• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Newaf Xelîl: Amerîka-Îsraîl û Îran dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan

Nûda Arici / AW

11 NÎSAN 2026 - 11:07
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wan – Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl ku derbarê geşedanên di şerê Amerîka-Îsraîl û Îranê de axivî, diyar kir ku dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan û got: “Rejîma Îranê qels bûye û ev yek ji bo gelên li Îranê dijîn serkeftinek e.”

 

DYA-Îsraîl û Îranê ku di nava şereke gur de ne, di 8ê nîsanê de agirbestestek ragihandin. Lê belê tevî agirbestê jî Îsraîl êrişên xwe yên li ser Libnanê didomîne û herî dawî duh Benjamîn Netenyahû bang kir ku siyaseta wan bi Libnanê re bikevin di nava danûstandinan de. Bêguman ev şer û agirbest wê bandorê li ser herêmê, heta cîhanê bike. Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf Xelîl ku derbarê agirbesta dawî nirxandin kirin, behsa bandorên wê kir.

‘Dawiya dawî dê vegerin ser maseyê’

Newaf Xelîl diyar kir ku ev agirbest beşeke şer e û got ku beşek e ji hewildanê dewletan ku hegemonyaya xwe xurt bikin. Newaf Xelîl anî ziman ku Trump bi xwe dibêje ku ew ji rejîmên dîktatorî hez dike û got: “Encam çi dibe bila bibe dawiya dawî dê dîsa vegerin ser maseyê. Armanca Amerîkayê ne hilweşandina rejîma Îranê ye. Ji xwe ji bo Kurdan an jî gelên din daxwazeke wan ya xweseriyê nîne.
Di encamê de tiştekî zelal li holê nîne û em nikarin behsa serkeftinekê bikin. Tenê me dikarin bibêjin ku rejîm qels bûye û ev yek ji bo gelên li Îranê dijîn serkeftinek e.”

‘Çavên Tirkiyeyê jî li encamê ye’

Newaf Xelîl anî ziman ku armanca Amerîkayê ew e ku gefa Îranê ya li hemberî xwe ji holê rake û desthilateke nerm bide avakirin. Newaf Xelîl destnîşan kir ku Îsraîl jî ji vê yekê sud verdigire û ev tişt anî ziman: “Dixwazin çekên nuklerî û moşekên balîstîkî yên Îranê ji holê rakin ku ev çek ji bo gelên Amerîka û Îsraîlê nebin gef. Her wiha dixwazin bandora Îranê li Rojhilata Navîn bisînor bikin û hêza xwe xurt bikin. Bi vê yekê dixwazin Rûsya û Çînê jî qels bikin. Çavên Tirkiyeyê jî li encama van geşedanan e û dixwaze bandora wan jî di Rojhilata Navîn de hebe. Ji aliyê din ve dewletên Ereban jî li vê yekê ye. Diyar e ku dê pêvajoyeke nû li herêmê dest pê bike û herkes dixwaze li gor vê pêvajoyê xwe amade bike û berjewendiyên xwe biparêze.”

‘Serhildaneke muhtemel dikare zûtir encam bigire’

Bi domdarî Newaf Xelîl da zanîn ku her du alî jî dibêjin ku ew sedî sed bi ser ketine û wiha berdewamî da axaftina xwe: “Di cîhanê de aliyê serkeftî ew e ku şertên xwe li ser aliyê din bide qeûlkirin. Lewma wê çavên her kesî li van hevdîtinan bin ka kê şertên xwe li ser yê din daye qebûlkirin. Dibe ku rejîma Îranê bêhtir vegere nav sînorên xwe û hevkariya wê bi Hizbûllahê re kêmtir bibe. Yan jî dibe ku ji bo Îsraîl dev ji wan ber de Hizbûllah weke partiyek siyasî xwe ji nû ve rêxistin bike. Her wiha rejîm ji aliyê leşkerî û îstîbaxratî ve gelek caran armanc hatiye girtin û zirareke mezin dîtiye. Ev yek ji bo gelên li Îranê baş e ku serhildaneke muhtemel zûtir encam bigire.”

‘Divê hemû gelan maseya xwe ya krîzê hebe’

Newaf Xelîl diyar kir ku li gorî hevdîtinan dibe ku Amerîka û Îran hin lihevkirineke berfirehtir bikin. Di berdewamiyê de Newaf Xelîl destnîşan kir ku berê rejîma Îranê ji bo kesan fetwayên olî dida û tirs di dilê xelkî de çêdikir û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Trump ji bo berjewendiyên xwe û Amerîkayê weke hakimekî tevdigere, lewma divê hemû gelan maseyeke xwe ya krîzê hebe û ew jî li gorî vê yekê tevbigerin. Niha çavê her kesî li hevdîtina li Îslamabad a paytexta Pakîstanê ye û dibe ku guhertinên mezin piştî vê hevdîtinê çêbibin. Her wiha Trump gelek caran tîne ziman ku pêwistiya wan bi Ewropayê çêbûye û wan alîkarî nedaye, lewma ew jî alîkariyê nadin Ewropayê. Diyar e ku dê ji aliyê NATOyê ve jî, ji aliyê aboriyê ve jî guhertin çêbibin. Li dijî van guhertinan Ewropa çareseriyekê digere, lê em dikarin bibêjin hêj ev çareserî peyda nekiriye. Ewropa hem ji aliyê aboriyê ve, hem jî ji aliyê leşkerî ve di rewşeke nebaş de ye. Metirsiya herî mezin jî ew e ku Trump wan li dijî Rûsyayê tenê bihêle.”

‘Kurd hêza herî birêxistinkirî ne’

Di berdewamiyê de Newaf Xelîl destnîşan kir ku di Rojhilata Navîn de dîtina Îsraîl û Emerîka ne wek hev e û dîtina Tirkîye jî ne weke herduyan e. Newaf Xelîl diyar kir ku wê konaxeke nû dest pê bike û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Aramiya li Rojhilata Navîn ne aramiyeke erênî ye û li dijî berjewendiyên gel e. Dibe ku ev şer ji bo gelên Rojhilata Navîn bibe hêviyek ku bikaribin desthilatên heyî biguherînin. Ev şerê li dijî Îranê bûye sedem ku kesên bawer nedikirin ku wê rejîm hilweşe, êdî xwedî hêvî bin. Gelê Kurd ji Komara Kurdistanê heta niha amade ye û bawer jî dike. Kurd hertim difikirîn ku wê rojekê karibe azadiya xwe bi dest bixin, niha gelên din jî vê yekê difikirin. Kurd niha gelekî birêxistin kirî ne û bi eniya nû ya ji 6 partiyan pêk tê dikarin mafên xwe bi dest bixin. Cihê şanaziyê ye ku hêzên Kurdan dikarin pêşengiya gelên din jî bikin û hêviya wan zindî bihêlin.”

Etîket: Gerînendeyê Navenda Lêkolînên Kurdî Newaf XelîlMaseya MuzakereyanŞerê Amerîka-Îsraîl û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê, baregehên Amerîkayê yên li Kendavê xist

Îranê, baregehên Amerîkayê yên li Kendavê xist

16 TÎRMEH 2026
Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

16 TÎRMEH 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

12 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne