• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

    Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    ‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    ROJEVA 20ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 21ê TEBAXA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Bi hezaran daketin qadan: Êm li pey HSDê ne

Navenda Nûçeyan /AW

22 ÇILE 2025 - 16:40
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran şêniyên kantonên Cizîr û Firatê daketin qadan û êrişên dewleta Tirk şermezar kirin. Piştgiriya xwe ya ji bo berxwedana HSD û YPJê anî ziman û berxwedana li bendava Tişrînê silav kir.

Bi hezaran şêniyên bajarên Eyn Îsa û Kobanê yên kantona Firatê û bajarên Dêrik, Çilaxa, Girkê Legê, Tirbespiyê, Til Hemîs û Amûdê yên kantona Cizîrê, ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk daketin qadan.

Eyn Îsa

Li bajarê Eyn Îsa, bi sedan şênî û koçberên ji bajarê Girê Spî ya dagirkirî li Çerxerêya Leşkerî li hev civiyan û li dijî êrişên dewleta Tirk û komên paramîlîter meşiyan. Di meşê de beşdaran alên Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) hilgirtin. Rêvebera Saziya Avê ya Eyn Îsayê Sena El Elî di çalakiyê de axivî û berxwedana şervanên QSDê ya li hember dewleta Tirk û çeteyên wê silav kir û êrişên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê şermazar kirin. Senayê “êrişên hovane yên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan” jî şermezar kirin.

Meş bi dirûşmên “Bijî Berxwedana QSDê”, “Bi can û xwîn em bi te re ne ey şehîd” bi dawî bû.

Kobanê

Li bajarê Kobanê jî bi hezaran şêniyên kantona Firatê, xwendekar, endamên sazî û dezgehên Rêveberiya Xweser bi meşeke girseyî êrişên li ser bendava Tişrînê şermezar kirin. Meş ji Qada Jina Azad a Kobanê dest pê kir. Şêniyan, alên HSD û YPJê, alên Meclisa Malbatên Şehîdan, wêneyên kesên li bendava Tişrînê şehîd bûne, hildan û dirûşmên “Bijî berxwedana HSDê”, “Berxwedan jiyan e” û “Na ji êrişên dagirkeriyê re” berz kirin.

Meş li Qada Şehîd Egîd rawestiya. Piştî rêzgirtinê hevseroka Meclisa Malbatên Şehîdan a Kantona Firatê Sara Xelîl êrişên dewleta Tirk a dagirker şermezar kirin. Sara Xelîl diyar kir ku dewleta Tirk êrişên xwe yên hovane li ser bendava Tişrînê berdewam dike û wiha got: “Em berxwedana bendava Tişrînê ya li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker silav dikin. Em li pişt şervanên xwe ne, em ji êrişên dagirkeriyê tu carî natirsin. Şervanên me hêza me ne, em ê heta dawiyê li pişta şervanên xwe bin.”

Meş bi dirûşmên “Berxwedan jiyan e” bi dawî bû.

Til Hemîs

Bi sedan şêniyên bajarê Til Hemîsê û gundên wê tevî endamên saziyên sivîl, nûnerên partiyên siyasî û rûsipiyên êlên Ereb, derketin meşa ku li pêşiya meclisa bajar dest pê kir. Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên meclisa bajarê Tel Hemîsê Belqîs El Ebdela axivî û bal kişand ser geşedanên meydanî û siyasî yên li Sûriyeyê û got êrişên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê bi armanca têkbirina Rêveberiya Xweser pêk tên. Endama Kongra Star a Til Hemîsê Mawîa El Hedîd jî berxwedana HSDê û YPJê silav kir.

Berdevkê êla Tey a Ereb Hiyal El Xawêr, piştgiriya êlê û şêx û rûspiyên eşîran ji bo HSDê anî ziman, her wiha ji bo berxwedana li bendava Tişrînê got: “Em bi dil û can bi we re ne”.
Meş bi dirûşm û bangên ji bo hevgirtin û yekitiyê bi dawî bû.

Girkê Legê

Pêkhateyên bajarên Girkê Legê û Rimêlanê ji bo şermezarkirina êrişên dewleta Tirk a dagirker û êrişên li dijî sivîlên li bendava Tişrînê û piştgiriya berxwedana HSDê û YPJê daketin meydanê. Girseya gel li navenda Girkê Legê kom bû û alên HSDê û pankartên “Bijî Berxwedana Rojava”, “Na ji dagirkeriya Tirk re” û “Bijî HSD” bilind kirin.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê, ji rêveberên Meclisa Malbatên Şehîdan Hiznî Ebûzêd axivî û got: “Em êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî şêniyên berxwedêr ên li bendava Tişrînê şermezar dikin.”

Hiznî anî ziman ku ew hemû bi HSDê re axa xwe ji dagirkeriya Tirk biparêzin.

Çilaxa

Meşa li bajarê Çilaxa li Çerxerêya Jinan dest pê kir û li Qada Şehîd Masûm veguherî mîtîngê. Endamê Komîteya Rêveberiya Dibistanan a Çilaxayê Yûnis Hacî axivî û êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser bendava Tişrînê û karwanên sivîlan şermezar kirin û got êrişên dewleta Tirk îsbat dikin ku nikare pirsgirêkan bi rêyên aştiyane çareser bike. Endamê Meclisa Malbatên Şehîdan Husam Hisên destnîşan kir ku ew piştgiriya QSD`ê dikin û êrişên dagirkeriya Tirk li ser herêmê bi tundî şermezar kirin.

Dêrik

Li bajarê Dêrikê jî meşê ji Qada Azadiyê dest pê kir. Bi sedan şêniyan wêneyên şehîdên bendava Tişrînê û alên HSDê hilgirtin. Girseya gel piştî ku li kolanên sereke yên bajêr geriya, li navenda bajêr kom bû. Ji rêveberên dibistanan Gelşat Mûrad axivî. Mûrad êrişên dagirkeriya Tirk ên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û bombebarankirina sivîlan şermezar kirin. Mûrad got: “Ev êriş dê vîna me têk nebin û heta serkeftinê em ê têkoşîna xwe berdewam bikin û li kêleka hêzên xwe HSDê bin.”

Hevşaredarê Dêrikê Ciwan Hesen jî axivî û bal kişand ser berxwedana nobedarên li bendava Tişrînê ku li hemberî dagirkeriya dewleta Tirk û êrişên wê nîşaneya serkeftinê bilind dikin.

Amûdê

Meşa bajarê Amûdê jî li Qada Jina Azad dest pê kir û ber bi Qada Şehîd Cîhad a li navenda bajêr ve çû. Bi sedan şênî, mamoste û xwendekar bi dirûşmên “Em hemû HSD ne”, “Bijî berxwedana Tişrînê” tev li meşê bûn. Ji rêveberên dibistanan ên bajarê Amûdê Hana Xalid daxuyaniyek xwend. Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku armanca êrişên dewleta Tirk têkbirina aramiya herêmê ye. Her wiha di daxuyaniyê de bêdengiya navneteweyî ya li hemberî sûcên dewleta Tirk ên li dijî gelên herêmê pêk tîne hate şermezarkirin. Meş bi dirûşma “Em hemû HSD ne” bi dawî bû.

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026
‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

21 TEBAX 2026
Platforma Şiyar Be ji Xaçortê gazî kir: Divê dînamîkên bajêr li dijî hişbirê rabin

Gûlşen Demîr: Parastina cewherî, parastina nasnamêyê ye

21 TEBAX 2026
‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

‘Gelê Kurd her gotiye; muxatab Ocalan e’

21 TEBAX 2026
Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

21 TEBAX 2026
‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

‘Li dijî tundiyê armanca sereke pêşxistina hişmendiyê ye’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Li Amedê 49 cangorî bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne