• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    ÎSÎG: 226 karker di cinayetên kar de jiyana xwe ji dest dane

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dîplomasiya kurdan li Ewropa didome

Navenda Nûçeyan /AW

20 ÇILE 2025 - 08:13
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Navenda Nûçeyan – Şandeya Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) hefteyek e xebatên xwe yên li Brîtanyayê û welatên ewropayê didomîne. Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê MSDê Hesen Muhammed Elî anî ziman ku ew ji bo siberoja Sûriyeyê û êrîşên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tînin ziman û got: “Bi piranî hevdîtin erênî pêş dikevin û nerazîbûna li dijî Tirkiyeyê heye.”

Hefteyek e şandeya MSDê û Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Birîtanya û ewropayê xebatên dîplomasiyê dimeşînin. Di 15ê çile de şandeya MSD û Rêveberiya Xweser li paytexta Îngilistanê Londonê bi hikûmet, parlamento û rêxistinên civakî re hevdîtinên dîplomatîk pêk anîn. Şandeya ku ji Berpirsa Karên Derve ya MSDê Îlham Ehmed û Hevserokê Ofîsa Têkiliyên Giştî yê Meclîsa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hessen Muhammed Elî û endamên dîplomasiyê pêk tên hevdîtinên xwe yên bi parlementer, siyasetmedar, rewşenbîr û nûnerên saziyên civakî re berdewam dikin.

Şandeya MSD û Rêveberiya Xweser, li Londrayê beşdarî hin panel û çalakiyên ku ji aliyê Kurdish Progress, Koma Kurdan a Partiya Karkeran û Nûnertiya MSDê ya Îngilistanê pêk hatin bûn. Li parlamentoya Londonê panelek amede kirin. Dîsa bi minasebeta salvegera rizgarkirina Kobanê civînek pêk anî. Li aliye din bi rayedarên Hikûmeta Partiya Karkeran, sendîka, saziyên civakî û tevgerên Kurdistanî re civîyan. Şandeyê dîsa bi Partiya Karkeran û parlamenterên Partiya Muhafezeker re jî hevdîtin kirin. Bi parlamenterê DUBê Sammy Wilson re jî hevdîtinek kirin. Hevdîtinen şandeyê ku demek e dest pê kirine dê bidomin.

Hevserokê Ofisa Têkiliyên Giştî yê Meclisa Sûriyeya Demokratîk (MSD) Hesen Mihemed Elî têkildarî xebatên xwe yên dîplomasiya li Ewropayê ji Ajansa Welat re nirxand.

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku hevdîtin bi gelek aliyan re hatin kirin û wiha got: “Bi parlamenterên li parlamentoya Ewropa û nûnerên partiyan re hevdîtin hatin kirin. Me bi parlamenterên partiyên Birîtanyayê re hevditin kirin. Bi 8 parlamenter û lordan re hevdîtin kirin. Me li Londanê civînek pêk hat. Nêzî 100 sefîr beşdar bûn. Wezîrên parastinê, karên derve amade bûn. Wezîrê Alman, Misir, Urdun, Ispanya û gelek welatên din hatin amade bûn. Niqaş li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê hatin kirin. Dîsa gelek akademîsyen hatin beşdar bûn. Rojekê me wekî panelekê amade kir. Me li ser pêşeroja Sûriye û pêşketinên heyî niqaş kir. Rojekê em li ser siberoja Sûriyeyê axivîn. Em nêzî 20 kes beşdarî vê yekê bûn. Dîsa me civîn bi Wezîrê Karên derve yê Brîtanyayê re çêkir.”

Ji bo rizgarkirina kobanê bername amade kirin

Hesen Mihemed Elî da zanîn ku bi Bi minasebeta 10emîn salvegera Rizgarkirgina Kobanê (26 çile 2015) bernameyek amade kirin û wiha axivî: “Nêzî 25 parlamenter beşdar bûn. Dîsa nêzî 950 kesên bişanî hatin beşdarî bernameyê bûn. Di vê bernameyê de nêzî 5-6 parlamenter û nûnerên cuda axaftin kirin. Axaftinên wan der barê Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê de û der barê pirsgirêka kurd de erênî bûn. Me bi gelek nûnerên sazî û rêxistinên din re jî hevdîtin kir.
Dîsa me bi berpirsiyarê dîplomasiyê yê Patîkan re hevdîtin kir. Ev hevdîtinên ku hefteyekî berdewam kir, tev dagirtî bûn.”

Bal kişandin ser êrîşên li ser Rojava

Hesen Mihemed Elî bal kişad ser armanc û naveroka hevdîtinan û wiha berdewam kir: “Armanca van hevdîtinan bi taybetî li ser êrîşên Dewleta Tirk a li dijî rojava pêk hatin bû. Bi taybetî me bal kişand ser êrîşên li ser Bendava Tişrînê. Ev êrîş dê bi xwe re karaset û metirsiyek mezin bîne. Me xwest li dijî van êrîşên Tirkiyeyê hesasiyetek bê avakirin.”

Pratîka HTŞê metirsidar e

Hesen Mihemed Elî destnîşan kir ku yek ji mijara wan rewşa giştî ya Sûriyeyê bû û wiha lê zêde kir: “Rûxandina Rejîma Baasê hişt di Sûriyeyê de guhertin çêdibe. Rejîma berê ya Beşar Esad rûxiya û reviya. Lê niha Serokê HTŞê Ahmed Eş-Şara (Colanî) hatiye ser hikûmetê. Gotinên wan erênî ne. Lê pratîka wan ku pêk tê dijberî gotinên wan in. Pratîkên wan ên bi taybet ên li ser elewiyan û jinan metirsiyan çêdikin. Kiryarên wan tirsê çêdike.”

Kurd dê siberoja Sûriyê diyar bikin

Hesen Mihemed Elî anî ziman ku yek ji mijara wan li çareseriyek çawa ya siberoja Sûriyeyê bû û wiha got: “Sûriyeyek ne navendî wê çawa pêş bikeve? Em ji bo siberoja Sûriyeyê li ser pergala feteral rawestiyan. Parlamenterên birîtanî jî digotin pergala federal xweş e. Me dîsa bi gelek parlamenter û rewşenbîran re li parlamentoya Londonê jî civînek pêk anî. Me ev civîna jî li ser du mijaran pêk anî. Mijarek rewşa siyasî bû. Ya din em li Rojava karekî çawa dikin û siyaset ber bi kuve diçe bû. Kurd û bi giştî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji bo siberoja Sûriyeyê wekî hêza diyarker û balans e. Ji bo vê yekê me xwest ku zext li ser Tirkiyeyê bê kirin ku van êrîşên xwe yên li ser kurdan bidin rawestandin. Me diyar kir ku li Sûriye kurd dikarin siberoja Sûriyeyê diyar bikin û ew wekî eyara balansê ne. Bi serkêşiya kurdan û pergala Rêveberiya Xweseriya Demokratîk sûriye dikare bi rêve biçe.”

‘Me xeteriya li ser Rojava anî ziman’

Hesen Mihemed Elî bal kişand ser nêzîkatiya siyasetmedar, rewşenbir û pêşengên li Ewropa jî axivî û wiha got: “Kesên ku me bi wan re hevdîtin kirin, ji van êrîşên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ne razî ne. Diyar dikin ku divê ev mijar çareser bibe. Gelek parlamenteran digotin ‘Em ê vê mijarê li parlamentoyê bikin rojev’. Gotin ‘Em ê bikin name û bi wezîran re niqaş bikin.’ Karê dîplomasiyê xebatek demdirêj e. Di rojekê de biryar nayên girtin. Hevdîtin tên kirin, niqaş tên kirin. Hişyariya xeteriya li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê tê kirin. Bi van niqaş û hevdîtinan cemaweriyek-raya giştî tê avakirin. Di nava gel û nûnerên gel de hişyariyek çêdibe. Em dixwazin bi van xebatan bala wan bikişînin ser rewşa Rojava. Bi van xebatên me tirk bêzar bûn. Bi serdana me ya parlamentoya Brîtanyayê û civîna salvegera Kobanê de dewleta tirk bêzar bû. Bi taybetî di bernameya salvegera rizgarkirina Kobanê de nêzî 25 parlamenter amade bûn. Mesajên girîng hatin dayîn. Li ser azadiya kurdan û pergala Konfederalîzmê peyamên girîng hatin dayîn.”

Civaka Brîtanyayê erênî nêzîk dibe

Hesen Mihemed Elî li ser nêzîkatiya civaka Brîtanyayê jî rawestiya û wiha axivî. “Nêzîkatiyek erênî ya gel heye. Her kes dizane yê ku DAIŞ têk bir û xeteriya li ser gelê Ewropa rakir kurd in. Têkoşîna kurdan e. Hemû dizane HSD ye. Hezkirin û alîgiriyek ji bo kurdan û Xweseriya Demokratîk heye. Dîsa her kes metirsiyên xwe yên der barê HTŞê de tînin ziman.”

Hesen Mihemet Elî bal kişand ser xebatên dîplomasiyê û wiha bi dawî kir: “Xebatên me yên dîplomasiyê li welatên ewropa didomin. Hevdîtinên me yên bi welatên din re bidomin. Bi giştî nêzîkatî û rewşek siyasî û posîtîf li hemberî me heye. Em ê van xebatên xwe bidomînin.”

Dijmin her dem dixwaze nakokiyên nava kurdan zêde bike

Hesen Mihemed herî dawî li ser dîplomasiya navxweyî jî wiha got: “Di van rewşên dîrokî de kurd çiqas nêzî hev bibin û diyaloga navxweyî pêş bixin ew qas baş e. Dijminên kurdan her dem dixwaze nakokiyên di navbera kurdan de zêde bikin. Em jî li dijî vê yekê çiqas karibin nakokiyên navbera xwe kêm bikin û dostaniya xwe zêde bikin dê hêza me xurttir bike. Divê ev hevdîtin berdewam bike. Li Rojava jî divê ji bo ENKSê û partiyên din hevdîtin bên kirin. Divê hevpariyek bên kirin. Divê gelê kurd bibin yek deng. Dema çûn Şamê divê bi yek deng û biryarê biçin Şamê. Li ser vê mijarê dê bi gelek aliyan diyalog pêş bikeve.!”

 

 

 

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

Bertek nişanî revandin û ferzkirina sîxuriyê ya li ser ciwanan dan

7 COTMEH 2026
Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

Tulay Hatîmogûllari: Em dixwazin biçin Îmraliyê

7 COTMEH 2026
Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

Egîtîm Sen: Tundiya civakî diteyise dibistanan jî

7 COTMEH 2026
Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

Şaredarê Îzmîrê Cemîl Tûgay tev li AKPê bû

7 COTMEH 2026
Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

Dadgehê biryara girtina ‘Yeşîl’ da

7 COTMEH 2026
Rojnameger Hakan Tosun hate kuştin

Cezayê muebedê li kujerên rojnameger Hakan Tosûn hate birîn

7 COTMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne