• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd: Ji bilî yekîtiyê tu rêyeke serkeftinê nîne

Amed / AW

2 ADAR 2026 - 17:35
Kategorî: JIN, MANŞET
A A
Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur ku li Amedê komcivînek li dar xist, encamnameya civînê aşkere kir. Platformê destnîşan kir ku êrîşên li ser herêmê pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd êdî kiriye pêdiviyeke jiyanî ku nayê paşxistin û got: “Ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekîtî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye.”

Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur bi dirûşma “Bi pêşengtî û yekîtiya jinên Kurd ber bi avakirina yekîtiya neteweyî ve” li Odeya Bazirganî û Pîşesaziyê ya Amedê (DTSO) ya li navçeya Yenîşehîrê ya Amedê komcivînek li dar xist. Parlamenter, hevşaredar, endam û rêveberên partiyên siyasî û saziyên sivîl ên civakî di nav de gelek jin tev li komcivînê bûn. Di dawiya komcivînê de encamname hate aşkere kirin. Encamname bi sê zaravayên Kurdî hate xwendin. Encamnameya bi Kurmancî endama platformê Mizgîn İrgatê, ya Soranî endama platformê Fatoş Stêrk û ya Kirmanckî jî endama platformê Ferîde Aktûranê xwend.

‘Kurdistana ku bi sedsalan e bê statu hatiye hiştin’

Mizgîn Irgatê destnîşan kir ku erdnîgariya Rojhilata Navîn, wekî ku di her serdemên dîrokê de hatiye dîtin, îro jî bûye navenda herî dijwar a şer, pevçûn û lîstikên siyasî yên hêzên serdest û ev tişt gotin: “Dema em li rûpelên dîrokê û rûdanên rojên me yên îro dinêrin, eşkere dibe ku gel û baweriyên qedîm ên vê axê her roj bi êrîşên nû û piralî yên hêzên desthilatdar û hegemonîk re rû bi rû dimînin. Ev hêzên ku tenê li ser bingeha berjewendiyên xwe yên aborî û polîtîk tevdigerin, hewl didin bi rêya zext, dagirkerî û her cure polîtîkayên qirkirinê nexşeya herêmê ji nû ve ava bikin û vîna gelên azadîxwaz bindest bikin. Lê bele her alî baş dizanê ku ev dizaynkirina nexşerêya Rojhilata Navîn beyî gelê Kurd pêk nayê. Kurdistana ku bi sedsalan e bêstatu hatiye hiştin û veguheriye qada kolonyalîzmê, di vê serdemê de careke din bûye hedefa sereke ya van hêzan û hemû nirxên neteweyî, mirovî û çandî yên gelê Kurd ketine bin xetereya talan û wêrankirinê.”

‘Jinên Kurd di vê pêvajoyê de têkoşîneke bêhempa meşandin.’

Fatma Irgat anî ziman ku li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê, li ber çavên hemû cîhanê, hewl hate dayîn ku bi destên komên hov ên tarî pergala jiyana demokratîk û azadiya jinê ya ku nêzîkî panzdeh salan e hatiye avakirin, were hilweşandin û wiha bi lêv kir: “Armanca sereke ya van êrîşan şikandina vîna gelê Kurd û jinan bû ku wekî modela jiyaneke nû li herêmê şîn bûye. Lê belê, berxwedana dîrokî ya gelê me û bi taybetî vîna jinên Kurd a ku bi felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ gerdûnî bûye, nîşan da ku hêza herî mezin a parastinê yekîtiya gel bi xwe ye. Jinên Kurd di vê pêvajoyê de ne tenê ji bo parastina xwe, lê ji bo parastina hemû bawerî û gelên ku bi wan re dijîn têkoşîneke bêhempa meşandin.”

‘Jin pêşengên guhertina civakî ne’

Fatma Irgat diyar kir ku li Rojhilatê Kurdistanê, ev vîna azadiyê ya ku bi kuştina Jina Emînî veguherî şoreşeke jinan a gerdûnî, careke din nîşan da ku jin pêşengên guhertina civakî ne û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev serhildana ku bi dirûşma ‘Jin, Jiyan, Azadî’ li hemû bajarên Rojhilat û Îranê belav bû, li hemberî her cure zilm û zordariyê bûye sembola rûmeta mirovahiyê. Tevî ku îro gelê me yê li Rojhilat ji ber lîstik û şerên hêzên desthilatdar ên li ser herêmê êşên mezin dikişînin jî, sekna wan a li ser xeta şoreşa jinê hêviya azadiyê geş dike. Her wiha li Şengalê jî her tim xetereya komkujiyeke nû heye û gel li dijî wê li ber xwe dide.”

‘Divê em hemû berpirsyariya xwe bizanin’

Fatma Irgat anî ziman ku weke jinên Kurd ên li Bakur, her çend êrîşên hêzên serdest ên li herêmê bibe sedema astengiyan jî, ji ber girîngiya vê serdema dîrokî komcivîna xwe bi biryardarî pêk anîn û wiha domand: “Nîqaşên me yên kûr û watedar nîşan didin ku êrîşên li ser herêmê û destkeftiyên Kurdan, zemînekî pir xurt ji bo avakirina yekîtiyê afirandiye û pêkanîna Kongreya Neteweyî ya Kurd êdî kiriye pêdiviyeke jiyanî ku nayê paşxistin. Em dizanin ku wekî her carê, îro jî fedakarî û têkoşîna herî mezin li ser milê jinan e û jinên Kurd xwedî wê hêzê ne ku di pêkanina kongreya yekîtiya neteweyî de rola pêşengiyê bikin. Di vê çarçoveyê de, ji bo parastina hebûna me, ji bilî ‘yekîtî û aştiya navxweyî’ tu rêyeke din a serkeftinê tune ye. Ji ber vê yekê em bang li hemû siyasetmedar, rêxistin û xebatkarên Kurd dikin ku zimanekî aştiyane, avaker û yekparêz bi kar bînin û li dijî her cure zimandirejî û gotarên ku zirarê didin ruhê yekîtiyê bisekinin. Û her wiha em wekî jinên Kurd ji bo nifşên nû mirateya mayînde bihêlin. Bi awayekî bi biryar xwedî li nasname, ziman, çand û hunera xwe derbikevin.”

‘Divê jinên Kurd dengê xwe ji bo yekîtiya neteweyî bilind bikin’

Fatma Irgat bal kişand ser rol û rista Çapemeniya Azad û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Di heman demê de, em bawer dikin ku berpirsyarî û girîngiya medyaya Kurdî di vê pêvajoya hesas de gelekî mezin e. Pêwîst e çapemeniya me jî aligiriya teng û dubereyê dûr bikeve û berjewendiyên giştî yên gelê Kurd derxe pêş. Di vê pêvajoyê de ji Bakur, Başur, Rojava, Rojhilat heya Kurdistana Sor û dîasporayê jinên Kurd dengê xwe ji bo yekîtiya neteweyî bilind dikin da ku ev yekîtî pêk were. Em peşnîyar dikin ku li Bakur Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a giştî konferanseke hevbeş li dar bixe. Weke Platforma Yekîtiya Jinên Kurd a Bakur, em ê bi vîna jinê, li dijî erişkirina erîşên li ser nasname, ziman û nirxên xwe yên neteweyî her tim helwesta xwe ya hevpar nîşan bidin û heta gihiştina azadiyê em ê di parastin û pêşvebirina felsefeya ‘Jin, Jiyan, Azadî’ de bisekinin.”

Komcivîn bi berzkirina dirûşmeyên “Yek e Yek e Yek e Gel ê Kurd Yeke” , “Bijî Têkoşîna Jinan” û “Jin Jiyan Azadî” bi dawî bû.

 

Etîket: encamnameFatoş StêrkFerîde AkturanMizgîn IrgatPlatforma Yekitiya jinên Kurd a Bakûr
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

Encamnameya Konferansa Hiqûqnasan: Divê statûya Birêz Ocalan bê misogerkirin

5 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa Zimanê Kurdî hat eşkerekirin

3 TÎRMEH 2026
Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

Encannameya konferansa MÎA-FEDê: Ji bo aştî û civaka demokratîk berpirsyariyê bigirin ser xwe

21 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

Encamnameya Konferansa Veguherîna Demokratîk a Komarê hat aşkerakirin

14 HEZÎRAN 2026
Konferansa Rêveberiyên Herêmî bi dawî bû

Encamnameya Konferansa Rêveberiyên Herêmî: Em ê pergala qeyiman pûç bikin, hevserokatiyê belavî her qadê bikin

10 HEZÎRAN 2026
Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

Encamnameya Civata Giştî ya KNKê: Dem dema yekitî û azadiyê ye

10 HEZÎRAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne