• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Banga Meşa Gemlîkê: Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin

Îzmîr / AW

9 NÎSAN 2026 - 15:15
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Îzmîr – TJA li avahiyê DEM Partiyê ya Îzmîrê bang li her kesê kir ku beşdarî Meşa Gemlîkê ya 19ê Nîsanê bibe û got: “Em ê rêya azadiyê bi hev re bihonin.”

 

Tevgera Jinên Azad (TJA) li Îzmîrê, derbarê Meşa Gemlîkê ya ku dê di 19ê Nîsanê de bê lidarxistin, li avahiya rêxistina xwe ya Îzmîrê daxuyanî da. Li salona ku daxuyanî lê hat dayîn, pankartên “Niha dem dema jinên ber bi azadiyê ve dimeşin e: Em rêya aştiyê bi hev re bihûnînin” û “Jina birêxistinkirî jiyana azad diafirîne” hatin daliqandin. Di daxuyaniyê de dirûşmên “Jin jiyan azadî” hat berzkirin. Metna çapemeniyê ya bi Tirkî Leyla Kaygisiz xwend.

‘Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştiyeke mayînde ne pêkan e’

Leyla Kaygisiz diyar jin, têkoşîna azadiyê ya bi salan e tê meşandin, anîne asteke berxwedanê ya dîrokî û got: “Li dijî vê pergala zilamsalar û mêtingeh ku bedena jinan û keda wê dike wek mal. Em dizanin ku jiyaneke ku azadiya jinê li navendê digire pêkan e û em jî têkoşîna vê didin.”

‘Bêyî azadiya Abdullah Ocalan aştî mayînde nîn e’

Di berdewama axaftina xwe de Leyla Kaygisiz diyar kir ku têkoşîna azadiyê bi hesreta civaka demokratîk a gelan ji Amarayê heta Îmraliyê dirêj dibe û wiha got: “Daxwaza azadiyê ya ji bo Rêberê Gelan Birêz Abdullah Ocalan ne tenê ji bo kesekî ye; ji bo paşeroja hevpar a gelan, ji bo jiyaneke wekhev û azad pêdiviyek e. Paradîgmaya azadîxwaziya jinan ya ku Birêz Abdullah Ocalan daniye holê, ne tenê rêyeke çareseriyê ye; di heman demê de perspektîfeke ku nîşan dide ka ev rê wê çawa bê meşandin e. Veguhertineke civakî ya ku azadiya jinan esas negire, nikare azadiyeke rastîn biafirîne. Em wek jin dibêjin ku heta azadiya Birêz Abdullah Ocalan neyê dabînkirin, aştiyeke mayînde ne pêkan e.”

‘Azadiya Abdullah Ocalan herfeke jiyanî ye’

Leyla Kaygisiz da zanîn ku avakirina aştiyê, destpêkirina pêvajoya civaka demokratîk û mîsogerkirina jiyana wekhev û azad pêdiviyeke lezgîn e. Leyla Kaygisiz anî ziman ku sererastkirineke demokratîk a nasnameyê, çand û baweriyên hemû gelên li Tirkiyeyê, bi taybetî gelê Kurd tê de têne naskirin, bingeha aştiya rasteqîn e. Leyla Kaygisiz axaftina xwe wiha domand: “Di vê pêvajoya dîrokî ya li Rojhilata Navîn êşên mezin, berxwedan û vejîn tên jiyîn de em dizanin ku bi pêşengiya jinan aştî pêkan e.”

‘Em ê rêya aştî û azadiyê bi hev re bihonin’

Di berfirehiya axaftina xwe de Leyla Kaygisiz da zanji bi hêza xwe li bajarê qedîm ê Îzmîrê ji kevneşopiya jinên Egeyê digire û wiha got: “Avakirina jiyana hevpar bi têkoşîna bi hev re pêkan e. Aştî tenê bi piralîbûnê û vîna jiyana hevpar dikare bê avakirin. Ji ber vê yekê em ji vir bi eşkereyî dibêjin: Heta azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan neyê dabînkirin, ne pirsgirêka Kurd dikare bê çareserkirin û ne jî li herêmê aştiyeke mayînde dikare bê avakirin. Wek jin; em bibiryar in ku em riya aştî û azadiyê bi hev re bihûnînin.”

Banga tevlibûnê

Leyla Kaygisiz di dawiya axaftina xwe de banga tevlibûna Meşa Gemlîkê kir û wiha got: “Em ê di 19ê Nîsanê li Gemlîkê bin. Em ji Îzmîrê û ji her çar aliyên Egeyê bang li hemû jinan dikin; ji bo em daxwaza xwe ya azadiyê mezin bikin û aştiyê bi hev re ava bikin, li Gemlîkê bin û banga têkoşîna hevpar bikin. Niha dema jinan e! Niha dema azadiyê ye! Werin em aştî û azadiyê bi hev re bihûnînin.”

Daxuyanî bi berzkirina dirûşman bi dawî bû.

 

Etîket: bangMeşa GemlîkêNiha dema jinê yeRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanTevgera Jinên Azad (TJA)
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

Nagîhan Akarsel li Erziromê hate bibîranîn

5 COTMEH 2026
Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Rewş veguheriye kişika yek kesî

Abdullah Ocalan: Armanca pêvajoyê jiyana wekhev û azad a gel e

14 ÎLON 2026
Heyeta DEM Partiyê wê roja duşemê bi Abdullah Ocalan re hevdîtinê bike

Heyeta DEM Partiyê çû Îmraliyê

13 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne