• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Şemzînanê welatiyan bi coşeke mezin Newroz pîroz kir

Colemêrg / AW

23 ADAR 2026 - 17:45
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Şemzînanê bi hezaran welatî bi cil û bergên neteweyî herikîn qada Newrozê. Oznûr Bartinê bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û got: “Di Newrozê de bi milyonan kes ji bo aştî û cavaka demokratîk derket qadan.”

Newroza 2026an a bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” li navçeya Şemzînanê ya Colemêrgê bi tevlêbûna bi hezaran hat pîrozkirin. Gelê Şamzînanê bi kiras û fistanên xwe, bi şal û şepikên xwe qada Newrozê xemiland. Li qada Newrozê pankarta “Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” hat daliqandin. Di pîrozbahiyê de parlamenterên Colemêrgê yên DEM Partiyê Oznûr Bartin û Vezîr Coşkun Parlak, rêveberên partiyên siyasî, saziyên civakî, Dayikên Aştiyê û bi hezaran welatî amade bûn. Di qada Newrozê de posterê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hat vekirin û her tim dirûşmên “Bijî Serok Apo” hatin berzkirin.

‘Bi milyanan kes ji bo aştî û cavaka demokratîk derket qadan’

Parlamentera DEM Partiyê ya Colemêrgê Oznûr Bartin di pîrozbahiyê de bal kişand ser pêvajoya Aştî û Civaka Demokratî ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hatibû destpêkirin û got: “Hûn jî dizanin, ji 27ê Sibatê ve ji salekî zêdetir e pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk destpê kiriye. Gelê Kurd di vê pêvajoyê de gelek gavên girîng avêtin. Lê mixabin dewletê hê gavên pêwist neavêtine. Em li vir bang dikin; hûn li benda çi ne? Çima hûn mafên gelê Kurd bi cih nayînin? Divê hûn li vê qadê binerin, li tevahiya Kurdistanê binerin. Du mîlyon kedkar, gelê Kurd, welatparêz û dostên welatparêzan, dostên Kurdan derketin qadan. Çima? Ji bo piştgiriya aştiyê, ji bo piştgiriya civaka demokratîk. Em rojbûna Rêberê gelê Kurd, rênîşanderê rêberan birêz Abdullah Ocalan pîroz dikin û dibêjin: ‘Azadiya te azadiya me ye, paşêroja me tû yî.’ Dîsa em dibêjin, Newroza te pîroz be.”

Piştre rêveberê DEM Partiyê yê navçeya Şemzînanê Fahîr Geylanî peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a ku jî bo Newroza Amedê şandibû, xwend. Gel piştî xwendina nameyê dirûşma “Bijî Serok Apo” berz kir.

Piştî axaftinan agirê Newrozê hat pêxistin û hunermendan stranên xwe stirîn. Gel li dor agirê Newrozê govend gerand û piştre pîrozbahî bi dawî bû.

Etîket: Abdullah OcalanAzadiNewrozpîrozbahîŞemzînan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Divê êdî Abdullah Ocalan azad bibe

KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

2 TÎRMEH 2026
Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Jody Williams nameyek ji Abdullah Ocalan re şand

1 TÎRMEH 2026
Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

Bakirhan: Divê şertên jiyan û xebatê yên birêz Ocalan bên başkirin

30 HEZÎRAN 2026
Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

Mitînga Amedê bi dirûşma ‘Bijî Serok Apo’ bi dawî bû

28 HEZÎRAN 2026
Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

Veysî Aktaş: Em ê destûrê nedin aştî veguhere teslîmiyetê

28 HEZÎRAN 2026
Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

Di Mitînga Azadiyê de wêneyên Ocalan hate vekirin

28 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (36)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne