• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Encumena demkî ya rêbertiya Îranê hate avakirin: Qonaxa nû dê çawa were meşandin, metersiyên navxweyî çi ne?

Navenda Nûçeyan / AW

1 ADAR 2026 - 16:04
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Piştî ragihandina kuştina Rêberê Komara Îslamî ya Îranê Ayetullah Elî Xamaneyî, desthilatdarên Tehranê mekanîzmaya destûrî ya veguhastina desthilatê çalak kirin. Berdevkê Konseya Tespîtkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Dêhneweyî ragihand ku Elî Reza Erafî hatiye destnîşankirin da ku bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Desthilata Dadê Xulamhusên Muhsinî Îjeyî re karûbarên rêbertiyê bi awayek demkî bi rê ve bibin.

Êrişên Îsraîlê yên li dijî Îranê û bi taybetî rayedarên payebilind bandorek xeternak li ser rejîma meleyan kir. Bi kuştina Ayetûllah Alî Xamaney rejîmê şikestek ku neyê telafîkirin xwar. Niha tê meraqkirin ka di demek wisa xeternak de dê rejîm riyek çewa bişopîne. Li aliyekê di navbera hêzên îktîdarê yên rejîmê de û li aliyê din pêvajoya di navbera mixalefet, hêzên demokratîk û rejîma melayan de qaos û qeyrana Îranê kûr dike.

‘Rêveberiya demkî hate avakirin’

Li gorî makezgona Îran di van rewşan de nexşerêyek hatiye pênasekirin. Berdevkê Konseya Tespîtkirina Berjewendiyên Îranê Muhsin Dêhneweyî ragihand ku Elî Reza Erafî hatiye destnîşankirin da ku bi Serokkomar Mesûd Pizîşkiyan û Serokê Desthilata Dadê Xulamhusên Muhsinî Îjeyî re karûbarên rêbertiyê bi awayek demkî bi rê ve bibin.Ev pêngav li gorî xalên destûrî yên ku ji bo şertên awarte hatine diyarkirin hate avakirin û tê gotin ku heta hilbijartina rêberekî nû dê encumena demkî erkên sereke yên rêber bi cih bîne.

Rêbertiya Îranê di destûra welêt de tê çi wateyê?

Li gorî Destûra Komara Îslamî ya Îranê, rêber desthilatdara herî bilind a siyasî û leşkerî ya welêt e. Rêber serokê hêzên çekdar e, siyaseta giştî ya welêt destnîşan dike û li ser saziyên sereke yên dewletê bandora biryardar heye. Madeya 107an diyar dike ku rêber ji aliyê Encumena Pisporên Rêbertiyê ve tê hilbijartin. Ev encumen ji alimên olî yên ku bi hilbijartina gel têne destnîşankirin pêk tê û divê namzedê rêbertiyê du-parê dengên endaman bistîne.

Di paşerojê de ev mekanîzma çawa xebitiye?

Di dîroka Komara Îslamî de ev rêkar tenê carekê bi awayekî berfireh hate bikaranîn. Piştî mirina Ayetullah Ruhollah Xomeynî di sala 1989an de, Encumena Pisporan bi lez civî û Elî Xamaneyî wek rêber hilbijart. Di wê demê de jî heta hilbijartina dawî mekanîzmayên demkî hatin çalakirin da ku desthilat vala nemîne. Pisporên mijarê dibêjin ku pergala siyasî ya Îranê bi taybet ji bo şertên awarte wek mirin an jî dûrxistina rêber amade hatiye çêkirin, ji ber ku pozîsyona rêber bingehê pergala siyasî ye.

Niha pêvajoya nû çawa dê bidome?

Li gorî madeya 111an a destûrê, di dema valabûna pozîsyona rêber de encumeneke demkî ji sê kesan pêk tê: Serokkomar, Serokê Desthilata Dadê, zanyarekî olî yê endamê Encumena Parastina Destûrê.
Ev encumen heta demê ku Encumena Pisporên Rêbertiyê rêberekî nû hilbijêre hemû erkên rêber bi cih tîne, di nav de fermandariya hêzên çekdar, biryarên stratejîk û rêvebirina krizên neteweyî.

Divê Encûmena Pisporan bicive

Li gorî çavkaniyên siyasî, Encumena Pisporan divê di demeke nêz de civîn pêk bîne û navên namzedan bê nirxandin. Ev pêvajo dikare çend hefteyan an jî mehan bidome. Lê li gorî pisporan di rewşa niha ya Îranê de mimkûn e ku encamên cuda derkevin holê û rejîm bêyî kesek hilbijêre têk biçe.

Metirsiya krîza navxweyî

Pisporên herêmî destnîşan dikin ku her çend mekanîzmaya destûrî zelal be jî, şertên ewlehiyê û tengezariya herêmî dikarin pêvajoya hilbijartina rêberê nû dijwartir bikin. Her weha çavdêrî li ser rolê Sepahê Pasdaran û hêzên ewlehiyê tê kirin, ku di qonaxa veguhastina desthilatê de bandorek girîng bikin.

Bi vê yekê re, avakirina encumena demkî nîşan dide ku pergala siyasî ya Îranê hewl dide bi rêyên destûrî valahiya desthilatê dagire û veguhastina rêbertiyê di bin kontrolê de bi rê ve bibe.

 

 

 

 

 

 

Etîket: Elî XamaneyRejîma Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne