• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Abdullah Ocalan: Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e

Navenda Nûçeyan / AW

4 ADAR 2026 - 14:05
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Wekîlê DEM Partiyê Omer Ocalan ku bi Abdullah Ocalan re hevdîtin pêk anî diyar kir ku Abdullah Ocalan bal kişandine ser mijarên girîng û wiha got: “Birêz Ocalan got ‘Statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’”

Malbatên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, Hamîlî Yildirim, Omer Hayrî Konar, Ergîn Atabey û Mahmût Yamalak, di 26’ê Sibatê de li Girava Îmraliyê hevdîtin kir. Wekîlê DEM Partiyê yê Rihayê Omer Ocalan ku di hevdîtinê de cih girtibû, têkildarî hevdîtinê ji Ajansa Mezopotamyayê (MA) re axivî. Omer Ocalan, da zanîn ku hevdîtina wan nêzî 2 saetan domiyaye, heta niha bi Abdullah Ocalan re 6 caran hevdîtin kiriye û rewşa wî ya tenduristiyê jî baş e. Omer Ocalan, wiha got: “Di hevdîtinê de gelek mijar nirxand. Di hevdîtina ewil de mijarên Îran, Sûriye û Iraqê nirxand û pêşdîtinên xwe parve kir.”

‘Mûdaxaleya li dijî Îranê berfireh e’

Bi domdarî Omer Ocalan diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser tevdîrên ku hewceye li dijî van geşedanan bên girtin sekiniye û wiha pê de çû: “Serok, di hevdîtinên berê de gotibû ku divê gelê me tevdîrên xwe bigire, saziyên me tevdîrên xwe bigire ji ber ku Iraq çûye, Sûriye ji hev belav bûye û ji vir şûnde dê heke Îran xwe li ber çavan derbas neke û demokratîk nebe dê mudaxile li Îranê were kirin. Em, niha di qonaxa duyemîn a wê mudaxileyê de ne. Mudaxileya ewil, bi şerê 12 rojan dest pê kir. Mudaxileya heyî jî berfireh e, li erdnîgariyeke berfireh belav bûye û mudaxileyeke mezin tê kirin.”
Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan ji aliyekî ve ji hêla azadiyê û ji hêla din ve jî ji aliyê ewlehiyê nêz dibû û wiha gotiye: Gelo em ê ewlehiya gelê xwe çawa bikarin biparêzin û gelê xwe çawa azad bikin? Têkiliyeke sîmbiyotîk di navbera van her du têgehan de heye. Heke hûn ewlehiya gel biparêzin, di rêya azadiyê de hûnê gavekî girîng biavêjin. Wê demê hûn azadiyê biqîmet dikin û watedar dikin. Lêbelê ferasetên ku li erdnîgariya me, li Kurdistanê û welat rê li ber komkujiyên mezin vedikin çi ne? Divê em vê pir bi aşkerayî bibêjin; fatûreya daxuyaniyên şoven, nêzikatiyên gefxwarinê giran dibin. Gel bedela vê dide.”

Abdullah Ocalan giran meşiyana pêvajoyê rexne kir

Bi domdarî Omer Ocalan anî ziman ku ji bo banga Abdullah Ocalan pratîk bibe qada siyaseta demokratîk di nava hewldanan de ye û divê nîqaşên heyî derbasî qonaxeke nû bibin. Omer Ocalan, wiha pê de çû: “Serok, di hevdîtinê de got ku pêvajoya heyî giran dimeşe. Got ku her çend giran bimeşe jî zemînek ava kiriye. Dibêje ku asta heyî qadek ji siyaseta demokratîk re vekiriye. Her wiha Sero got; ‘Heta niha me her tiştek got û ji vir şûnde pêdivî bi gavên pratîk heye.’ Hem ji bo tevgera siyasî ya Kurd hem jî ji bo wan teorî pir girîng e. Civîn, konferans hene û kongre tên lidarxistin. Li bajar û navçeyan rêxistinî heye. Dibêje ku êdî pêdivî bi gavên pratîk, gavên şênber heye. Pêdivî bi polîtîkayeke şênber heye. Divê em encamekî bi dest bixin û ev peywira her du aliyan e. Erk û berpirsyartiyên her du aliyan hene û Serok dibêje ku zemîna vê çêbûye, qadek jê re vebûye û hem saziyên me hem jî partiya siyasî dikarin gelek tiştan bikin.”

Rejîma qeyûman hate rexnekirin

Omer Ocalan, got ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de bal kişandiye ser rêveberiyên herêmî û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Meseleya rêveberiyên herêmî meseleyeke girîng e. Serok, di hevdîtinê de li ser vê mijarê sekinî. Anku li rexekî rêveberiya navendî, li rexa din jî pêdivî bi verastkirinên zagonî ya têkildarî rêveberiyên herêmî heye. Serok, got ku ji bo rêveberiyên xwecihî bêhtir çalak bin, divê demildest verastkirinên zagonî di vê mijarê de bên kirin. Serok, behsa Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê û birêz Ahmet Turk kir. Got ku divê vegere ser peywira xwe. Serok, wateyeke mezin dide bidawîkirina sepana tayînkirina qeyûman.”

Abdullah Ocalan balkişand ser rêgeza hêviyê

Di berdewama axaftina xwe de Omer Ocalan destnîşan kir ku Abdullah Ocalan têkildarî mafê hêviyê jî axiviye û ev tişt anî ziman: “Serok got; ‘Mafê hêviyê girîng e. Di Meclisê de li ser meseleya statuya min hate axaftin. Bêguman statuya min girîng e. Divê ev mijar bê zelalkirin. Statuya min di heman demê de statuya Kurdan e.’ Di wê navberê de birayê wî Mehmet Ocalan kete navberê û got; ‘Gelê me dixwaze êdî hûn ji vir derkevin û di şert û mercên azad de bijî.’ Serok jî di wê navberê de got; ‘Derketina min a ji vê derê derketina gel e. Derketina gel jî derketina min e.’ Anî ziman ku hewceye di vê mijarê de verasetkirinên qanûnî bên kirin. Ne tenê li ser meseleya xwe, her wiha gelek caran bal kişand ser mafê hêviyê jî.”

Peywir danîn pêşiya siyasetê

Omer Ocalan, daxuyand ku Abdullah Ocalan girîngiyeke mezin dide rêveberiyên herêmî yên li Rojava, xwe bi xwe birêvebirina Kurdan û bi awayeke adilane parvekirina dahatan û got: “Serok, hêj destpêkê ve ji bo Kurdên li Sûriyeyê bikarin xwe ser pêyan bigirin, têdikoşe. Têkoşîneke mezin dide. Hewl dide di van şertên giran de dîplomasiyê bimeşîne. Serok, bernameyên girîng datîne pêşiya partiya me. Di mutabeqeta dawî de rola Serok Apo pir mezin e. Serok Apo, beriya niha jî gelek nirxandin têkildarî tevahiya Sûriyeyê û Rojava kir. Dibêje ku dewletên heyî divê ji holê rabin. Hinek alî propagandaya dewletê dikin û şerekî psîkolojîk ê mezin li dijî tevgera azadiyê û siyasetmedaran dimeşînin. Lêbelê ev tişt tiştên bêwate ne. Gelê me bedelên giran dide û kedeke mezin tê dayin.”

Kurdên Ewropa û Anatoliya Navîn silav kir

Omer Ocalan, got ku wan di hevdîtinê de ji Abdullah Ocalan re gotine ku di dema êrişên ser Rojava de li Ewropayê gel daketiye qadan û li dijî qirkirina dihat xwsestin were kirin rabûye ser pêyan. Omer Ocalan, got: “Serok Apo, silavên xwe ji gelê me yê li Ewropayê dimîne re şand. Got ku xebatên wî yên têkildarî wan jî hene, li bendê ye di vê mijarê de verastkirineke qanûnî were kirin û ji bo vê kedê dide. Got; ‘Bi taybet jî silavên min ji gelê me yê li Ewropayê re bike.’ Ji bilî vê, me behsa Kurdên li Anatoliyaya Navîn û Anatoliyeyê jî kir. Silavên Serok Apo ji bo wan hebûn. Serok Apo got ku pêvajoya çareseriyê ji bo hebûna wan girîng e. Got; ‘Wan heta niha jî hebûna xwe parastiye.’ Em tenê bi Anatoliyaya Navîn re bisînor nemînin; ji tevahiya gelê me yê li tevahiya Anatoliyayê , yê ji serdema Osmaniyan koçber bûn lê hêj jî hebûn û nasnameya xwe parastî re silavên xwe şand. Got; ‘Êdî amûra serdema nû siyaset e, siyaseta demokratîk, hiqûq e. Divê ew jî bên di bin sîwana DEM Partiyê de xebatên siyasî bimeşînin.’”

Abdullah Ocalan: Kurdiya min ji ya we baştir e

Omer Ocalan, diyar kir ku Abdullah Ocalan di hevdîtinê de li ser zimanê Kurdî jî sekinî ye û axaftina xwe wiha qedand: “Serok Apo got; ‘Zimanê Kurdî girîng e.’ Serok got; ‘Heke mejiyek hatibe parçekirin, ziman jî parçe dibe. Heke hêza we ya siyasî tune be, hêza we ya çandî jî nabe. Heke hêza we ya rêxistinkirî nebe, wê demê hûn nikarin zimanê xwe jî li ser pêyan bigirin.’ Hewceye ji ewil em hêza mejî û siyasî bêhtir çalak bikin ku bikarin ji hêla çandî û nasnameyê ve nirxên xwe biparêzin. Divê em xwedî li zimanê xwe derkevin, Kurdî çalaktir bikin. Heta dema em li wir bi Kurdî axivîn, got; ‘Ev 27 sal in li vê derê me. Ev 30 sal in bi tu kesekî re rast û dûrist bi Kurdî neaxivîme. Lê Kurdiya min ji ya we baştir e.”

Etîket: Abdullah OcalanKurdistanPêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne