• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Li dijî rejîma Îranê tifaqa xwendekaran: Em ê dengê xwe bilind bikin

Navenda Nûçeyan / AW

1 ADAR 2026 - 15:09
Kategorî: CÎHAN, MANŞET
A A
Xwendekarên zanîngehên li Îranê peymanek nû ava kirin û gotin: “Werin em ji bo siberojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”

Komên xwendekarên ji herêmên cuda yên Îranê, di pêvajoyeke dîrokî û krîtîk a welat de hatin gel hev û ragihand ku wan peymanek ava kirine û tifaqa xwe çêkirine. Di daxuyaniya xwendekarên zanîngehê de wiha hate gotin: “Di demeke gelê Îranê yê wêrek ji bo rejîma faşîst û zexta olî bi temamî hilweşîne rabûye ser pêyan de em jî di vê kêliya dîrokî û krîtîk de hebûna xwe radigihînin.”

Komên xwendekaran diyar dikin ku di demeke wiha krîtîk de ku dîwarên zexta olî diderizin, xetereya ku zext bi şêweyeke cuda xwe jinûve birêxistin bike, ew jî xwe dispêrin aqilekî rexnegir û mîrateya tevgera xwendekaran rê da wan ku li hev bicivin.

Xwendekaran diyar kir ku ew ê tiştên di protestoyên meha Çileyê de qewimîne ji bîr nekin û rêgez û bingeha fikrî ya tifaqa xwe wiha rêz kirin:

* Li dijî paşverûtî û tîraniya mîratgir seknekî zelal: Em li hemberî şêx û şêxan serî natewînin. Şoreşa gelê Îranê, rêwîtiya azadî, wekhevî, laîktî û demokrasiyê ye. Hewldanên ji bo dîrokê jinûve bînin û rejîma qraltiyê jinûve ava bikin, xiyaneta li dijî rêgeza azadiyê ye. Em ê teslîmî ‘xerab û hêj xerabtir’ê nebin û vebijêrka me, rêveberiya gel e.

* Sînorkirina faşîzm û totalîterîtiyê: Tevgera me bi aşkerayî vê radigihîne; dirûşma ‘Yek welat, yek al, yek lîder’, serdema tarî ya Almanyaya Nazî bi bîr dixe û tu eleqeya xwe bi demokrasiyê re nîne. Ev tevgera ku bi daxwaza xwe ya text, tunekirin û dirûşmên mirinê tên bibîranîn, hewl dide baweriyên li ser navê wê ne faşîst bitepisîne û daxwazên azadiyê yên tevgera jinê asteng bike. Ev kesên ku siyaset bi gef û tirsên qirêjî kirine, ji bo pêşeroja Îranê xetere ne. Em ê destûrê nedin ku Kurdan, Tirkan, Belucan û hemû ewladên vî welatî weke ‘dabeşkar’ nîşan bidin û bi rêya zexta leşkerî serweriya Îranê tesîs bikin.

* Zanîngeh: Keleha azadiyê ne, stargehên takekesiyê nînin û cihên piranîparêziyê ne. Em hemû hewldanên bi darê zorê dirûşman bi xwendevanan didin fezkirin bi tundî red dikin. Xwendevan, amûra propagandayê yên tu dîktatoran nînin. Hewldanên ku bikaranîna xwîna xwendevanên şehîd ji bo şexsê xwe û malbata xwe, heqaretekî li dijî zanist û têkoşînê ye.

* Piranîparêzî û aqilê kolektîf: Tifaqa me, xwe dispêre ‘aqilê kolektîf’, xwe naspêre ‘takekesiyê.’ Armanca me ne piştgirîdayîna kesekî ye, armanca me xurtkirina civaka sivîl e. Weke kesên komarparêz, em pergaleke ku hêz tê de demkî, diguhere û hesabê dide dixwazin.

* Banga yekitiyê: Em bang li hemû xwendevanên azadîxwaz, laîk, çepgir, weltaparêz û demokrat, hemû kesên dilsozên azadiya Îranê dikin ku tev li vê tifaqê bibin.

Daxuyanî, wiha bi dawî bû: “Yekitiya me ya zanebûn, li dijî zexta heyî û zordestiya di kemînê de, dîwareke qewî ye. Weke dengê rasteqîn ê gelê Îranê, werin em ji bo siberojeke hemdem û demokratîk dengê xwe bilind bikin.”

Etîket: Rejîma Îranêtifaqa xwendekarên Îranê
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

Îranê carek din êrişî Kampa Azadî kir

28 ÎLON 2026
Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

Li Mahabadê du Kurd hatin binçavkirin

25 ÎLON 2026
Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

Di xwepêşandanên dawî ya li Îranê de 4 hezar û 200 kes hatine kuştin

17 ÎLON 2026
Înîsiyatîfa Yekîtiyê: Ji bo aştiyeke mayînde gavên berbiçav biavêjin

‘Jin çirûska azadî û demokrasiyê ne

16 ÎLON 2026
Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

Bavê Jîna Emînî: Hezaran ewlad tev li malbata me bûn

14 ÎLON 2026
Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

Berdevkê Dîplomasiyê yê PJAKê: Amerîka û Îsraîlê tu temînat nedane Kurdan

12 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne