• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Trump 10 roj molet da Îranê û bi 10 hezar leşkerên bejahî gef li Îranê xwar

Navenda Nûçeyan/ AW

27 ADAR 2026 - 12:37
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Donald Trump got ku wî 10 roj molet da Îranê, û rayedarên Amerîkî diyar kirin ku amadekariyê dikin ku 10 hezar hêzên leşkerî bişînin Rojhilata Navîn. Îran jî gef xwar û got: “Em ê êrîşî wan bikin.”

 

Li gorî raporekê ya Wall Street Journalê ku duh êvarê hat parvekirin, Amerîka amadekariyê dike ku di dema danûstandinên bi Îranê re hêzên leşkerî yên li Rojhilata Navîn heta 10 hezaran zêde bike. Lê belavkerê hêzên çekdar yê Îranê jî got ku ew bendê nasekinin ku hêzên leşkerî yên Amerîkayê bên û êrîş bikin, û da zanîn ku ev hêz li ku bên bicihkirin, dê bibin hedefa wan.

Serokê Amerîkayê heta 6ê Nîsana 2026’an molet da Îranê

Rojname Wall Street Journal agahiyên xwe dispêre karbidestên Wezareta Parastinê yên agahdarê mijarê û wiha dibêje: “Hêzên leşkerî yên Amerîkayê vebijarka şandina 10 hezar leşkerên bejahî pêşkêşî Serokê Amerîkayê Donald Trump kirine. Ev hêz dê li Lîwaya 82yemîn ya Hewayî, ya ku jixwe li herêmê bi cih bûye, bê zêdekirin. Herwiha, ev hêz dê bi wesayîtên zirxî bê zeximkirin.”

Her wiha, Serokê Amerîkayê Donald Trump ji Fox TV re diyar kir ku nûnerên Îranê jê xwestine ku êrîşên li ser pergala enerjiyê rawestin, lê wî 10 rojan dem daye. Di vê demê de, ger daxwazên Amerîkayê yên ji 15 xalan pêk têne qebûl kirin, hêzên wan dê pergala enerjiyê ya Îranê têk bibin.

Li Bahreyn, Qeter û Siûdî dengê alarm û sirenan bilind bûn

Wezareta Karên Navxweyî ya Bahreynê îro bang li welatiyan kir ku aram bimînin, ji ber ku li seranserê welêt siren dest bi lêdanê kirine. Xizmetên hawarçûnê yên Qeterê jî di nav hefteyekê de yekem hişyariya ewlehiyê weşandin û bang li mirovan kirin ku li malên xwe bimînin.
Di heman demê de, Parastina Sivîl ya Erebistana Siûdî daxuyaniyek belav kir û hişyariyeke xeteriyê da kesên ku di nav sînorên Wîlayeta El-Herîc de dijîn.

Kuweyt: Dronên dijmin êrîşî bendera me kir

Saziya Bendera Kuweytê di daxuyaniyekê de ragihand ku Bendera Şuweyh rastî “êrîşeke bi dronên dijmin” hatiye û zirareke madî dîtîye. Di daxuyaniyê de herwiha hat gotin ku di bûyerê de tu kes birîndar nebûye.

Yekîtiya Mîrîtiyên Ereb: Em beşdarê koalisyona vekirina Tengava Hurmuzê dibin

Li gorî raporekê ya Financial Timesê, Yekîtiya Mîrîtiyên Ereb hevalbendên xwe agahdar kiriye ku ew ê tevlî hêzeke deryayî ya pirneteweyî bibe ku armanca wê vekirina Tengava Hurmuzê ye. Amerîkayê ji bo vê yekê bang kir ku hêza Îranê ya li ser rêya avê ya Tengavê bêbandor bike û koalisyoneke navneteweyî ava bike.
Îranê piştî êrîşên Îsraîl û Amerîkayê kontrola Kendava Hurmuzê girt destê xwe. Ji dema ku şer di 28ê Sibatê de dest pê kir, Tehranê li kendavê êrîşên li ser zêdetirî dehan keştiyan pêk anîne.

Îran: Em ê êrîşî otêlên ku leşkerên Amerîkî lê dimînin bikin

Berdevkê hêzên çekdar, Abolfazl Şekarchî, îro di daxuyaniyekê de di televîzyona dewletê de got: “Dema ku Amerîkî di otêlekê de dimînin, ji nêrîna me ve ew otêl dibe hedefa me. Gelo divê em rûniştî bimînin û li bendê bin ku ew êrîş bikin? Dema ku em bersiv bidin, divê em êrîşî wan bikin, li ku derê bin bila bibin.”

Êrîşên hevbeş ên Amerîka û Îsraîlê li dijî Îranê didomin

Hate ragihandin ku hêzên hewayî yên Amerîka û Îsraîlê li Urmiyeyê û hin bajarên Eyaleta Azerbaycana Rojava ya Îranê êrîş kirine. Rêveberê Giştî yê Navenda Rêveberiya Krîzê ya herêmê, Hamed Saffarî, ji ajansa IRNA re got ku di êrîşê de hejmareke mezin a welatiyan hatine kuştin û birîndar bûne.

Îsraîlê derbarê teqînên li Tehranê de agahî da

Piştî raporên dengên teqînan li navend û rojhilatê Tehranê, artêşa Îsraîlê ragihand ku wê pêleke mezin ya êrîşan li Îranê pêk anîye.

Îsraîlê êrîşî başûr û rojavayê Lubnanê kir

Ajansa Nûçeyan ya Neteweyî ya Lubnanê ragihand ku balafirên şer ên Îsraîlê li nêzîkî Kaleyhê li bajarê Tîrê xaniyek xistine. Herwiha, li gorî ragihandinan, topbaran li herêmên Naqoura û Hamoulê hat bihîstin.

Di heman demê de, çend gundên li rojavayê Lubnanê jî rastî topbaranê hatin.
Hejmara miriyan gihîşt 1,116 kesan. Li gorî Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di navbera 2yê Adarê û 20ê Adarê de herî kêm 1,116 kes hatine kuştin û 3,229 kes jî birîndar bûne.

Li gorî televîzyona NNAyê jî îro di berbangê de çend gundên li rojavayê Lubnanê jî rastî topbarana artêşa Îsraîlê hatin. Hejmara miriyan ji ber êrîşên Îsraîlê yên li Lubnanê gihîşt 1,116an. Li gorî daxuyaniyeke Wezareta Tenduristiyê ya Lubnanê, di navbera 2yê Adarê û 20ê Adarê de di êrîşên Îsraîlê yên li ser Libnanê de herî kêm 1 hezar û 116 kes hatine kuştin û 3 hezar û 229 kes jî birîndar bûne. Balafirên şer û yekîneyên topavêj ên Îsraîlê herwiha gelek bajarok û gundên li başûrê Lubnanê jî kirin hedef.

 

Etîket: gefxwarinLubnanMîrîtiyên ErebŞerê Îsraîl-DYA û Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hêzên Îsraîlê ketin kûrahiya başûrê Lubnanê

Hêzên Îsraîlê ketin kûrahiya başûrê Lubnanê

10 HEZÎRAN 2026
Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê de 14 kes li Lubnanê hatin kuştin

9 HEZÎRAN 2026
Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

Îsraîlê li Lubnanê 11 kes kuştin

30 GULAN 2026
Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Lubanê de bi dehan kes hatin kuştin

Di êrîşên Îsraîlê yê li ser Lubanê de bi dehan kes hatin kuştin

29 GULAN 2026
Îsraîl êrişî Lubnanê kir: Herî kêm 31 kes hatin qetilkirin

Îsraîl êrişî Lubnanê kir: Herî kêm 31 kes hatin qetilkirin

27 GULAN 2026
Trump ‘agahiyên erênî’ vedibêje, Îran red dike lê kela şer danakeve

Trump ‘agahiyên erênî’ vedibêje, Îran red dike lê kela şer danakeve

18 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne