• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
03 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Bayindir: Azadî tenê bi xwestek û niyeta baş nabe, têkoşîn pêwîst e

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Li Başûr YNKê û Nifşê Nû tifaqek ava kir

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Çelenga Newrozê Elefterîa Fortûlakî: Çalakiya wê gihîşt armanca xwe

Omer Demîr / AW

17 ADAR 2026 - 08:23
Kategorî: JIN, MANŞET, ROJANE
A A
Stenbol – Elefterîa Fortûlakî ku ji bo pîrozkirina Newrozê û şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di Newroza 2006an de bedena xwe da ber agir, armanca çalakiya xwe wekî, “azadiya gelê Kurd” vegotibû. Hevjînê Eletferîa Fortûlakî, Şivan Ocal diyar kir ku li ser çalakiya Elefterîa gelek kes tev li têkoşînê bûn û bi vî awayî çalakiya wê gihişt armanca xwe. Ocal bang li her kesî kir ku îsal zêdetir tev li Newrozê bibin.

Di dîroka gelê Kurd de Newroz berî her tiştî têkoşîn û berxwedan e. Kengî xeteriyên li dijî gelê Kurd derketibin holê, çelengên Kurdistanê bi navên Zekiye, Sema, Ronahî, Bêrîvan û Rahşanê bi berxwedanê bersiv daye. Ruhê çelengên bi bedena xwe agirê Newrozê vegerandin mîrateya berxwedanê di her dema xeteriyê de xwe nîşan dide û wekî mertalekê gel û nirxan diparêze. Ji van çelengan yek jî Elefterîa Fortûlakî ye. Elefterîa Fortûlakî ji bo şermezarkirina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û zindîkirina çanda Newrozê di 24ê Adara 2006an de li bexçeyê Dêra Aîos Agîos Mîlanos bedana xwe da ber agir. Elefterîa Fortûlakî piştî tedawiya sê rojan di 27ê Adara 2006an de jiyana xwe ji dest da.

‘Wekî Zekiye, Sema, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan…’

Elefterîa Fortulakî ya dayîka 2 zarokan nameyek ji dayîk, hevser, zarokên xwe û gelê Kurd re nivîsandî li pey xwe hişt û sedemên vê çalakiya xwe bi berfirehî vegotibûn. Eleftarîa Fortûlakî di nameyê bi bîr dixist ku gelê Kurd ji bo xwişk û biratiya gelan têdikoşe û wiha dinivîsî: “Kurd zimanê xwe yê zikmakî û mafê perwerdeyê dixwazin. Dixwazin mîna mirovan bijîn. Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn re. Ez hinek dereng be jî wekî Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel û kesên din ên ev çalakî pêk anîn Newroza îsal pîroz dikim.”

‘Heval Rohat jî li vir bedana xwe da ber agir’

Elefterîa Fortûlakî di serî sedema cihê çalakiya xwe aşkere kiribû û wiha gotibû: “Heval Rohat jî çend sal berê li vir bedana xwe da ber agir. Sedema hilbijartina vî civî ev e. Zarokên min ên hêja, keç û kurê min ê delal, hevalê min Şiwan, dayik û bavê min, hevalên min, sedema ku min ev cihê çalakiyê hilbijart ew e ku Heval Rohat jî çend sal berê li vir bedana xwe da ber agir.”

‘Hêzên Kurdistan parçe kirin, Kurdan dikujin’

Elefterîa Fortûlakî destnîşan kiribû ku ew Kurdistanê jî wek warê xwe hez dike û wiha qala sedema hezkirina Kurdistanê kiribû: “Diya min dibêje tu ji Yewnanîstanê hez nakî loma bi Kurdî di axivî. Dayê, ez ji Yewnanîstanê hez dikim, ev der welata min e. Ez ji Kurdistanê jî wek warê xwe hez dikim. Ez ji zimanê Yewnanî hez dikim, lê ji Kurdî jî wek zimanê dayikê hez dikim. Dayê, dayika min, xwiş û biratiya gelan tiştekî pir xweş e. Gelê Kurd ji bo xwişk û biratiya gelan têdikoşe. Kurd zimanê xwe ya zikmakî û mafê perwerdeyê dixwazin. Dixwazin mîna mirovan bijîn. Ji ber vê yekê dayika min, hêzên ku Kurdistan kirine çar parçe, Kurdan dikujin.”

Wekî Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel…

Elefterîa Fortûlakî destnîşan dike ku dibe ev çalakiya wê li gorî dil nebe û û wiha dinivîse: “Silav li hemû şehîdên Kurdistanê û Rojhilata Navîn. Ez hinek dereng be jî wekî Zekiye Alkan, Sema Yuce, Ronahî, Bêrîvan û Rahşan Demîrel û kesên din ên ev çalakî pêk anîn Newroza îsal pîroz dikim. Biryardariya wan gelê Kurd û Kurdistanê bilind kir. Dîroka Kurdan mezin kir. Ez destên malbatên şehîdan û dayikên aştiyê maç dikim.”

‘Her ku çû zêdetir ji Kurdî û Kurdistanê hez kir’

Hevjînê Elefteria Fortûlakî, Şivan Ocal li ser çalakiya Elefterîa Fortûlakî ji ajansa me re axivî . Şiwan Ocal anî ziman ku Elefterîa kesek di jiyanê de parveker bûye û wiha axivî: “Heval Elefteria Tevgera Kurdistanê li ser pirtûkan nas kir. Zêde Kurdî nedizanî. Piştî me hevdu nas kir, ji bo Kurdî hîn bibe em bi Kurdî bi hev re diaxîn. Elefterîa jî dest bi lêkolînan kir. Televîzyonên Kurdî temaşe dikir, peyvên ku fêm nedikir nîşe digirt û ji min dipirsî. Bi vî awayî Kurdiya xwe pêş xist. Her ku çû zêdetir ji Kurdî û Kurdistanê hez kir.”

‘Çalakiya Elefterîa gihişt armanca xwe’

Şivan Ocal bi bîr xist ku çalakiya Elefterîa ne ji rêze bûye û wiha domand: “Ew kuştinên ku li Kurdistanê pêk dihatin, dîmenên îşkenceyên li ser bedanên gerîla bandorek mezin li ser Elefterîa dikir. Hevalên ku birîndar ên hatibûn Yewnanîstanê didît û xemgîn bû û ji xwe re digot ‘çi zêdehiya min ji wan kesan heye.’ Çalakiya Elefterîa gihişt armanca xwe. Jineke Yewyanî ji bo gelê Kurd çalakiyekê wisa kir ku li ser gelê Kurd gelek bandor kir. Xwarziya min jî ji çalakiya Elefterîa bandor girt û tevli gerîla bû. Bi sedan keç û xortên Kurd jî bi vê seknê tevli şer bûn. Heval Elefterîa jî gotibû ‘çalakî ji bo gelê Kurd bigihijê mafê xwe, azadiya xwe pêk tê.’ Ev bi hevgirtina gelê Kurd ya her çar aliyê Kurdistanê pêk tê.”

‘Divê gelê Kurd her carî zêdetir tevli Newroza îsal bibe’

Di dawiya axaftina xwe de Şivan Ocal destnîşan kir ku Heval Elefterîa jî dixwest ku Kurdistan azad û serbixe be û ev tişt gotin: “Divê em jî bi vê bîr û baweriyê bin. Pêvajoyek heye îro, Tirkiye jî ji bo Kurdan tiştên baş dibêje. Lê tiştên ku wan kirine di hişê me de ne. Divê ewqas talan û kuştin neyê ji bîr kirin. Di pêvajoyê de hê jî Tirkiyeyê tiştekî neda ye lê herdem xwestiye. Ji bo wê divê gelê Kurd her carî zêdetir tevli Newroza îsal bibe. Newroz pîroz be.”

Etîket: Elefterîa FortûlakîNewroz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

Ji ber stranên Newrozê lêpirsîn li bav û keç vekirin

12 HEZÎRAN 2026
Îmhaya bi agir û vejîna nû

Îmhaya bi agir û vejîna nû

29 GULAN 2026
Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

Li Agiriyê 20 kes tahliye bûn

19 GULAN 2026
Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

Girtinên ji ber pîrozbahiyên Newrozê li Mêrsînê hatin protestokirin

6 NÎSAN 2026
Sozdar Avesta: Tirkiye pêkanîna Peymana 10ê Adarê asteng kir

Avesta: Newroza 2026an referandûma azadiya fîzîkî ya Rêber Apo bû

3 NÎSAN 2026
Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

Li Stenbolê 3 jê zarok 8 kes hatin girtin

27 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Rojnamegerên Kurd: Astengkirina malperan darbeya li dijî çareseriyê ye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KCK: Ne Rêber Apo ne jî Tevgera me emrîwaqiyê qebûl nake

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Hesabê Ajansa Berûyê yê Xê hate astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (38)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne