• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Newroza Erzînganê: Agirê Newrozê agirê demokrasî û azadiyê ye

Navenda Nûçeyan/ AW

20 ADAR 2026 - 16:18
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Li Erzînganê pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Parlamentera DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Kordû di pîrozbahiyê de axivî û got: “Agirê Newrozê agirê demokrasî û azadiyê ye.”

Li Erzînganê bi dirûşmên “Newroza azadî û yekitiya demokratîk” û “Newroza azadî û demokrasiyê” pîrozbahiya Newrozê hat lidarxistin. Pîrozbahî, li rex avahiyên TOKÎyê yên bajarokê Ulularê hat lidarxistin û gelek kes tev li bûn. Li qada Newrozê pankarta “Li welat demokrasî, li herêmê aştî” hate daliqandin. Pîrozbahî, bi deqeyek rêzgirtinê dest pê kir.

‘Ji bilî mezinkirina têkoşînê çare nîn e’

Endamê MYK’a EMEP’ê Orhan Kurul di pîrozbahiyê de got ku pirsgirêka Kurd ji 1ê Cotmeha 2024an heta niha bi awayekî cuda tê nîqaşkirin û gavên Tevgera Azadiyê ya Kurd avêtî bi bîr xist. Kurul, diyar kir ku tekane gava dewletê avêtî amadekirina rapora Komîsyona Meclisê ye û wiha got: “Lê di wê de jî pirsgirêka Kurd tenê di çarçoveya pirsgirêka ‘terorê’ de hatiye destnîşankirin. Em hêj di serî de bibêjin; pirsgirêka kurd pirsgirêkeke sedsalî ye ku divê li ser bingeha mafên wekhev were çareserkirin. Ji bo vê jî ji bilî mezinkirina têkoşînê tu çareseriyeke me nîne. Li dijî kesên hewl didin bendewariyekê ji me re çêbikin, mîna serkeftinên di qadên Newrozê de em ê têkoşînê mezin bikin û li ser pêya bin.”

‘Deynê gel û baweriyan bo vê xakê heye’

Wekîlê DEM Partiyê yê Stenbolê Celal Firat jî cejna welatiyan pîroz kir û îşaret bi Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk kir. Firat, got: “Deynê biharê yê hemû gel û baweriyên li vî welatî dijîn ji bo vê xakê heye. Bihar ne ne tenê di xwezayê de, di dilê mirovan de ye. Heke di dilê me de kîn hebe, bihar nayê. Divê gelên me li dijî zilmê bi destên hev bigirin. Çawa ku hesinê di agir de tê helandin nerm dibe, zilm jî bi piştevaniyê dihele. Silav ji Kawayê Hesinkar re ku li dijî zilmê serî rakir. Em tevek jî mecbûr in bibin parçeyeke vê berxwedanê. Heke daxwaza me hezkirineke li vê xakê be, em mecbûr in piştgiriyê bidin pêvajoyê.”

‘Newroz berxwedana li dijî zilmê ye’

Wekîla DEM Partiyê ya Dêrsimê Ayten Korduyê jî anî ziman ku Newroz ji bo wan tê wateya roja berxwedanê ya li dijî zilmê û wiha domand: “Ev rastî hem di heqîqeta me de, hem jî di dîroka berxwedan û têkoşîna me de heye. Em di serdemeke dîrokî de ne ku divê bi têkoşîneke civakî bi hev re aştiyê bînin vî welatî.

‘Agirê Newrozê agirê azadî û demokrasiyê ye’

Di berdewama axaftina xwe de Ayten Kordû bal kişand ser polîtîkayên dewletê yên bi salan e dom dikin û ev tişt gotin: “Li Tirkiyeyê, pêşxistina têkoşîna li dijî aqilê înkarker û zilmê hêsan nîne. Li israra me ev e; ev xak aştiyê heq dikin. Di demeke em aştî û civaka demokratîk ava dikin de îktîdara siyasî û zîhniyeta dewletê, mecbûr e bi zilma xwe hevrû bibe. Lewma jî agirê Newrozê agirê demokrasî û azadiyê ye. Dê gelên me aştiyê bînin vî welatî. Heke îro li vî welatî hemû gel û baweriyên tên înkarkirin û tunehesibandin bi hev re têbikoşin, ev destkeftî, encama têkoşîna wan a hevpar e. Em bi xêra bi hezaran egîdên canê xwe ji dest dane gihiştine van rojan. Wan silav dikim, silav ji wan re.”

Piştî axaftinan, agirê Newrozê hate vêxistin. Beşdaran, li dora agirê Newrozê govend gerand û piştre jî li ber stranên hunermend Hasan Alî Sezer govend gerand.

Etîket: Ayten KorduCelal FiratNewroza ErzînganêOrhan Kurul
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

Tulay Hatîmogullari serdana çalakiya karkerên madenê kir

23 NÎSAN 2026
Polîsan li parlamenter Celal Firat da

Polîsan li parlamenter Celal Firat da

24 ÇILE 2026
Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

Celal Firat: Divê berê bi Birêz Ocalan re hevdîtin bikin

20 TEBAX 2025
Ayten Kordû: Dê têkoşîna azadiyê bidome

Ayten Kordû: Dê têkoşîna azadiyê bidome

1 KANÛN 2024

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne