• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
22 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Omer Akyol piştî 30 salan hat berdan

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Roja yekem a şîna cangoriyan bi dawî bû

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Bi girseyî serdana şînên cangoriyan hatin kirin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Cenazeyê Salih Muslim piştî merasîma li Qamişlo şandin Kobanê

Qamişlo / AW

13 ADAR 2026 - 14:38
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Bi hezaran xelkê Rojava cenazeyê endamê Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Salih Muslim ji bajarê Qamişloyê piştî merasîmê ber bi Kobanê ve rê kir.

Bi hezaran şêniyên Rojava bi Kurd, Ereb û Suryan û pêkhateyên din, endamê Desteya Hevserokatiya PYDê Salih Muslim oxir kir. Merasîma oxirkirinê ji aliyê Meclîsa Malbatên Şehîdan a bajarê Qamişloyê ve li Stadyuma Şehîdên 12ê Adarê pêk hat. Siyasetmedar û nûnerên eşîran ên Kurd û Ereb, şandeyeke partî û tevgerên siyasî yên ji Bakur û Başûrê Kurdistanê jî beşdarî merasîmê bûn.

Merasîmê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre peyama Rêber Abdullah Ocalan a bi boneya şehadeta têkoşer Salih Muslim hat xwendin.

Bi navê Meclisa Malbatên Şehîdan a Qamişloyê hevserokê meclisê Ubeyd Etê axivî. Ubeyd Etê di axaftina xwe de têkoşîna zêdetirî 50 salan a şehîd Salih Muslim a di oxirina doza Kurd de vegot û diyar kir ku şehîd Salih Muslim bê teredudu û bê muqabil tê koşiya, di mercên herî zehmet de xizmeta gelê xwe kir, li dijî rejîma Baasê û komên çekdar û siyasetên dewleta Tirk ên li dijî herêmê têkoşîn kir.

Etê di dewama axaftina xwe de bi bîr xist ku ne tenê gelê Rojava, lê parçeyên din ên Kurdistanê ji ber koça dawîn a Salih Muslim xemgîn bû. Etê di dawiya axaftina xwe de di dawiyê de got, dê şopdarên xeta şehîdan bin ta xeyalên wan bi cih werin.

Di merasîmê de endama Desteya Hevserokatiyê ya PYDê Foza Yûsif jî axivî. Foza Yûsif sersaxî ji gelê Kurd re xwest û piştevaniya Kurdan li hemû aliyên Kurdistanê, ji Qamişlo, Hewlêr, Silêmaniyê, Amed û Mehabadê silav kir.

‘Şervanê heqiyê bû’

Foza Yûsif anî ziman ku Salih Muslim xwedî dîrokeke dirêj a têkoşîna azadiyê ye, ji salên 1980yî ve bê westan kar kir, ramanên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan belav dikirin û mafên gelê Kurd diparastin. Foza Yûsif destnîşan kir ku Salih Muslim li hemberî rejîma Baasê jî tê koşiya û wiha got: “Ji aliyê rejîmê ve hat girtin û îşkence lê hat kirin. Tevî vê jî rojeke ji parastina doza gelê xwe dudilî nebû. Şervanek bû ku gotina heqiyê bang dikir. Ji malbateke welatparêz e ku di nava refên şoreşê de xwedî kedeke mezin e.”

Pirtûkên Ocalan wergerandiye

Foza Yûsif anî ziman ku şehîd Salih Muslim ne tenê siyasetmedar bû, di heman demê de nivîsakr û wêjevanê Şoreşa Rojava bû, pirtûkên Abdullah Ocalan wergerandin da ku hişmendiya li Kurdistanê bi pêş bixe.

Foza Yûsif her wiha bi bîr xist ku şehîd Salih Muslim ji bo avakirina yekitiya neteweyî ya Kurd têkoşîneke demdirêj kir û got: “Malbateke welatparêz, democrat û têkoşer ava kir. Zarokên xwe tev li şoreşê kir. Kurekî wî ji bo parastina Rojava ji çeteyên DAIŞê şehîd bû. Di heman demê de piştevanî doza jinan bû. Ji bo azadiya jinan û bidestxistina mafên wan û beşdarbûna wan kar kir.”

Foza Yûsif anî ziman ku ala kesk, sor û zer wê li ba bimîne û têkoşer bidome da ku hêviyên şehîdan pêk werin û mafên gelê Kurd di destûrê de werin nivîsandin.

Siyasetmedarên ji Başûr jî beşdarî merasîmê bûn 

Di merasîmê de şandeyeke YNKê gurzên gulan danîn ser gora şehîdan û bi navê serokê YNKê Bafil Talabanî, Luqman Werdî axivî.

Bi navê siyasetmedarên ji Başûr û Rojhilatê Kurdistanê, siyasetmedarê ji Başûr Serdar Abdullah jî axivî.

Keça Salih Muslim, Perwîn Muslim jî axivî û spasiya rayedarên Başûrê Kurdistanê kir û soza domandina rêya bavê xwe da.

Di dawiyê de hevrê û hezkiriyên Salih Muslim cenaze ber bi bajarê Kobanê ve bi rê kir. Cenazeyê Muslim, li Kobanê wê bi merasîmekê were veşartin.

 

Etîket: Endamê Konseya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih MuslimSalih Muslim
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Salih Muslim bi merasîmekê hat bibîranîn

Salih Muslim bi merasîmekê hat bibîranîn

19 NÎSAN 2026
Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

Ayşe Efendî: Hêviya Salih Muslim ew bû ku kongreyek yekîtiyê bê lidarxistin

31 ADAR 2026
Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

Gel bi slogana ‘Bijî Serok Apo’ dikeve qadê

21 ADAR 2026
Karayilan: Newroza 2026î ganî biba Newroza azadîya Rayber Apoyî

Ji Karayilan peyamên Newroza 2026an-1: Ji Muslim heta Sadak, Aykol, Kiliç û Huseynî windahiyên giran bûn

18 ADAR 2026
Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

Salih Muslim li Şam û Beyrûdê hate bîranîn

16 ADAR 2026
Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

Cenazeyê Bavê Welat hat oxirkirin: Bi slogana ‘şehîd namirin’ spartin axê HATE NÛKIRIN

15 ADAR 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne