazin dîroka Kurdan tune bikin em jî çi pêwîst be em ê bi hevalên xwe re têkoşîna xwe bidin.”

‘Çiyayên me xwezaya me dê teqez azad be’

Hevseroka DEM Partiyê ya Amedê Gulşen Ozer diyar kir ku parastina ekoloji û azadiya jinan di nav yek mijarê de hevdû dihewîne û got: “Weke ku em di paradigmaya birêz Ocalan de jî dibînin parastina ekolojiyê û azadiya jinan em dikarin bi hev re binirxînin û bigirin dest. Em hevalên rêveberiya nû pîroz dikin û piştgiriyê didine wan. Gerek em bi hevalên xwe re bi hev re serbikevin û azad bibin. Çiyayên me xwezaya me dê teqez azad bibin.”

Beriya ku rapora malî û faaliyetê û hilbijartina rêveberiya nû

Piştî axaftinan rapora faaliyeta 2 salan û rapora malî ya komeleyê hat parve kirin û pişt re rêveberiya nû ku hate hilbijartin beşdar silav kirin. Kongre bi pîrozkirina rêveberiya nû bi dawî bû.

Ji rêveberiya komeleyê re Azîze Kûtlû, Bişar Îçlî, Siyajîn Seçkîn, Mehmet Kaya, Mehmet Can Demîrtaş, Gulşen Bîçer, Arîf Akkaya, Hanîfî Menge, Orhan Ersîn, Mehdîn Aslan, Nejdet Sezgîn, Nûrşîn Esen û Bêrîvan Tûran hatin hilbijartin.

 

Etîket: Ahmet DoganAmedCengiz DundarGulşen OzerKomeleya EkolojiyêŞaxa Egîtîm Senê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne