• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Li Gimgimê pîrozbahiya Newrozê hate lidarxistin

Mûş / AW

23 ADAR 2026 - 13:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Li Gimgimê Newroz bi şîara “Azadî û Yekitiya Demokratîk” hat pîrozkirin. Hevserokê DBPê yê Mûşê Umut Yilmaz di pîrozbahiyê de bang li desthilatê kir û got: “Birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû, niha dora dewletê ye.”

Li navçeya Gimgimê ya Mûşê, li Meydana Koxê bi şîara “Azadî û Yekîtiya Demokratîk” agirê Newrozê hat pêxistin. Pîrozbahî bi beşdariya bi sedan kesan û bi gerandina govendê dest pê kir. Di qada pîrozbahiyê de li dijî projeya Santrala Enerjiya Jeotermal (JES) a ku tê xwestin li gundê Xwarikê bê çêkirin, pankarta bi nivîsa “Ev erd mîrasa bav û kalan e, emanetê nifşên pêşerojê ye. Em JESê naxwazin” hat daliqandin. Girseya ku bi kincên neteweyî û bi rengên kesk, sor û zer qad tije kirin, piştî deqeyek rêzgirtinê li axaftinan guhdarî kir û li ber stranan govend gerand.

‘Newroza îsal Newroza Azadiyê ye’

Hevşaredara Gimgimê Gulbahar Kaya axaftineke kurt kir û Newroza gelê Kurd pîroz kir.

Hevşaredarê Gimgimê Giyasettîn Aydemir jî bal kişand ser girîngiya Newroza îsal û diyar kir ku Newroz sembola aştî û berxwedanê ye. Giyasettîn Aydemir got: “Agirê Newrozê jiyana azad honand. Bi sedsalan e Kurd agirê berxwedanê mezin dikin. Ez bawer dikim ku Abdullah Ocalan ê ku pêvajoya aştiyê da destpêkirin, wê azad bibe.”

‘Birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû’ 

Hevserokê DBPê yê Mûşê Umut Yılmaz jî destnîşan kir ku Gimgim xwedî ruhekî berxwedêr e û li dijî talana ekolojîk a li navçeyê bertek nîşan da. Umut Yilmaz wiha axivî: “Em rê nadin ku dest bidin av û xwezaya Vartoyê. Varto xwedî vîn e û di her hilbijartinê de bi rêjeya ji sedî 90 dengê xwe dide partiya xwe. Em ji vir bang li desthilatê dikin; birêz Ocalan bi rola xwe ya dîrokî rabû, niha dora dewletê ye. Ji her malê kesek di zindanê de an jî li sirgûnê ye. Gimgim dixwaze gavên hiqûqî û destûrî werin avêtin.”

Banga ji bo azadiya Ocalan 

Hevseroka DEM Partiyê ya Mûşê Çîçek Tûtûş jî diyar kir ku ew Newrozê diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dikin û got: “Em ji kela berxwedanê bang dikin; em azadiya fîzîkî ya Birêz Abdullah Ocalan û ji bo Kurdan statuyê daxwaz dikin.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hat pêxistin. Ciwanan bi coşeke mezin xwe bi ser agir re avêtin û pîrozbahî bi gerandina govendê ya li dora agir berdewam kir.

Etîket: NewrozNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkNewroza Gimgimê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne