• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Partiyên siyasî li dijî tayînkirina kesekî ji derveyî Kobanê derketin

Navenda Nûçeyan / AW

4 ADAR 2026 - 19:58
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Patiyên siyasî yên bajarê Kobanê bi daxuyaniyekê erkdarkirina kesekî ji derveyî bajarê Kobanê ku temsîla wê nake red kir û daxwaza betalkirina biryarê kir.

Patiyên siyasî yên bajarê Kobanê ji bo erkdarkirina kesekî ji derveyî bajarê Kobanê, li pêşiya cihê navenda Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) a Kobanê, daxuyaniyek da.

Daxuyanî bi zimanê Kurdî ji aliyê endamê Komîteya Navendî ya Partiya Demokrat a Kurdên Sûrî (PDKS) Gêlo Îsa û bi zimanê Erebî ji aliyê Hevseroka têkiliyên Derve ya PYDê ya Firatê Leyla Ehmed ve hate xwendin.

Daxuyanî wiha ye:

“Bi salan e gelê Kurd û hemû pêkhateyên li Sûriyeyê li ser destê rejîma ruxiyayî gelek êş, zor û zext kişandin. Ev êş, zilm û şîdeta heyî careke din bi destê DAIŞê di sala 2014an de hat nûjenkirin. Lewma pêwîstî bi fedekarî û yekgirtina pêkhateyên li Sûriyeyê hebû da ku pêşî li komkujiyên mezin bigirin û gel biparêzin.

Li ser vî esasî, weke gelê Kobanê ji kal, pîr, jin, mêr, ciwan û zarokên wê, me fedekariyên dîrokî kirin. Ji bo rizgarkirina Kobanê û parastina Sûriyê ji rêxistinên terorîst û parastina aramiya heremê, her wiha ji bo avakirina welatekî azad û civakeke demokratîk li ser hîmê wekhevî, edalet û azadiya jin, me berdêlên giranbuha di oxira vê dozê de da.

Piştî hilweşandina rejîma dîktator a Baasê, di navbera Hêzên Sûriya Demokratîk û hikûmeta demkî de, li ser bingehê entegresyonê û ji bo avakirina Sûriyeyeke demokratîk, di 29ê çileyê de rêkeftinek hat çêkirin.

Bingehê vê rêkeftinê jî, cihgirtina hemû pêkhate û hêzên heyî bi awayekî demokratîk, di Sûriyeyeke pir-rengî, nenavendî û demokratîk de bû. Lewma pêwîst e bê zanîn ku doza Kurdî, doza edaleta niştîmanî ye û mafê Kurdan beşeke sereke ji mafên hemwelatîyên Sûriyeyê ye. Ev yek ji li ser aramiya Sûriyê ne gefek e, berovajî ji bo domdariya aramiya heremê şert e.

Lê weke gelê Kobanê, bi taybet jî piștî ewqas qurbanî û şehadeta bi sedan keç û xortên me ku di oxira aramî û parastina yekitiya Sûriyeyê de hatin dayîn, ji nişkan ve em li rastî biryara tek-alî ya encumena Parêzgeha Helebê hatin. Erkdarkirina kesekî ji derveyî herêma Kobanê ku temsîla wê jî nake û ew kirina berpirsê Kobanê, biryareke ne adil û ne di cih de ye.

Li ser vî esasî, em weke partiyên siyasî yên li Kobanê, daxwaza betalkirina vê biryarê dikin. Her wiha weke hemwelatiyên Kobanê ji bo vê êșa ku bi salan me jiyane dubare nebe, em daxwaz dikin ku îradeya civaka Kobanê der barê vê biryarê de di ber çav re were derbaskirin.”

Partiyên daxuyanî daye ev in:

Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD)

Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûrî

Partiya Demokrat a Paşverû ya Kurd li Sûriyê

Partiya Çep a Kurd li Sûriyê

Tevgera Azadî a Kurdistanî li Sûriyê

Partiya Demokrat a Kurdî ya Sûriyê/Partî

Partiya Rêkeftin a Kurdî Sûriyê

Partiya Aştî ya Demokratî Kurdistanî

Etîket: betalkirinbiryarKobanêpartiyên siyasî
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

DEM Partiyê qurbaniyên 6-8ê Cotmehê bi bîr anî

6 COTMEH 2026
Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

Bi xatirxwestinê tev li bû û soza dayika xwe pêk anî

18 ÎLON 2026
Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

Mazlûm Ebdî bi malbatên şehîdên girtîgeha Kobanê re hevdîtin kir

16 ÎLON 2026
Mazlum Ebdî diçe Kobanê

Mazlum Ebdî diçe Kobanê

12 ÎLON 2026
Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

Endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan diyar bû

7 ÎLON 2026
Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

Li Kobanê Mihrîcana Zarokan a 9emîn pêk hat

1 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne