• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

KCKê Osman Kiliç û Ehmed Huseynî bi bîr anî

Navenda Nûçeyan / AW

13 ADAR 2026 - 09:47
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Di peyamê de hate ragihandin ku yek ji kesayetên sereke yê karê çapemeniyê û dîplomasiya li Ewropayê Osman Kiliç wê her tim bi kesayetiya xwe ya kedkar bê bîranîn û Ehmed Huseynî jî bi berhemên xwe tevkariyeke mezin li karên helbest û wêjeyê bike.

Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCKê ji ber koça dawî ya rojnamevan Osman Kiliç (Gundî) ku salên dûr û dirêj li Ewropayê karê dîplomasî û çapemeniyê meşand û nivîskar-helbestvan Ehmed Huseynî peyameke sersaxiyê weşand.

Peyama KCKê bi vî rengî ye:

‘Bû yek ji hîmên bingehîn ên karê çapemeniyê’

“Hevrêyê me Gundî ku ji sala 1990î û pê ve li Ewropayê di nava têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de bû, ji ber nexweşiya ku demeke dirêj pê ketibû, şehîd bû. Bila serê gelê me û malbata wî sax be. Hevrêyê me Gundî (Osman Kiliç) wê li Kurdistana azad û demokratîk her tim bê bîranîn.

Hevrêyê me Gundî salên dûr û dirêj karên dîplomatîk meşand. Piştre tevlî karên çapemeniyê bû. Li gelek saziyên çapemeniyê di asta berpirsyariyê de xebitî. Herî dawî li ANFê wezîfeya dîrektoriyê dikir.

Ji malbateke welatparêz a ji Sêrtê bû. Keça vê malbata me ya welatparêz ku bavê wê mele bû, Newroz (Melahat Hîdayet Kiliç) sala 1993yan li nava refên gerîla şehîd bû. Hevrêyê me Gundî ji roja ku tev li bû û pê ve çi wezîfe jê re hate dayin, ew bi cih anî. Bi dehan salan, bi kesayetiya xwe ya dilnizm hewl da her wezîfeyê bike. Li Ewropayê bû yek ji hêmanên esasî yên karên çapemenî û dîplomasiyê.

Hevrê Gundî, li gel ku bi nexweşiyeke giran ketibû heta rojên xwe yên dawî jî karê xwe meşand. Dilsoziya xwe ya bi xeta Rêber Apo û Tevgera Azadiyê di kêliyên herî zehmet de jî dewam kir û bû xwedî sekneke mînak. Hevrêyê me Gundî ku yek ji kedkarên mînak ên têkoşîna azadiyê bû, wê her tim bi vê taybetmendiya xwe bê bîranîn. Kurdistana azad û Rojhiata Navîn a demokratîk ku hesreta wî bû, wê tekez pêk were.

Kurdistana azad wê bi hesta helbestvanan ava bibe

Helbestvan, wêjevan û rewşenbîrê Kurd ê hêja Ehmed Huseynî jî jiyana xwwe ji dest da. Bila serê malbata wî, civata huner û wêjeyê û tevahiya gelê Kurdistanê sax be. Hunermend, wêjevan û rewşenbîr ruhê civakê ne. Ji aktorên bingehîn e ku gel û civakê diparêzin û digihînin paşerojê.

Ehmed Huseynî jî bi helbestên xwe di afirandina ruh û hestên gelê Kurd de kedeke mezin da. Welatparêziya xwe ya xurt, hezkirina ji welat û gelê xwe di helbestên xwe de nîşan da. Têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd ji nêz ve şopand û hîs kir. Şewata sînemayê ya li Amûdê di helbestên Ehmed Huseynî de deng veda û gihand nifşên nû.

Ehmed Huseynî ku helbestvanekî bijartî yê kevneşopiya helbestvanan a Amûdê bû, li bajarê Amedê yê Bakurê Kurdistanê jî ma. Dema li Amedê bû şoreşa demokratîk û guherîna li nava civakê ya li Bakurê Kurdistanê ji nêz ve dît. Vê yekê bandor hem li kesayetiya wî hem jî li helbestên wî kir. Bi Şoreşa Rojava re derbasî Rojava bû, li vê derê tevkarî li karên wêjeyê kir. Beşdarî nava karên Yekîtiya Rewşenbîran bû û ji bo mayindebûna şoreşê hewl da wezîfeya dikeve ser milê xwe bi cih bîne.

Ehmed Huseynî salên dûr û dirêj di nava kevneşopiya çapameniya azad de li MED TV, Medya TV, ROJ TV, Çira TV, Ronahî TV, Mezopotamya TV bernameyên wêje û helbestan amade kir.

Ehmed Huseynî tevkariyên girîng li zimanên Kurd kir ku asîmîlasyon lê tê ferzkirin. Bi serweriya xwe ya li ser hevokan kir ku zimanê Kurd xurt bibe. Berhemên ku afirandiye wê tevkariyeke mezin li karê helbestvan û wêjevanan bike. Ji ber ku di nava têkoşîna şoreşgerî de bû, naveroka helbestên wî jî gelekî xurt bû; xwedî wê coş û motîvasyonê bû ku hîn bêhtir berheman biafirîne. Em di wê baweriyê de ne ku helbestvanên li Rojava û tevahiya Kurdistanê wê karên wî bi wate bikin. Kurdistana azad û demokratîk ku hesreta wî bû, bi ruh û hestên ku helbestvan diafirînin wê tekez pêk were.”

Etîket: Helbestvan Ehmed HuseynîHevserokatiya Konseya Rêveber a KCKêKCKrojnamevan Osman Kiliç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

KCK: Têkoşîna ji bo Rêber Apo û yekitiyê, parastina mîrasa Mam Celal e

3 COTMEH 2026
Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

Besê Hozat: Rêber Apo koordînatorê pêvajoyê ye

29 ÎLON 2026
KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

KCK: Bûyerên dawî nîşan dane ku hikûmeta Şamê îradeya xwecihî red dike

13 ÎLON 2026
Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

Bayik: Divê gel li benda gavên dewletê nemîne û xwedî li îradeya xwe derkeve

5 ÎLON 2026
KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

KCKê ji bo Şengalê bang kir: Divê mirovahî bi berpirsyariyê rabe

3 TEBAX 2026
KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

KCK: Feraseta neteweya demokratîk bingeh û parêzvanê destketiyên li Rojava ye

19 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne