• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li ser sînorê Rojhilat daxuyanî: Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane pêk bê

Wan / AW

7 ADAR 2026 - 15:46
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Platforma Lêkolînên Koçberiyê li ser sînorê Îranê daxuyaniyek da û bal kişand ser pêleke gengaz a koçberiyê û wiha got: “Divê li herêmê çareseriyeke aştiyane, demokratîk û li ser bingeha mafên mirovan pêk bê.”

Platforma Lêkolînên Koçberiyê, têkildarî êrişên Îsraîl û DYAyê yên li ser Îranê û pêla koçberiyê ya ku dibe ku rû bide, li navçeya Seravê ya Wanê, li ber deriyê Kapikoyê ku di navbera Rojhilat û Bakurê Kurdistanê de ye daxuyanî da çapemeniyê. Di daxuyaniya ku pankarta “Bila gel berdêla şer nedin. Ji koçberkirina bi darê zorê re na!” hat vekirin de, endamên DEM Partî, DBP û Platforma Saziyên Demokratîk amade bûn.

‘Şer rîska krîzeke herêmî derdixe holê’

Hevserokê Komeleya Şopandina Koçberiyê ya Mezopotamyayê (GOÇ-DER) Mehmet Vecîh Aydogan diyar kir ku ligel şerê li Rojhilata Navîn krîza koçberiyê jî dest pê kiriye û wiha got: “Êrişên ku rojên dawî de ji aliyê DYA û Îsraîlê ve li dijî Îranê pêk hatin, hawirdora aştî û îstîkrara li herêmê ya ku jixwe nazik bû, ber bi krîzeke girantir ve bir. Bi êrişên ku di 28ê Sibatê de dest pê kirin û bi misîllemeyên piştî wê yên Îranê re, li Rojhilata Navîn rageşî bi lez zêde bû; pevçûnan rîska krîzeke herêmî ya berfireh a ku dikare bandorê li gelek welatan bike, derxistiye holê.”

‘Divê çareserî pêk were’

Aydogan bang li saziyên navneteweyî kir ku mafên sivîlan biparêzin û wiha got: “Em bang li hemû saziyên gelemperî yên têkildar û mekanîzmayên navneteweyî dikin ku mafên sivîlên ku neçar mane koç bikin biparêzin, pêşî li cudakariyê bigirin û hemû tedbîrên mirovî yên pêwîst bi lezgînî bistînin. Vekirina deriyên me ji bo mirovên ku neçar mane ji şer û polîtîkayên zextê birevin ne tercîhek e, hewcehiya mirovbûnê ye. Em daxwaz dikin ku êrişên li ser hemû sivîlan derhal bên rawestandin û li herêmê çareseriyeke aştiyane, demokratîk û li ser bingeha mafên mirovan pêk bê.”

Etîket: GOÇ-DER
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji GOÇDERê bang: Divê astengiyên li pêşiya vegeran bên rakirin

Ji GOÇDERê bang: Divê astengiyên li pêşiya vegeran bên rakirin

7 ÎLON 2026
Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

Li gundê Bîrikê bang kirin: Em ê vegerin gundên xwe

14 HEZÎRAN 2026
Bernameya GOÇ-DERê ya Hefteya Koçberiyê aşkera bû

Bernameya GOÇ-DERê ya Hefteya Koçberiyê aşkera bû

13 HEZÎRAN 2026
GOÇ-DER: Dixwazin di nava komîsyona li Meclisê bê avakirin de cih bigirin

GOÇ-DER: Dixwazin di nava komîsyona li Meclisê bê avakirin de cih bigirin

24 TÎRMEH 2025

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne