• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li Amedê reng û dengê qadê bû Abdullah Ocalan

Amed / AW

21 ADAR 2026 - 14:10
Kategorî: CIVAK, MANŞET
A A
Li Newroza Amedê ku bi sed hezaran kes tevlê bû posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û sloganen, “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe” mohrawe li padê dan.

Newroza Amedê bi beşdariya sed hezaran kesan, coş û peroşek mezin berdewam dike. Ji axaftin û peyaman bigire heta poster û sloganên hatine avêtin dilsoziya bi Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan re mohra xwe li qadê û pîrozbahiyê xist.

Bi yek dengî gotin ‘Bê Serok jiyan nabe’

Peyama Abdullah Ocalan a Newrozê bi slogana, “Bijî Serok Apo” hate pêşwazîkirin. Girseyê bi yek dengî demek dirêj slogan dubare kir û dilsoziya xwe ya bi Abdullah Ocalan re anî ziman. Girseyê bi tîlîlî û çepikan hestên xwe anîn ziman.

Posterên mezin hatin daliqandin

Posterên mezin ên Abdullah Ocalan bi kûleyên li nava qadê ve hatin daliqandin. Posterên ku wêneya herî dawî ya Abdullah Ocalan li ser hatiye çapkirin, ji hêla gel ve bi coş hate pêşwazîkirin. Her wiha bi sedan alên wêneyên Abdullah Ocalan li ser îsal li qadê hatin hejandin. Di seranseriya pîrozbahiyê de qad bi poster û wêneyên Abdullah Ocalan hate xemilandin.

Azadiya Abdullah Ocalan derket pêş

Her wiha di axaftinan û peyamên hatine xwendin de jî daxwaza azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan hate ziman. Ji Serokê Giştî yê YNKê Bafil Talebanî bigire heta Peyama Îlham Ahmed, girtiyên azadiyê û siyasetmedaran tekane daxwaz bû azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan.

Gel hezkirina xwe anî ziman

Navê Abdullah Ocalan herê zêde jî di sloganên gel de hate ziman. Sloganên, “Bê Serok jiyan nabe”, “Bijî Serok Apo” û “Bi can bi xwîn em bi te re ne ey Serok” ji ser lêvan kêm nebû. Bi taybetî piştî peyama Rêberê Gelê Kurd a Newrozê girseyê bi yek dengî demdirêj got “Bê Serok jiyan nabe”. Her wiha kengî navê Abdullah Ocalan di axaftinan de derbas bibe girseyê heman slogan berz kir.

Etîket: Abdullah OcalanNewroza AmedêNewroza Azadî û Yekîtiya Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

Li Wanê Parka Mehmet Uzun hat vekirin: Ev park bila bibe wesîleya aştiyê

12 TEBAX 2026
Abdullah Ocalan: Me azadiya jinan ji xwe re esas girt

Abdullah Guler: Dê rojnameger bikaribin biçin Îmraliyê

5 TEBAX 2026
DEM Partiyê pêşnûmeya qanûna çarçoveyî îmze kir

Hevserokên DEM Partiyê: Qanûn ji bo vekirina deriyekî dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

Jinan li Amedê bang kir: Azadiya Abdullah Ocalan girîngiyek dîrokî ye

5 TEBAX 2026
Bahçelî: Banga 27ê Sibatê baştir hat fêmkirin

Bahçelî: Divê Ocalan bigihîje mafê heviyê û Demîrtaş were berdan

5 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne