• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
24 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Lêpirsîna Şaredariya Mîlasê: Tevî Şaredar 18 kes hatin girtin

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    Fîlozof Slavoj Zîzek name ji Abdullah Ocalan re nivîsand

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    ‘Her tim li cem gelê xwe û hevalên xwe bû’

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    Welatiyên Wanê: Bêyî azadiya birêz Ocalan ev pêvajo pêş ve naçe

    ROJEVA 7ê ÎLONA 2026an

    ROJEVA 24ê COTMEHA 2026an

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

    Endama Meclîsa Ciwanan a DEM Partiyê hat binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Bayram Bozyel: Divê Kurdên din jî wek Rojhilat hevkariyê bikin

Gulîzar Turkoz / AW

16 TÎRMEH 2026 - 10:45
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Amed – Serokê PSKê yê Giştî Bayram Bozyel têkildarî êrişên dewletên navneteweyî û herêmî yên li ser destkeftiyên gelê Kurd axivî, diyar kir ku divê Kurd siyaseta xwe li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî ava bikin û got: “Hevkariya li Rojhilat di nava partiyên Kurd de hatiye kirin divê li parçeyên din ên Kurdistanê jî bê kirin.”

Li Rojhilata Navîn a ku veguheriye qada şerê hêzên hegemonîk û desthilatdaran û gelê Kurd careke din bi xetereyeke mezin re rû bi rû ye. Di demeke ku şerê desthilatdariyê yê di navbera Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) û Îranê de kûr dibe, dewletên Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye ku hebûna xwe li ser înkara Kurdan ava kirine, bi hevkariya hin hêzên navdewletî û aloziyên heyî statu û destkeftiyên neteweyî yên Kurdan asteng dikin. Lihevkirina dawî ya hêzên herêmî û navdewletî ya di Çileya 2026an de li dijî rojavayê Kurdistanê nîşan dide ku li dijî Kurdan tifaqek tê meşandin. Li aliyê din tevî peymana ku di 18ê Hezîranê de hatibû îmzekirin. Li gorî peymanê diviya şerê di navbera DYA û Îranê de yê di 28ê Sibatê de dest pê kiribû bi dawî bibe û çareseriyeke mayînde were dîtin. Ev hefteyek e ku alozî hîn bêtir gur dibe. Di pêvajoya ku şer û pevçûn zêdetir dibe de Îran êrişî baregeh û cihên partiyên Kurdan ên li Başûr û Rojhilat dike.

Serokê Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK) ê Giştî Bayram Bozyel derbarê şerê di navbera navbera DYA û Îranê de û bandora vî şerî ya li ser Kurdan axivî.

‘Siyaseta Amerîkayê bêrêgez û bawerî ye’

Bayram Bozyel bal kişand ser rola DYAyê ya di şerê herêmî de û destnîşan kir ku Amerîka ji bo parastina berjewendiyên xwe û misogerkirina ewlehiya Îsraîlê şerekî bêprensîp dimeşîne. Bayram Bozyel guhertina siyaseta Amerîkayê ya li dijî Kurdan jî wiha vegot: “Di serdema Trump de peyam dihatin dayîn ku dê bi Kurdan re têkilî û diyalog bê pêşxistin. Wê demê bi Serok Mesûd Barzanî û Bafil Talebanî re hevdîtinên telefonî hatin kirin û peyama piştgiriya Kurdên Rojhilat a li dijî rejîma Tehranê hate dayîn. Lê paşê me dît ku ji ber zext û siyaseta Tirkiyeyê, Amerîkayê ev nêzîkatiya xwe terikand, heta Kurd bi diziya çekan tawanbar kirin. Ev tablo bi zelalî nîşan dide ku siyaseta Amerîkayê siyaseteke bêprensîp e û ewlehiyê nade tu hêzan.”

‘Îran hebûna xwe bi tunekirina Kurdan ve girêdayî dibîne’

Bayram Bozyel anî ziman ku Îran bi hinceta xweparastinê êrişî Kurdan dike û wiha pê de çû: “Kurd di vî şerê hegemonîk de ne alîgir in, lê dîsa jî Îran êrîşî kampên Kurdan ên li ser sînor û navçeyên başûrê Kurdistanê dike. Ji bo rejîma Îranê, heta perçebûna welatê wan jî ne girîng e daxwaza wan a yekane ew e ku Kurd negihin mafên xwe. Îran di her firsendê de, Kurdan wekî dijminekî stratejîk pênase dike û hewl dide raya giştî ya navxweyî jî bi vê xeyalê bixapîne û qaneh bike.”

‘Li dijî Kurdan tifaqeke navdewletî û herêmî heye’

Di berdewamiya axaftina xwe de Bayram Bozyel anî ziman ku her çar dewletên dagirker bi armanca tunekirina Kurdan hatine avakirin û bi bîr xist ku ev dewlet bi hemû derfetên xwe dixwazin pêşî li mafên neteweyî yên Kurdan bigirin. Bayram Bozyel da zanîn ku êrîş ne tenê ji aliyê dewletekê ve ye û wiha domand: “Em di pêvajoyekê de ne ku Tirkiye, Îran, Iraq û Sûriye di nava tifaqeke defacto de ne. Tirkiye ne tenê li Bakur, li Rojava û Başûr jî li dijî destkeftiyên Kurdan tevdigere. Heman siyaset ji aliyê Îranê ve jî tê meşandin. Me ev yek di referanduma 2017an a Kerkûkê de dît. Di heman demê de, em dibînin ku hêzên navdewletî jî dibin hevparê vê tifaqa dijî Kurdan. Wekî mînak di Çileya 2026an de Tirkiye, Îsraîl, Amerîka, Fransa û Sûriyeyê li hev kirin û li hemberî statuya rojavayê Kurdistanê, bi taybetî li taxên Kurdan ên Helebê, xesareke mezin dan destkeftiyên Kurdan. Ango Kurd îro li hemberî êrîşeke piralî ya herêmî û navdewletî têkoşînê didin.”

Banga yekitiya Kurdan hate kirin

Bayram Bozyel bal kişand ser tifaqa qirker a dewletan a li dijî gelê Kurd û wiha got: “Divê Kurd siyaseta xwe li gorî berjewendiyên xwe yên neteweyî ava bikin ne li gorî şerê Amerîka û Îranê. Wekî ku şeş partiyên Rojhilatê Kurdistanê hevkariyek pêk aniye divê ev yek li perçeyên din jî bê kirin. Heke îro em nikaribin kongreyeke neteweyî ava bikin jî divê em li ser bernameyeke mafê çarenûsî û serweriyê koordînasyonekê di navbera her çar perçeyan de pêk bînin. Ji ber ku li herêmê çi guhertin çêbibe bandora wê ya pozîtîf an negatîf li ser tevahiya Kurdistanê çêdibe.”

‘Îran dixwaze başûrê Kurdistanê lewaz bike’

Bayram Bozyel bal kişand ser armancên Tirkiye û Îranê yên li ser bakur û başûrê Kurdistanê û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Ya yekem Îran dixwaze Başûrê Kurdistanê ceza bike, ji ber ku piraniya pêşmerge û sîvîlên rojhilatê Kurdistanê li wir bi cih bûne. Ya duyemîn jî Herêma Kurdistanê îro ji bo hemû Kurdan navend û statuyek e. Tevî kêmasiyan jî ew der deriyê dîplomatîk ê Kurdan e ku dengê wan digihîne cîhanê. Îran ji vê statuyê aciz e û naxwaze Kurd li wir bi hêz bibin. Loma jî di her firsendê de dixwaze statuya Herêma Kurdistanê lawaz bike û wê derê bêîstîqrar bike.”

Etîket: Bayram Bozyelînkarpolîtîkaya dewletanŞerê Amerîka-Îsraîl û ÎranêSerokê Giştî yê PSKê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

Bayram Bozyel: Bêyî yekîtiyê kes nikare bi ser bikeve

15 COTMEH 2026
Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

Ji qeyrana sedsalî ber bi firsenda dîrokî ve: Peymana Lozanê û pêvajoya aştiyê

24 TÎRMEH 2026
Îranê, baregehên Amerîkayê yên li Kendavê xist

Îranê, baregehên Amerîkayê yên li Kendavê xist

16 TÎRMEH 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Lihevkirina Amerîka û Îranê demkî ye

17 HEZÎRAN 2026
Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

Bazarvanên Wanê: Piştî şerê Îranê em mexdûr bûn

12 NÎSAN 2026
Newaf Xelîl: Amerîka-Îsraîl û Îran dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan

Newaf Xelîl: Amerîka-Îsraîl û Îran dawiya dawî dê vegerin ser maseya muzakereyan

11 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Demîr: Hikûmeta Şamê dixwaze Rojava li gorî qanûnên Rejîma Baasê bi rê ve bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Mam û du birazî û yek helwest: Azadî, aştî û wekhevî

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ehwan Çiyako: Divê Kurd li dijî nakokiyên Îran, DYA û Îsraîlê siyaseteke hişyar û biaqil bike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li gorî biyofîliyê çavkaniya hezkirin û kêfxweşiya mirovan çi ye?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Du caran serlêdan kir: Îmrali saetek dûr e lê em nikarin biçin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ebru Gunay: Pêşketina hemû parçeyan bi hev ve girêdayî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Guh nedan temenên xwe yên mezin, pênûs girtin û fêrî Kurdî dibin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Oznûr Bartin: Xwezaya Kurdistanê bi destê şirketên hevkar tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Beştaş: Şert û mercên sermuzakerevan neyên başkirin, pêvajo wê çawa bi rê ve biçe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne