Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê li ber Postaxaneya Mezin a Sûrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê û wiha got: “Aştiya mayînde, bêyî hevrûbûna bi mexdûriyetên ku di rabirdûyê de pêk hatine û bêyî misogerkirina mafên kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin, pêkan nîn e.”
Komeleya Şopandin û Lêkolînê ya Koçberiya Mezopotamyayê li ber Postaxaneya Mezin a Sûrê ya Amedê derbarê jêrkomîsyonên ku di bin sîwana Meclisê de bên avakirin, daxuyaniya çapemeniyê da. Endam û nûnerên saziyên sivîl, siyasetmedar û gelek kes tev li daxuyaniyê bûn. Di daxuyaniyê de pankarta li ser “ji bo civaka demokratîk ava bikin” “em vedigerin erdên qedîm” hat vekirin.
Di daxuyaniya kurmancî ji hêla endamê komeleyê Hakan Şeker ve hat xwendin.
Hakan Şeker da zanîn ku di pêvajoya aştiyê de, mafên kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine derxistin divê bên parastin û wiha got: “GOÇDER divê di jêrkomîsyonan de cih bigire. Ji bo ku pêvajoya aştî û civaka demokratîk a ku li Tirkiyeyê tê meşandin veguhere aştiyeke civakî û mayînde, divê mexdûriyetên ku bi milyonan mirovan piştî ku di salên 1990î de bi darê zorê ji cih û warên xwe hatin derxistin hatin jiyîn bên çareserkirin û astengiyên li ber vegerên li gundan ji holê bên rakirin. Aştiya mayînde bi tenê bi bidawîbûna şer û pevçûnan pêk nayê, aştiya mayînde bi çarserkirina bêdadiyên ku di rabirdûyê de hatine jiyîn, parastina mafên mulkiyetê û bi şiyana jinûveavakirina jiyanê ya li ser axa xwe ya mirovan pêkan e.”
‘Ji azmûnên saziyên civaka sivîl sûdwergirtin girîng e’
Hakan Şeker diyar kir ku di vê çarçoveyê de di xebatên jêrkomîsyonên ku bi binê banê meclisê de hatine avakirin û dê bên avakirin sûdwergirtina ji ezmûnên saziyên civaka sivîl ên ku salên dûr û dirêj derbarê koçberiya bi darê zorê, valakirina gundan û vegera li gundan xebitîne xwedî girîngiyeke mezin e û ev tişt anî ziman: “GOÇDER ji salê 1990î vir ve çavdêriya koçberkirina bi darê zorê, valakirina gundan, pirsgirêkên koç û vegera li gundan dike; xebatên qadî û lêkolînan dike, nûsafan amade dike. Komeleya me ya ku beriya niha ji aliyê komîsyona têkildar a di binê banê meclisê de hat vexwendin, derbarê koçberkirina bi darê zorê, pirsgirêkên vegera li gundan û zagona bi hejmara 5233yan de pêşkêşî Meclîsê kiriye. Îro jî derbarê zagona bi hejmara 5233yan, pirsgirêkên mulkiyetê û eraziyan, astengiyên hiqûqî, aborî û binesaziyê yên li ber vegera li gundan de, em xwediyê ezmûneke qadî ya girîng in. Beşdarkirina GOÇDERê ya xebatên jêrkomîsyonan bi tenê daxwazeke nûnertiyê nîn e. Ev yek ji bo veguhastina rastiyên li qadê ya xebatên Meclîsê, ji bo rasterast teyisandina pirsgirêk û pêşniyazên çareseriyê yên mirovên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine koçberkirin a pêvajoyên biryardayînê, pêdiviyeke demokratîk e.”
‘Divê vegera ewle û bidildarî bê misogerkirin’
Hakan Şeker destnîşan kir ku di pêvajoya aştiyê de divê daxwaz û vîna vegerê ya hemwelatiyên ku ji ber bûyerên di salên 1990î de bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin û neçar mane li Kampa Mexmûrê bi cih bibin divê li ber çavan bên girtin û ev tişt gotin: “Divê astengiyên li pêşiya vegera li ser axa xwe ya ewle, bi dildarî û bi rûmet a mirovên ku dixwazin ji Mexmûrê vegerin ji holê bên rakirin; divê mafên wan ên hemwelatîbûn, mulkiyet, stirîn, debarê û mafên din ên civakî bên parastin, pêvajoya vegerê bi çareseriyên mayînde bê destekkirin. Daxwazên mirovên ku li Mexmûrê dijîn jî divê ligel mafên tevahiya mirovên ku bi darê zorê hatine koçberkirin bên nirxandin û di rojeva xebatên Meclîsê de cih bigirin. Vegera li gundan, bi tenê vegera mirovan a li gundan nîn e. Divê vegera ewle û bi dildarî bê misogerkirin, mafên mulkiyetê bên parastin, binesazî ji nû ve bê sazkirin, xizmetên perwerdehî û tenduristiyê bên kirin, çandinî û ajalvanî bên destekkirin û ji bo ku jiyaneke nû biafirînin jiyana aborî ya mirovan bê misogerkirin.”
Banga ji bo meclis, partiyên siyasî û saziyên eleqedar
Herî dawî Hakan Şeker bang li meclîsê, partiyên siyasî û saziyên têkildar kir ku GOÇDERê tev li xebatên jêrkomîsyonên têkildar bikin û sûdê rasterast ji nêrîn, pêşniyaz, nûsaf û ezmûnên wê yên qadî bigirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Aştiya mayînde bêyî hevrûbûna bi mexdûriyetên ku di rabirdûyê de pêk hatine û bêyî misogerkirina mafên kesên ku bi darê zorê ji cih û warên xwe hatine dûrxistin, pêkan nîn e.”










