• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Konyayê Newroza bi coş

Konya / AW

22 ADAR 2026 - 13:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Kurdên Anatoliya Navîn li Konyayê bi beşdariya hezaran kesî Newroz bi coş pîrozkirin. Parlamenterê DEM Partiyê Zekî Îrmez bal kişand ser girîngiya azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan. Girse li ber stranên Koma Navenda Çanda Anatoliya û Îhsan Xelikan govend gerand.

Li Konyayê bi şîraya, “Newroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk” Newroz hate pîrozkirin. Bi hezaran Kurdên Anatoliya Navîn di seatên sibê de li qada Sali Pazariyê ya li navçeya Selçûkluyê kom bûn. Welatiyên cil û bergên neteweyî li xwe kirin, bi rengên kes û sor û zer qad xemilandin. Bi hezaran kesên li qadê kombûyî sloganên, “Bijî Serok Apo”, “Bijî Newroz” û “Jin jiyan azadî” berz kirin. Piştî rêzgirtina ji bo cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê bernameya Newrozê dest pê kir. Di pîrozbahiyê de Parlamenterê DEM Partiyê yê Şirnexê Zekî Îrmez û Hevberdevkê Komîsyona Çand Huner û Ziman a DEM Partiyê Heval Dilbihar axivîn.

https://ajansawelat1.com/wp-content/uploads/2026/03/wene-konya-newroz-1.mp4

‘Pêşengên têkoşînê agirê Newrozê bi laşê xwe geş kirin’

Heval Dilbihar bal kişand ser girîngiya Newrozê û anî ziman ku Newroz ji bo gelê Kurd tê wateya têkoşîn û berxwedanê. Dilbihar wiha axivî: “Dengê xwe bilind kirin, agirê Newrozê bi laşê xwe geş kirin. Em tu caran wan ji bîr nakin. Ew cangoriyên azadiya gelê Kurd in. Heta dawiyê em dê bejna xwe li ber wan bitewînin. Armanca û hedefên wan danîn pêşiya me, em dê serkeftinê tacîdar bikin. Me wekî gelê Kurd, gelek zilm û zordarî dît, gelek êş me kişandin ji bo em li erdnîgariya xwe bi serkeftî, bi azad û rûmet bijîn me li berxwe da. Em hatine astekê êdî em bêstatû najîn. Em dibêjin êdî bes e. Azadî para geleme ye jî. Çewa ku neteweyên cîhanê azad dijîn, em jî li ser axa xwe, bi nirxên xwe dixwazin azad bijîn. Êdî serkeftin û azadiya gelê me nêzîk e.”

Banga azadiya Abdullah Ocalan

Parlamenter Mehmet Zekî Îrmez jî pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk bi bîr xist û xwest ku dewlet demildest gavan bavêje. Îrmez destnîşan kir ku gava yekemîn jî bêguman vekirina mafê hêviyê û azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e. Îrmez banga bilindkirina têkoşînê kir û da zanîn ku dê heta dawiyê azadiya Abdullah Ocalan bixwazin û mafên gelê Kurd biparêzin.

Koma Anatoliya girse coşand

Piştî axaftinan hunermend Îhsan Xelikan û Koma Navenda Çanda Anatoliya derketin ser dikê û stranên xwe ji girseyê re pêşkêş kirin. Koma Anatoliya bi stranên xwe girseya li qadê coşand. Girseyê jî li ber stranên hatine gotin govend girê da û Newroz pîroz kir.

Etîket: Îhsan XelikanKoma AnatoliyaKonyaNewroza Azadî û Yekîtiya DemokratîkZekî Îrmez
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

Derbarê rijandina petrolê ya gundê Dêra de pêşniyarpirs hat dayîn 

12 TEBAX 2026
Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

Çîgdem Kiliçgun Ûçar: Em ê bi hêza xwe gav bi dewletê bidin avêtin

16 HEZÎRAN 2026
Ji Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriya Amedsporê: Kolan bi alan xemilandin

Ji Kurdên Anatoliya Navîn piştgiriya Amedsporê: Kolan bi alan xemilandin

24 NÎSAN 2026
‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

‘Krîmînalîzekirina çand û nasnameya Kurdî li dijî ruhê aştiyê ye’

2 NÎSAN 2026
Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

Agirê Newrozê li Ceyhan, Îskenderûn û Tarsûsê hat vêxistin

28 ADAR 2026
Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

Li Qilebanê pîrozbahiya Newrozê: Heta azadiyê wê têkoşîna me bidome

25 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne