• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Tulay Hatîmogullari: Divê gavên pêwîst demildest bên avetin

Enqere / AW

11 NÎSAN 2026 - 12:14
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Tulay Hatîmogullari anî ziman ku ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê qanûnên pêwîst demildest bên derxistin û got: “Divê gavên şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav tên avetin têkoşîna xwe bidomînin.”

Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari beriya civîna endamên Meclîsa Partiyê ku dê 2 rojan bidome, li navenda partiya xwe ya giştî daxuyanî da. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û endamên Meclîsa Partiyê jî di daxuyaniyê de amade bûn. Tulay Hatîmogullari di destpêka axaftina xwe de ji parlamenter Çiçek Otlu ku ameliyat bibû re şîfa xwest û bi lêv kir ku ew ê têkildarî gengeşeyên li Rojhilata Navîn nirxandina rojevên heyî di civînên xwe de bidomînin.

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku di rojeva wan de gelek mijar hene û wiha axivî: “Ji bilî gengeşeyên li Rojhilata Navîn, pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk, qirîza aborî ya heyî û li ser gelek mijaran em ê rawestin. Divê rejîma Îranê li dijî êrişên mêtinger, aştiya civakî pêk bînê û Îraneke demokratîk ava bike. Her wiha darvekirinan rawestînê û daxwazê wekheviya xwepeşenderên Îranê bi cih bînê.”

Qirîza aborî

Tulay Hatîmogullari bal kişand ser qirkirinên li ser xwezayê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Welatî bi gelek qirîzan re rû bi rû ne. Li aliyekî ve qirîza aboriyê û ji aliyê din vê jî qirkirina xwezayê. Lê li dijî qirkirina xwezayê berxwedana welatiyan jî heye. Em berxwedana Îkîzkoyê silav dikin. Esra Işik ku ji ber li dijî qirkirina xwezayê derketiyê jî hat girtin. Divê Esra Işik demildest bê berdan. Her wiha qirîza enerjiyê jî heye. Em pêşniyarên xwe yên ji bo desthilatê ji nû ve dikin; Divê vergiyên ser sotameniyê rabin. Her wiha deynê cotkaran bê jêbirin. Divê desthilat sermayê neparêze û bi awayekî ku cotkar û karkeran bigirê navendê polîtikayeke aboriyê bi rê ve bibe. Heke wisa nebe bi milyonan welatî dê bi birçîbûnê re rû bi rû bimînin.”

Civîna Meclîsa Jinan

Di berdewama axaftina xwe de Tulay Hatîmogullari tekildarî civîna dûh a meclîsa jinan jî ew tişt anîn ziman: “Dûh civîna me ya jinan hebû. Me li ser taybetmendiyên jinan, di pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de rola jinan, di qirîza aboriyê de bandora wê ya li ser jinan û li dijî qirkirina jinan em dikarin têkoşîna xwe çawa bilind bikin axivîn. Li ser cezayê dervekirinê yên Îranê jî em axivîn. Em dibêjin divê demildest cezayê dervekirinê bê batal kirin.”

‘Divê gavên şenber demildest bên avetin’

Tulay Hatîmogullari destnîşan kir ku careke din derketiye holê ku pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk pêwîstiyeke mezin e û wiha pê de çû: “Civak li benda derxistina qanûnan e. Divê ji bo pêşketina pêvajoyê divê qanûnên pêwîst demildest derbikevin. Lê şewirmendê Serokkomar ji me re dibêje divê ‘DEM Partiyê di pêvajoyê de zelal be û spartekên derxistina qanûnan nede desthilatê.’ Em jî dibêjin; komara Tirkiyeyê hê nebûyê demokratîk. Divê komara Tirkiyeyê demokratîk bibe. Lê dema em van daxwazan tînin ziman zora wan diçe. Divê ew nece zora wê û van daxwazan pêk bînin. Teyîda aştiyê nabe. Nabe ku ji bo derxistina qanûnan li benda teyîkirinê bimînin. Biryarên Dadgeha Mafê Mirovan pêk bînin û hevşeredarên hatinê hilbijartin bila vegerin ser karê xwe û hemû siyasetmedarên girtî werin berdan. Ew gav dê bandoreke mezin li ser pêvajoyê bike. Divê gavan şenber demildest bên avetin û em ê heta ew gav bên avetin têkoşîna xwe bidomînin. Em partiya bindestan in. Em ê her tim li kêleka bindestan bûn û dê her tim mafê bindestan biparêzin.”

‘Em 1ê Gulanê li her derê li qadan bin’

Tulay Hatîmogullari bi lêv kir ku di nav van geşedanên li Rojhilata Navîn û pêvajoya li Tirkiyeyê de 1ê Gulanê xwedî wateyeke mezine û wiha got: “Em bi hemû endamên partiyê ve li her derê dest bi xebatên 1ê Gulanê bikin. Li her derê li qadan tijê bikin. Di civîna me de jî em ê van tiştan biaxivin. Em ê li ser pêşvebirina pêvajoyê û demokratîkirina Tirkiyeyê xebatên divê bê kirin, nirxandin û nîqaşan bikin. Em ê plansaziya xebatên li pêşerojê biaxivin.”

Etîket: Civîna JinanCivîna Meclisa PartiyêHevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay HatîmogullariNirxandina rojevanPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

Hatîmogullari: Derengxistina pêvajoyê rê li ber provakasyonan vedike, divê bi lez gav bên avêtin

18 ÎLON 2026
KNK, DEM Partî û KCDK-E: Cejn bibe wesîleya aştî, demokrasî û azadiyê  HATE NÛKIRIN

Hevserokên DEM Partiyê: Divê Meclis ji bo rewşa aboriyê bi awayekî awarte bicive

17 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne