• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCK: Em qadên Newrozê dagirin, daxwaza azadiya Rêber Apo bikin!

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2026 - 14:52
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
KCKê di peyama ji bo Newrozê weşandî de bang li gelê Kurd kir ku ji bo yekîtî û demokrasiyê biherikin qadan û daxwaza azadiya fîzîkî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bikin. Di peyamê de wiha hate gotin: “Ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya Kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin.”

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê bi boneya Newroza 2026an peyamek weşand û daxuyaniyên girîng dan. Di peyamê de Newroza gelê Kurd û hemû gelên herêmê hate pîrozkirin. Di peyama KCKê de hate daxuyandin ku Newrozek nû, salek nû ya hêviyê pêwazî dikin. Di daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Newrozê li Rêber Apo, li hevrêyên li zindanan, li gerîla, dayikên aştiyê, gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn pîroz dikin. Di şexsê Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan, Zekiye Alkan û Rahşan Demîrel de şehîdên Newrozê hemûyan bi hurmet û minet bi bîr tînin. Em soza xwe dubare dikin ku hesreta wan bi cih bînin.”

‘Newroz banga têkoşîna hevpar e’

Di peyamê de girîngiya Newroza îsal lhate destnîşankirin û wiha hate gotin: “Em Newroza 2026an di pêvajoyeke welê de pêşwazî dikin Dehaqan Rojhilata Navîn veguherandine gola xwînê. Weke ku di dîrokê de hate kirin, li dijî Dehaq ên vê serdemê, wezîfeya me ye ku bi ruhê Newrozê û bi tifaqa gelan têbikoşin. Newroz bi tifaqa gelan banga têkoşîna hevpar a li dijî van Dehaqan e. Li dijî Dehaqan dema Newrozbûyîna gelan e. Newroz roja têkoşînê ya li dijî her cûre nebaşiyê ye. Rabûna ser piyan a di Newrozê de wê Dehaqan ber bi qedandinê ve bibe û Rojhilata Navîn bigihîne şaristaniya demokratîk.”

‘Rêber Apo dixwaze polîtîkaya çareseriyê pêş bixe’

Di daxuyaniyê de hate ragihandin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan dixwaze polîtîkayek pirsgirêkan çarser bike pêş bixe û wiha hate domandin: “Rêber Apo beriya Newroza 2025an di 27ê Sibatê de Banga Aştî û Civaka Demokratîk kir û bi vî rengî xwest, li Rojhilata Navîn dawî li Dehaqan û şer bîne. Rêber Apo dixwaze polîtîkayeke welê serwer bike ku polîtîkayên hêzên otorîter ên herêmî hegemonîk ên navneteweyî rawestîne ku bûye barek li ser milê gelan. Ji ber ku ev hêz bi polîtîkayên xwe pirsgirêkan çareser nakin, berevajî hîn giran dikin.”

‘Li ser pirsgirêka Kurd Rojhilata Navîn dîl hatiye girtin’

Di peyama KCKê de ev nirxandin û bangawazî cih digirin: “Desthilatdariyên li Rojhilata Navîn ji civakan qut bûne. Ji ber vê yekê jî lawaz dibin û li destwerdanên derve vekirî dibin. Neçareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn ji destwerdanên li derve re weke hincet tê nîşandan. Rêber Apo bi Banga Aştî û Civaka Demokratîk dixwaze dawî li vê rewşê bîne ku zêdeyî sed sal in dewam dike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk a Rêber Apo li hemû welatên Rojhilata Navîn e. Bi taybetî li wan dewletan e ku dixwazin Kurdan di bin serweriya xwe de bihêlin. Ji ber ku neçareserkirina pirsgirêka Kurd di şexsê van welatan de Rojhilata Navîn bi temamî dîl girtiye.

Riya sêyemên dê gelan azad bike

Rêber Apo ji bo welatên Rojhilata Navîn ji vê zincîra li lingên xwe rizgar bibin, bi entegrasyona demokratîk a xwe dispêre azadiya Kurdan dixwaze van welatan demokratîk bike. Banga Aştî û Civaka Demokratîk rêya çareseriya rast nîşanî hemû welatan dide. Rêya ku projeya Rojhilata Navîn a hêzên navneteweyî bisekinîne û Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike ev e. Ev yek rêya sêyemîn e ku wê gelên Rojhilata Navîn azad û demokratîk bike. Banga ruhê Newrozê ya li gelan ev e.

Jin dizanin Rêber Apo dê Rojhilata Navîn bike welatê rojê

Jinan di 8’ê Adarê de bi vê têgihiştinê ji bo azadiya Rêber Apo bang kirin ku mîmarê Banga Aştî û Civaka Demokratîk e. Jin zanin ku azadiya Rêber Apo wê tevahiya Rojhilata Navîn bike welatê rojê. Ji ber ku Rêber Apo azadiya jinê dike bingeha demokratîkbûn û azadiyan hemûyan. Gelê me ala ku jinan di 8’ê Adarê de hildan dewr wergirt û li her derê daxwaza azadiya Rêber Apo dike. Bawerî ew e ku Rêber Apo ku gelê Kurd kiriye gelê Newrozê wê gelên Rojhilata Navîn hemûyan bike gelê Newrozê. Newroz li gel yekkirina gelê Kurd xwedî ruhê xwişk-biratî û azadiyê ye ku gelên Rojhilata Navîn jî bike yek.

Gelê me Newroza azadiya Rêber Apo pîroz dike

Gelê me Newroza 2026’an li her derê weke ‘Newroza azadiya Rêber Apo û yekîtiya Kurd a demokratîk’ pîroz dike. Gelê Kurd ku di çalakiyên xwedîderketina li Rojava de yekîtiya xwe ya civakî bi xurtî pêk anî, di Newrozê de wê yekîtiya Kurdan a demokratîk hîn xurt bike û li 4 parçeyên Kurdistanê jiyana demokratîk û azad nêzîk bike. Gelê me çawa ku bi rengekî mezin xwedî li Rojavayê Kurdistanê derket, wê bi gelê me yê Rojhilatê Kurdistanê re be ku şerê DYE/Îsraîl-Îranê yekser bandorê lê dike. Ji bo fatûreya vî şerî li gelê me yê Rojhilat neyê birîn, gelê me wê berpirsyariya pêwîst nîşan bide. Gelê Kurd ji bo Îran a demokratîk têdikoşe ku wê li Rojhilat jî bigihêje azadiya xwe.

Ji bo yekîtiyê biherikin qadan

Ev yek eşkere ye; azadî û demokrasî li her derê tenê bi têkoşînê pêk tê. Ji ber vê jî ya ku azadiya Rêber Apo û civaka demokratîk pêk bîne, têkoşîn e. Newroz her tim bûne ew roj ku têkoşîn gihîştiye asta herî bilind û bi têkoşîna wê salê re gavê dide avêtin. Ji ber vê yekê ji bo azadiya fîzîkî ya Rêber Apo, ji bo serxistina projeya civaka demokratîk û xurtkirina yekîtiya Kurd a demokratîk em li her derê qadên Newrozê dagirin! Em daxwaza azadiya Rêber Apo bikin û deriyên Îmraliyê vekin. Em di wê baweriyê de ne ku ev Newroz a ku jin û ciwan pêşengiyê jê re dikin, wê bibe asta herî bilind a hemû Newrozan û bang dikin ku bi civaka komînal a demokratîk re sala 2026’an bikin sala Rêbertiya Azad, Kurdistana Azad û Rojhilata Navîn a Demokratîk. Em Newrozê careke din li gelê xwe û gelên xwe pîroz dikin.”

Etîket: Cejna NewrozêKCKKurdistan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026
KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

KCKê berxwedêrên 14ê Tîrmehê bi bîr anî

13 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

KCKê ji bo Bahar Bîlge peyama sersaxiyê weşand

11 TÎRMEH 2026
KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

KCKê ji bo Selvî Tepe peyama sersaxiyê da

8 TÎRMEH 2026
Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

Remzî Kartal: Bi Rêber Apo re mutabakatek nebe qanûn dê bibe pirsgirêkeke mezin

7 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne