• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Dagirkirina Efrînê li Kobaniyê û Til Temir hate şermezarkirin

Navenda Nûçeyan / AW

18 ADAR 2026 - 13:59
Kategorî: CIVAK, ROJANE
A A
Li Kobaniyê û Til Temir bi boneya şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk meş hate li darxistin û hate xwestin ku Tirkiye demildest destê xwe ji Efrînê bikişîne.

Di 8emîn salvegera dagirkirina Efrînê ya ji hêla dewleta Tirk ve li Til Temîr û Kobaniyê meş û daxuyanî hatin lidarxistin. Meclisa Bajar a Til Temir bi boneya şermezarkirina dagirkeriya dewleta Tirk li Parka Meclisa Malbatên Şehîdan daxuyaniyek da çapemeniyê. Şêniyên bajêr û nûnerên rêxistinên civaka sivîl û partiyên siyasî tev li daxuyaniyê bûn. Daxuyanî ji hêla Hevserokê Meclisa Bajêr Xalid El Xelef ve hate dayîn. Xelef dewamkirina dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê şermezar kir û bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan kir ku berpirsiyariyên xwe pêk bînin û vegera ewle û birûmet ji bo koçberan misoger bikin. El Xelef destnîşan kir ku ji ber dagirkirinê hîn jî bi hezaran koçberên Efrînê di nav şert û mercên dijwar de dijîn. El Xelef diyar kir ku binpêkirinên li Efrînê, binpêkirinên aşkera yên qanûn û peymanên navneteweyî ne.

Di daxuyaniyê de bang li civata navneteweyî û rêxistinên mafên mirovan hate kirin ku berpirsyariyên xwe yên yasayî û mirovî bigirin ser xwe û ji bo vegera ewle û birûmet a koçberan bixebitin.

Li Kobaniyê meş: Divê Tirkiye dagirkeriyê bi dawî bike

Bi boneya 8emîn salvegera dagirkeriyê bi sedan şêniyên bajarê Kobanê û koçberên Efrînê yên ku li Kobanê dijîn, daketin qadan. Girseya gel ji Qada Jina Azad li hev kom bû û heta Qada Aştiyê meşiya. Di meşê de şaxên darên zeytûnê û wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û alên kesk, sor û zer hatin hildan û dirûşmeya, “Bijî berxwedana Efrînê” hate berzkirin. Li Qada Aştiyê deqeyekê rêz hat girtin û dûre jî li ser navê gelê Kobanê hevserokê Desteya Jîngehê ya Kobanê Arif Balî axivî û îşaret bir ser vegera xelkê Efrînê kir. Balî wiha axivî: “Beriya 8 salan dewleta Tirk a dagirker bi balafiran dest bi êrişa ser gelê me yê Efrînê kir, li beramberî wê jî qehremanî û fedekariya gelê me, bi hêza parastinê 58 rojan li beramberî artêşeke NATO’yê û li beramberî balafiran berxwedaneke bêhempa kir. Gelê Efrînê jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê belav bû. Êdî gel dixwaze vegere ser mal û milkên xwe. Bi fikra Rêber Apo ya entegrasyona demokratîk re dê hêviya vegera li Efrînê êdî bibe rastî.”

Etîket: dagirkeriya TirkEfrinKobanîTil Temir
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

Li Efrînê kampanyaya ‘Mala min mafê min e’

17 ÎLON 2026
Efrîniyê ku duh vegeriyabû hat revandin

Li Efrînê lîwaya leşkerî tê avakirin

26 TEBAX 2026
SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

SOHR: Arteşa Tirk ji gundê Cilbirê yê Efrînê vekişiya

10 TEBAX 2026
Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

Efrîniyên ku dixwazin vegerin warên xwe rastî gef û şantajên darayî tên

26 TÎRMEH 2026
Li Efrînê kesek hat kuştin

Li Efrînê kesek hat kuştin

24 TÎRMEH 2026
Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

Ji ber baregeha leşkerî nikarin vegerin malên xwe

20 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne