• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
02 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komkujiya Sêwasê: Me ji bîr nekir, em ê nedin jibîrkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Komedyen Denîz Goktaş hate binçavkirin

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    Komkujiya li dijî Elewiyan: Otela Madimakê

    ‘Komkujiya Sêwazê ji ber redkarî û yekparêziyê hat pêkanîn’

    Hesabê Xê yê ajansa me hate astengkirin

    Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

    Malpera Nûmedya24 û hesabê wê yê Xê hate astengkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Rojnamegerî sûc hat hesibandin: Danişîna Nedîm Orûç di 24ê Nîsanê de ye

Navenda Nûçeyan / AW

7 ADAR 2026 - 16:50
Kategorî: DARAZ, ROJANE
A A
Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê derbarê nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç ê bi lêdanê hatibû binçavkirin de îdianame amade kir. Dozgerî rojnamegerî û xebatên rojnamegeriyê weke sûc hesiband.

 

Nûçegihanê ajansa me Nedîm Orûç di 14ê Çileyê li taxa Nûr a Cizîrê dema ku nûçe dişopand bi lêdanê hate binçavkirin û piştre hate girtin. Derbarê nûçegihanê me Nedîm Orûç de îdianame hate amadekirin. Serdozgeriya Komarê ya Şirnexê di îdianameyê amade kiriye de tevî ku di stuyê Orûç de kamera hebû, bi hincetên “Madeyên bi talûke bêyî destûr bi xwe re gerandin û veguheztin”, “di meş û çalakiyan de ji bo xuya neke ruyê xwe veşartin”, “propagandaya rêxistinê”, “astengkirina pêkanîna erkê” îdianame amade kir û xwest Orûç were cezakirin. Di îdianameyê de nûçeyên ku rojnameger Nedîm Orûç amade kirine wek sûc hatin hesibandin.

Îdianameya sosret

Tevgera Azadiyê ya Kurd dema di 26ê Cotmeha 2025an de daxuyand ku dê ji Bakurê Kurdistanê hêzên xwe vekişînin. Dozgerî şopandina vê nûçeyê wek sûc hate nîşan da. Herwiha kolandina goristanan û nûçeyên amade kiriye û li ser hesabên xwe yên medyaya sanal parve kirine jî ji bo Orûç sûc hatin hesibandin. Herwiha di îdianameyê de hat gotin ku di sala 2016an de li navçeya Cizîrê li ser kovara bi navê “Ciwanên Şoreşger ên Jin” şopa destê Orûç hatiye dîtin ji bo kovarê jî tê îdiakirin hatiye qedexekirin. Dîsa dema binçavkirinê de jî dîmenên Orûç kişandine wek hêmayên sûc hatin hesibandin.

1emîn Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê îdianameya ku dozgeriyê amade kiriye û rojnamgeriyê wek sûc dihesibîne qebûl kir. Danişîna ewil a nûçegihanê me Nedîm Orûç dê di 24ê Nîsanê were lidarxistin.

 

Etîket: Danişîna ewil 24 NîsanRojanamegerîRojnameger Nedîm Oruç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Doza rojnemeger Nedîm Orûç hate taloqkirin

25 HEZÎRAN 2026
Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

Nedîm Orûç: Her çiqas karê me wekî sûc bibînin jî em ê rastiyê ragihînin

28 NÎSAN 2026
Parlamenter Parlak binçavkirina rojnameger Orûç ji Wezareta Dadê pirsî

Danişîna doza nûçegihanê me Nedîm Orûç dest pê kir

24 NÎSAN 2026
Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

Rojnamegeran ji bo doza Nedîm Orûç banga piştevaniyê kir

22 NÎSAN 2026
‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

‘Girtina Nedîm Orûç binpêkirina mafê kesane û rojnamegeriyê ye’

20 NÎSAN 2026
Newroz Uysal: Nedîm Orûç û rojnamegerên girtî demildest berdin

Newroz Uysal: Nedîm Orûç û rojnamegerên girtî demildest berdin

8 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    Malpera ajansa me û Azadiya Welat hatin astengkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Malpera me wê li ser ajansawelat1.com weşana xwe bidomîne

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partiyê pêvajoya veguherînê da destpêkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ROJEVA 2yê TÎRMEHA 2026an

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Sezaî Temellî: Ji bo qanûna çarçoveyê mutabakatek heye

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • KOM Muzîkê albûma ‘Ji bo bîranîna Sêwasê” li ser dîjîtalê weşand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Bafil Talabanî û Îbrahîm Kalin li Silêmaniyê hevdîtin kirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Mamosteyê tecawizkar heta hetayî ji zanîngehê hat dûrxistin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Demîrtaş dê bi malbata Kabaîş re hevdîtinê bike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Meclîsa Jinan a Şaredariya Peyasê: Dê xebatên me bidomin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (31)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne