• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Gulistan Kiliç Koçyîgît: Divê qanûnên azadî û demokrasiye demildest bên amadekirin

Enqere/ Aw

2 ADAR 2026 - 12:40
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Enqere – Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de ji dewletê re jî peyamek da û got: “Her ku dem derbas dibe ev ji bo me windahiyeke. Divê dewlet demildest qanûnên azadî û demokrasiye amade bike.”

Serokwekîla Koma DEM Partiyê Gulistan Kiliç Koçyîgît derbarê geşedanên di rojevê de li Meclise daxuyanî da. Gulistan Kiliç Koçyîgît anî ziman ku di salvegera banga Aştî û Civaka Demokratîk de peyama Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo demokratîkbûna Tirkiyeyê gelek girîng e û wiha got: “Birêz Ocalan çerçoveyeke demokratîk peşkeş dike. Birêz Ocalan di peyama xwe de li şûna çekê siyasetê û şûna pêvçûnê jî jiyaneke bi hev re pêşniyar dike. Banga sala par a birêz Ocalan di pêvajoya em jê derbas dibin hêj behtir tê fehmkirin. Birêz Ocalan ne tenê ji bo Tirkiyeyê ji bo tevahî Rojhilata Navîn çareseriyeke demokratîk pêşniyar dike. Îran ku xwe ji demokrasiyê re girtibû, niha di çi rewşê de ye diyar e. Divê ders bê girtin. Birêz Ocalan modeleke demokratîk pêşniyar dike û berpirsyariya siyasetê jî destnîşan dike.”

Di berdewama axaftina xwe de Gulistan Kiliç Koçyîgît diyar kir ku divê sererastkirinên qanûnî demildest werin amadekirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo ev pêvajo bi awayekî pêş ve biçe divê gavên şenber bên avetin. Bi ziman û hişmendiyeke ewlehiyê nabe divê bi awayekî demokratîk bê nêrîn û ne bi qanûnên ewlehiyê bi qanûnên demokratîk pirsgirêk bê çareserkirin. ‘Entegrasyona Demokratîk’ bi gav avetina Meclise, berpirsyariya siyaset û saziyên civakî pêkan e. Bi qanûnên aştiyê û rakirina astengiyên li pêşiya demokrasiyê pêkan e. Qanûnên hemwelatiya wekhev û azad pêwîst in. Weke birêz Ocalan dibêje di vê serdemê de zimanê ku ji hev re rêz digirê hewce ye. Divê jin, ciwan û hemû welatî bibin kirdeya pêvajoyê. Gotina jinan di pêvajoyê de tune be pêvajo nagehijê encamê. Ji bo wê Entegrasyona Demokratîk li ser azadiya hemû welatiyan dikarê pêk were. Divê ew bang baş bê fehmkirin û gav bê avetin. Berpirsyarî dikeve li ser milê hemû partiyên siyasî. Banga 2yemîn a birêz Abdullah Ocalan ji bo pêkanîna hiqûq û gav avetinê ye. Divê desthilat destê xwe zû bigirê û gavan baveje. Her roja ku derbas dibe ji bo me windahiyeke. Di vê xetereya şer a Rojhilata Navîn de divê Tirkiye çareseriya navxweyî ava bike. Ji bo wê jî banga 2yemîn a 27ê Sibatê ya birêz Ocalan ji dewlet, siyaset û saziyên civakî re peyamek bû. Yên çek berdane dê çawa tevlî siyaset û civakê bibin li gor wê divê qanûn derbikevin. Beyî vê çareserî nabe. Divê em hemû bi hev re li gor vê bangê tevbigerin.”

‘Di 8ê Adarê de li qadan bin’

Gulistan Kiliç Koçyîgît bi lêv kir ku ew ê di 8ê Adarê Roja Jinên Cîhanê de jî têkoşîna azadiya jinan bilind bikin û wiha axivî: “Jin her roj rastî tundî û kuştinê tên. Pergala dijminatiya jinan dike ji bo çareseriya pirsgirêkên jinan bêdeng in. Jinên ciwan nikarin kar payda bikin. Dema kar dibînin jî rastî mobîng û muçeya ne wekhev tên û kêda wan tune tê hesibandin. Çaresî diyar e. Azadiya sendîkayan û muçeyeke wekhev pêkan e. Di 8ê Adarê de em ê li qadan bin. Mîtîngan li dar bixin û dengê xwe bilind bikin. Ji bo 8ê Adarê bibe rojeke fermî em daxwaza xwe careke din tînin ziman. Her wiha jinên girtî di girtîgehan de rastî gelek pirsgirêkan tên. Girtiyên siyasî yên jin li rex pirgirêkên girtîgehan rastî binpêkirinên mafan tên. Girtiyên nexweş jî bi awayekî keyfî nayên berdan û li girtîgehan sûce li dijî mirovî pêk te. Ji aliyê Lîjneya Çavderiyê ya Girtîgehan ve berdana jinên girtî jî tê astengkirin. Garîbe Gezer bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da û bûyer nehat ronîkirin. Em di vê 8ê Adarê de Garîbe Gezer bi bîrtînin û hemû girtiyên jin ên siyasî silav dikin.”

Êrişên li ser Îranê

Gulistan Kiliç Koçyîgît bal kişand ser êrişên Îsraîl û Amerîkayê yên li dijî Îranê û wiha pê de çû: “Em êrişên li ser qadên jiyanî û kuştina welatiyên sivîl şermezar dikin. Azadî û demokrasî bi mudaxaleya lêşkerî ne pêkan e. Armanca Amerîka û Îsraîl ne demokrasî û li gor berjewendiyên xwe teşe dayîna Rojhilata Navîn e. Helbet em li dijî rejîma qirkêr a Îranê ne. Em piştgiriya demokrasî û azadiyê ya gelên Îranê dikin. Em li rex pêşeroja azad a Îranê ne. Ya ku li dijî Îranê pêk tê dibe ku belavî herême bibe. Çareseriya vê jî demokratîkbûn e. Rejîma molla ya li Îranê ji ber ji demokrasiyê re girtî di vê rewşê de ye.”

Gulistan Kiliç Koçyîgît bertek nîşanî binçavkirina nûçegihanê ANKAyê da û got ku divê azadiya raman û çapemeniyê pêk were.

Daxuyanî piştî beşa pirs û bersivan bi dawî bû.

Etîket: Aştî û civaka demokratîkDEM PartîentegrasyonGulistan Kiliç KoçyigîtRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanSerokwekîla Koma DEM Partiyê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Rayberanê DEM Partî yê Sêrte: Berê ma pîya Rayberê Şarê Kurdî azad bikerê

Zeynep Odûncû: Aştiya mayînde têkoşîneke domdar divê

2 COTMEH 2026
Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

Numan Kurtulmuş: Pêdivî bi destûreke bingehîn a demokratîk heye

1 COTMEH 2026
Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

Vaye tabloya Zazakî di xizmeta DEM Partî, DBP û şaredariyên Amedê de

29 ÎLON 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

‘Entegrasyona demokratîk li Rojhilata Navîn aştiyê misoger dike’

23 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne