• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

DBP: Em hevdîtina li Hewlêrê girîng û hêja dibînin

Amed / AW

17 ÇILE 2025 - 12:21
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A

DBPê piştevaniya xwe ya ji bo hevdîtina di navbera alî û hêzên Kurd de li Hewlêrê pêk hat de eşkere kir û got ku ew hevdîtinê girîng û qedirbilind dibînin û banga pêkhatina Yekitiya Neteweyî ya Kurd kir.

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) têkildarî hevdîtina Fermandarê Giştî yê Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) Mazlûm Ebdî û Serokê Giştî PDKê Mesud Barzanî û şandeyê wan daxuyaniyek nivîskî belav kir.

Mazlûm Ebdî şandeya xwe û Mesûd Barzanî û şandeya xwe duh li Hewlêrê li hev civiyabûn û geşedanên li Başûr û Rojavayê Kurdistanê û Sûriyeyê nirxandibûn.

Daxuyaniya DBPê ya bi sernavê “Yekitiya Kurdan Temînata Pêşeroja Azad û Hevpar a Gelan e” bi vî rengî ye:

“Di şexsê Rojhilata Navîn de di vê sedsalê de di hevsengiya hêzên kurewî de guherînin dîrokî pêk tên. Di pêvajoyeke bi vî rengî de pêkhatina Yekitiya Neteweyî ya Kurd, di warê hebûn û têkoşîna mafên Kurdan de xwedî cihekî dîrokî ye. Gelê Kurd ê ku di her kêliyên dîrokî de rastî polîtîkayên înkarê hatine, îro di warê avakirina pêşeroj û parastina destkeftiyên xwe de derfetên dîrokî dijîn. Geşedanên ku îro li Rojhilata Navîn pêk tên, nîşan dide ku; divê gelê Kurd çima yekitiya xwe ava bike û hêzên xwe bi awayekî hevpar mezin bike.

Li ser esasên Yekitiya Neteweyî pêkhatina yekitiya Kurdan li hember gefên ku destkeftiyên neteweyî hedef digrin, pêdiviyeke dîrokî ye. Ji ber vê yekê, di navbera Kurdan de yekitî, di navbera hêz û siyaseta Kurdan de avakirina tifaqan û pêşxistina têkiliyan hem ji bo armancên hevpar û hem jî ji bo diyarkirina stratejiyeke neteweyî wê derî ji derfetan re veke.

Em hevdîtina li Başûr gelek qedirbilind dibînin

Di vê çarçoveyê de em wek Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) hevdîtina ku duh li Başûrê Kurdistanê di navbera hêzên Kurd de pêk hat, gelek girîng û qedirbilind dibînin. Di vî warî de hêviya me ew e ku; li ser esasên Yekitiya Neteweyî hêzên Kurd di navbera xwe de pêwendiyên erênî ava bikin û van pêwendiyan bi pêş bixin.

Gelê Kurd sed sal in bê statu hatiye hiştin. Ji bo ev rewş xwe dubera neke û dîrok car din şahida têkçûyîna Kurdan neke, divê yekitiya gele Kurd, tifaq û hevkariya gelê Kurd bi her awayî li ser esasên nirxên netewî pêş bikevin. Ev yek wê hem ji bo gelê Kurd û hem jî ji bo gelên herêmê deriyên jiyaneke azad, demokratîk û aştiyeke bi rûmet veke.

Hêviya yekitî û aştiya navxweyî

Yekitiya ku wê di navbera gelê Kurd de pêk were, ne tenê di warê yekiniya hêzan de, wê di warê dîrok, çand û pêşerojeke hevpar de jî jiyaneke nû ava bike. Ji ber vê yekê jî avakirina Yekitiya Neteweyî ya Kurd li gel qada siyasî di warê çand û civakî de jî berpirsyariyeke dîrok ye. Parastina destkeftiyên gelê Kurd, ne bi perçebûn û têkçûyînê, wê bi yekitî û aştiya di navbera gelê Kurd de pêk bê.

Tifaqa di navbera hêzên Kurd de, wê hem ji bo îro û hem jî ji bo avakirina pêşeroja Kurdan bibe gaveke bingehîn. Bi vê mabestê ji bo li Kurdistan û Rojhilata Navîn jiyanake azad, wekhev û demokratîk ava bibe wek DBP em ê bi ruhê Yekitiya Neteweyî bangawazî û hewldanên xwe bidomînin.”

Etîket: BaşûrDBPHewlêrMazlum EbdîMesûd BarzanîRojava
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

6 COTMEH 2026
Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

Ji Mazlum Ebdî peyama ji bo perwerdeya bi zimanê Kurdî

29 ÎLON 2026
 Rewşa weşîya Dîyar Koçî giran a

Leşkerê îşkencekar li xwe mikûr hat: Diyar Koç alê danexistiye

29 ÎLON 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Îran êrişî Hewlêrê kir

Îran êrişî Hewlêrê kir

24 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne