• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgiriyê didin kampanyaya Rojava’

Amed/ AW

6 ADAR 2026 - 14:59
Kategorî: MANŞET
A A
Endamên Lijneya Kordînasyona Bajêr a Amedê ya TMMOBê yên jin li Amedê daxuyanî dan. Jinan diyar kirin ku li gel têkoşîna jiyana azadîxwaz û demokratîk a jinên Rojava ne û gotin: “Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgirî didin kampanyaya ku berdewam dike û bang li raya giştî dikin ku vê piştevaniyê mezin bikin.”

 

Lijneya Koordînasyona Bajêr a Amedê ya Yekîtiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB) bi dirûşma “Piştgiriya Bi Jinên Kobanê re. Bi ruhê berxwedanê yê 8ê Adarê em jiyanê diparêzin” li avahiyê Şaxa Endezyarên Înşaatê ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê daxuyanî da çapemeniyê. Endam û rêveberên TMMOBê û gelek kes tev li daxuyaniya çapemeniyê bûn. Metna daxuyaniyê ya bi Tirkî Hevseroka Odeya Endezyarên Madenê Zeynep Ogûzê xwend.

‘Berxwedana jinan a ku li Rojava bûye sembola hêviyê’

Zeynep Ogûzê diyar kir ku bi ruhê berxwedanê yê 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê re piştgiriya xwe ya ji bo kampanyaya piştevaniya bi jinên Kobanê ji raya giştî re radigihînin û got: “Li hemberî polîtîkayên şer ên ku li cîhanê û Rojhilata Navîn her ku diçe zêde dibin, li dijî newekhevî û pêkanînên antî-demokratîk, em piştevaniya jinan û daxwaza aştiyê bilind dikin. Li Rojava, jin ne tenê mexdûrên şer in; di heman demê de ew kirde ne ku jiyanê ji nû ve ava dikin, bi xwerêxistinkirina xwe veguherîna civakî pêk tînin û li dijî pergala mêrsalar modeleke jiyana alternatîf ava dikin. Berxwedana jinan a ku li Rojava derketiye holê; bûye sembola hêviyê ya li dijî taritiyê, sembola avakirina nû ya li dijî rûxanê û sembola têkoşîna azadiyê ya li dijî tundiyê.”

‘Şer, mafên jinan ên hatine bidestxistin paş ve dibe’

Zeynep Ogûzê destnîşan kir ku polîtîkayên şer herî zêde bandorê li jin û zarokan dikin û wiha bi lêv kir: “Encamên giran ên wekî koçberkirin, xizanî, tundî, îstîsmar û bêparbûna ji mafê perwerdehiyê, perspektîfa zayendiya civakî ya şer bi eşkereyî nîşan didin. Şer dema ku jiyan, xweza û kedê wêran dike, mafên jinan ên hatine bidestxistin jî paş ve dibe. Ji ber vê yekê, em parastina aştiyê ya li dijî her cûre polîtîkayên mîlîtarîst wekî beşeke bingehîn a têkoşîna jinan dibînin. Di bin van mercan de xebatên piştevaniyê ne tenê alîkariyeke mirovî ne; di heman demê de helwesteke polîtîk e ku ji bo têkoşîna azadiya jinan tê nîşandan.”‘Di pêvajoyên aştiyê de gotina herî bi bandor gotina jinan e’

Zeynep Ogûzê di dawiya axaftina xwe de anî ziman ku pirsgirêka Kurd a ku li Tirkiyeyê bi salan e bêçareserî hatî hiştin, mijareke sereke ya civakî ye ku divê bi rêbazên demokratîk û aştiyane were destgirtin û got: “Êdî pêdivî bi pêvajoyeke wisa heye ku ne çek lê gotin tê de biaxivin; ne polîtîkayên înkar û ewlehiyê, lê gavên demokratîk werin avêtin. Rêya aştiyeke mayînde; ji lihevkirineke civakî ya ku li ser bingeha hemwelatiya wekhev, garantîkirina maf û azadiyên bingehîn û vekirina qenalên beşdariya demokratîk hatî avakirin, derbas dibe. Wekî jin em dizanin ku di pêvajoyên aştiyê de gotina herî bi bandor û mayînde, gotina jinan e. Em wekî jinên endezyar, mîmar û plansazên bajêr, li mîrasa dîrokî ya 8ê Adarê xwedî derdikevin û diyar dikin ku em li gel têkoşîna jiyana wekhevxwaz, azadîxwaz û demokratîk a jinên Rojava ne. Em bi hêza xwe ya rêxistinkirî piştgirî didin kampanyaya ku berdewam dike û bang li raya giştî dikin ku vê piştevaniyê mezin bikin.”

 

Etîket: AmedKampanyaya RojavaTMMOBZeynep Ogûz
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

Hilbijartina DTSOyê pêk hat: Şer bandorek mezin li ser aboriyê kir

3 COTMEH 2026
Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

Pêşengeha Pirtûkan a Amedê di roja 5emîn de didome

30 ÎLON 2026
Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

Roja yekem a konferansa DER-MEZê bi rûniştinan berdewam kir

25 ÎLON 2026
Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

Li Amedê Kongreya Komeleya Derûnasên Mezopotamyayê dest pê kir

25 ÎLON 2026
Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

Bi girseyî serdana bîranîna Zîlan Kurdistan hat kirin

25 ÎLON 2026
Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

Konseya Bajêr a Amedê: Divê mîrateyên Amedê werin parastin

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne