• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

    ‘Nexweşxaneyên heyî ji gelek aliyan ve bi pirsgirêkên bingehîn re rûbirû ne’

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

‘Divê em jin her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev’

Esra Polat - Gulîzar Turkoz / AW

6 ADAR 2026 - 09:18
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Amed – Jinan bi çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja Jinan a Cîhanê de duh li Amedê bafirok firandin. Jinên ku tev li çalakiyê bûn destnîşan kirin ku ew ê berxwedana xwe bidomînin û wiha gotin: “Divê em jin têkoşîna xwe bilind bikin, her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev.”

Platforma Jinan a Dîcle Amedê di çarçoveya çalakiyên 8ê Adarê Roja jinan a Cîhanê de duh li Çiyayê Kirklar yê li navçeya Sûrê ya Amedê bafirok firandin. Nûnerên sazîyên sivîl yên jin, endamên komeleyên jinan û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Jinan di çalakiyê de bafirokên ku wêneyên keziyên hunandî li ser firandin û anî ziman ku bafirok sembola derbaskirina sînoran e û li dijî qedexeyan nîşaneya mezinkirina hêvî û azadiyê ye. Nesrîn Moral û Yasemîn Paçras ku tev li çalakiya firandina bafiroka bûn têkildarî 8ê Adarê ji ajansa me re axivîn.

‘Em ê berxwedana xwe bidomînin’

Xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Nesrîn Moral dîroka derketina 8ê Adarê bi bîr xist û wiha got: “Ev roj ji wê demê heta îro wekî rojeke têkoşînê, wekî hêviyekê tê dîtin. Em vê jiyanê wekî têkoşînekê dibînin. Ev berxwedan ji wê rojê heta îro berdewam dike. Îro jî ev berxwedan dê bi awayekî zêde dewam bike. Çimkî dema ku em dibêjin pergala hevserokatiyê; ji destpêkê, ji komunên jinan bigire heta îro, berxwedan û xebata jinan berdewam kiriye. Îro jî em ê berxwedana xwe bidomînin.”

‘Em hêvî dikin ku em ê di qonaxên pêş de bêtir serbikevin’

Nesrîn Moral da zanîn ku piştî heft-heşt salan Meclisa xwe ya jinan ava kirin û wiha domand: “Di nava xebatê de, gava firsend dihat dîtin, me Meclisa jinan dida xebitandin. Jin pêş diketin; perwerde û akademî dihatin dayîn. Yanî hevalên me yên ku dixwestin bi pêş ve biçin, me dixwest bi her awayî alîkariya wan bikin. Em dixwazin jin her tim bi biryar bin û em ê piştgiriya xwe ya ji bo wan her tim bidomînin. Em hêvî dikin ku em ê di qonaxên pêş de bêtir serbikevin.”

‘Jin hewl didin mafên xwe bi dest bixin’

Xebatkara Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê Yasemîn Paçras jî destnîşan kir ku 8ê Adarê ji bo jinan rojeke geleke taybet e û wiha bi lêv kir: “Roja Jinan a Cîhanê ye. Ev bi hezar salan e, têkoşînek e ku jin li dijî pergalê, li dijî zilma dewletê û zîhniyeta baviksalariyê didin. Ev têkoşîneke pîroz e û jin bi vî rengî hewl didin mafên xwe bi dest bixin.”

‘Em ê têkoşîna xwe mezin bikin’

Di berdewamiya axaftina xwe de Yasemîn Paçras anî ziman ku jin her tim hewl didin ku hebûna xwe îspat bikin û ev tişt gotin: “Em dixwazin ev tundî, ev neheqî û qetlîamên li ser jinan bi dawî bibin. Jin jiyan e; dema ku jin tune be, ne malbat dibe, ne civak dibe, ne jî jiyan dibe. Ji ber vê yekê divê em her tim li mafên xwe xwedî derkevin û têkoşîna xwe bilind bikin. Em jin divê her tim li cem hev bin û piştgiriyê bidin hev.”

Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

Li Amedê ji bo cangoriyan şîn hatin danîn

21 TEBAX 2026
Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

Serokê YRPê yê Hezexê ji ber tundiya sîstematîk hat girtin

21 TEBAX 2026
Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

Tuncer Bakirhan û heyeta pê re serdana şînê kirin

21 TEBAX 2026
Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

Berdana girtiya 32 salan Nûriye Adet cara 6an tê taloqkirin

21 TEBAX 2026
Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

Li Îranê ji bo girtiyên siyasî nameya vekirî

21 TEBAX 2026
‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

‘Werin em bi hev re xwedî li şehîdên xwe derkevin’

21 TEBAX 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Cangoriyên Tevgera Azadiyê bi sirûd û dirûşman tên bibîranîn

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne