• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Bi milyonan mirov li qadan ji bo azadiya Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin’

Navenda Nûçeyan / AW

23 ADAR 2026 - 17:41
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di pîrozbahiya Newrozê ya li Artukluyê de, Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş got: “Bi milyonan mirov li qadên Newrozê dengê xwe bilind kir. Dengê xwe ji bo azadiya Rêberê Gelê Kurd rêzcar Abdullah Ocalan bilind kirin.”

Li navçeya Artuklu ya Mêrdînê, bi dirûşmeya “Newroza Azadî û Demokrasiyê / Newroza Azadî û Yekitiya Demokratîk” pîrozbahî hate lidarxistin û bi hezaran kes tevlî bûn. Welatî ji danê sibê ve herikîn Qada Fuarê ya navçeyê. Beşdar bi cilên xwe yên neteweyî û aksesuarên rengîn di qadê de cih girtin. Her wiha komên alîgirên tîmên futbolê û mêvanên ku ji Ewropayê hatibûn jî di pîrozbahiyê de amade bûn. Welatî li ber stranan govend gerandin û bi domdarî dirûşmên “Bijî Serok Apo”, “Bê Serok Jiyan nabe”, “Yek e yek e yek e Kurdistan yek e!” û “Bijî berxwedana Rojava” berz kirin.

Pîrozbahî piştî gerandina govendê, bi merasîma rêzgirtinê ji bo bîranîna kesên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dane berdewam kir. Piştî rêzgirtinê ji qadê dengê dirûşma “Şehîd namirin” bilind bû û piştre bername bi axaftinan dewam kir.

‘Newroza Serok Apo ye’

Endamê Komîteya Amadekar û Hevserokê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Artukluyê Mehmet Bîngul destnîşan kir ku gelê Kurd li qadan daxwaza statû û mafên xwe dike û got: “Îro gelê Kurd bi milyonan diherike qadan. Diqîre ku xwedî statû ye. Azadiyê dixwaze. Azadiya Rêberê xwe daxwaz dike.”

Piştre Hevşaredara Bajarê Mezin a Mêrdînê Devrîm Demîr axivî û diyar kir ku jinên Kurd bi rengên xwe qad xemilandine û ev tişt got: “Gelê Kurd bi vî ruhî di avakirina yekitiya xwe de bi biryar e. Ji bo yekitiyê li ber xwe dide. Îro êdî dema azadiyê ye, dema yekitiyê ye. Em dixwazin ev Newroz bibe wesîleya yekitî û azadiya Kurdan.”

Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) yê Mêrdînê Abdulselam Turan jî anî ziman ku ji qadên Newrozê bi hezaran silav gihîştine Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û got: “Aştî ne tenê bêdengkirina çekan e, aştî rûmeta mirovan e. Aştî avakirina civaka demokratîk e bi pêşengiya jinan e. Aştî banga Serok Apo ye. Newroz bi xwe Serok Apo ye.”

‘Dema azadiyê hatiye’

Di dawiyê de Parlamentera DEM Partiyê Bêrîtan Guneş Altin axivî û diyar kir ku Newroza 2026an ketiye dîrokê û wiha axivî: “Hûn amade ne em Newroza Serok Apo bi hev re pîroz bikin? Newroza te pîroz be Serok Apo. Banga rêzdar Abdullah Ocalan banga jiyanekê nû ye. Di peyama xwe ya Newroza 2026an de jî destnîşan kir ku Newroz destpêka jiyanekê nû ye. Em jî ji vir bang dikin: Heke hûn di avakirina jiyanekê nû de jidil bin, deriyên girtîgehan vekin. Bila gerîla bikaribin siyasetê bikin. Bi milyonan mirov ji bo azadiya rêzdar Abdullah Ocalan dengê xwe bilind kirin. Êdî dema azadiyê ye, dema avakirina jiyana nû ye.”

Piştî axaftinan, girseyê bi stran û amûra ribabê pîrozbahî û govenda xwe berdewam kir.

Etîket: Abdullah OcalanAzadiMerdinNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026
Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

Siyasetmedar Mûsa Çîftçî: Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be

20 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne