• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Ercument Akdenîz: Li dijî astengî û sansurê pêdivî bi konferans û mitîngekê heye

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Operasyona Şaredariya Çeşmeyê: Tevî cîgir, gelek kes hatin binçavkirin

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Waliyê Stenbolê rastiya operasyonan berovajî dike

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    Li dijî Şaredariya Esenyurtê operasyon: 17 binçavkirin

    ROJEVA 18ê TEBAXA 2026an

    ROJEVA 7ê COTMEHA 2026an

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serokê Baroya Amedê: Divê Kurd di makeqanûnê de cih bigirin

Ugur Dînler / AW

1 ADAR 2026 - 09:59
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA, ROJANE
A A
Amed – Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç peyama 27ê Sibata 2026an a Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û rapora komîsyonê nirxand û anî ziman ku hewce ye heq û hiqûq û wekhevî pêk bê, rê û rêbazên demokrasiyê xurt bibin û got: “Divê demokrasî bê kêmasî were bicihanîn. Divê Kurd di nava makeqanûnê de cih bigirin.”

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di salvegera pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de peyamên girîng bi raya giştî re parve kir. Abdullah Ocalan di peyama xwe de diyar kir ku ew mafê hebûn û xwe îfadekirina azad a hemû kesên rastî neheqiyan hatine diparêze û anî ziman ku ji bo çareseriyê pêdivî bi qanûnên azadî û aştiyê hene. Komîsyona Meclîsê ku di 5ê Tebaxa 2025an de hatibû avakirin, di 18ê Sibata 2026an de jî bi civîna dawî ango civîna 21an bi qebûlkirina rapora hevpar dawî li xebatên xwe anî.

Serokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç têkildarî peyama nû ya Abdullah Ocalan û rapora kômsiyonê ji Ajansa Welat re axivî.

‘Divê demokrasiyek xurt çêbibe’

Abdulkadîr Guleç bal kişand ser banga Rêberê Gelê Kurd ya di salvegera 27ê Sibatê û wiha got: “Tiştên ku di warê teknîkî de dihatin fêmkirin, rêzdar Ocalan anîn ziman. Ez wiha fêm dikim. Bi salan e şer û pevçûn didomin. Lê îro PKKê xwe fesix kir, hêzên xwe vekişandin û wekî ku çekên xwe danîn. Ev tiştekî baş e. Ji bo Tirkiyeyê, ji bo derbaskirina rewşa negatîf, gava aştiyê ye. Lê tenê aştiyeke negatîf têrê nake, aştiyeke pozîtîf jî hewce ye ku bikeve dewrê ji bo aştiyeke mayînde. Hewceye heq û hiqûq û wekhevî pêk bê, rê û rêbazên demokrasiyê xurt bibin. Divê demokrasî bê kêmasî bimeşe û temam bibe. Ez di wê baweriyê de me ku aştiya pozîtîf ev e. Aştiya mayînde û bi rûmet a li ser vê axê tenê bi vî rengî pêk tê. Ez bi vê qenaetê me ku qonaxa duyemîn a ku Rêzdar Ocalan qala wê dikir, ev tişt in. Demokrasî xurt bibe, hiqûq xurt bibe, mafên Kurdan werin naskirin û zimanê Kurdî bê qebûlkirin. Perwerdehiya bi zimanê Kurdî pêk were. Divê ew qedexe ji holê rabin daku Kurd jî wekî Tirkan û gelên din, di nav wekheviyê de û bi rûmet bijîn.”

‘Divê Kurd jî di nav makeqanûnê de cih bigirin’

Abdulkadîr Guleç da zanîn ku di raporê de sernava 7an xala 3yan behsa çêkirina qanûnên berfirehkirina maf û azadiyan tê kirin û wiha got: “Ev mafekî xwezayî ye. Ev daxwaz daxwaza nasnameya mirov e. Sernavê xwe bibêjim mînak, ez Kurd hatime cîhanê, Kurd im, di nav civakê de me û Misilman im. Ev maf rûmeta mirov e û nasnameya mirov e, ez wiha şîrove dikim. Lê belê divê ev yek neyê biçûkxistin û ne tenê wekî klîşeyekê bê binavkirin, divê di makezagonê de jî, di zagonan de jî werin parastin û di warê hiqûqî de jî werin naskirin. Lê kêmasiya vê raporê ew e ku mafê me Kurdan nayê naskirin. Çi mafê Kurdan ê zimanî, çi jî perwerdehiya bi zimanê Kurdî. Wekî din, divê Kurd jî di nav makeqanûn û qanûnan de cih bigirin. Di rewşa heyî de mafên wan di warê hiqûqî de nayên parastin.”

‘Berê digotin Kurd tune ne, niha jî dibêjin, Kurd hene, lê mafê wan tune ye’

Abdulkadîr Guleç anî ziman ku Komara Tirkiyeyê netewe-dewlet e û li ser yek netewê yek çand û yek zimanî hatiye avakirin û wiha got: “Her çiqas Komara Tirkiyeyê li ser yek netew,ziman û çandê hatiye avakirin lê Tirkiye ne dewleteke homojen e. Gelek çand, ziman, ol û netewe hene. Gelek kêmnetew li Tirkiyeyê dijîn. Ev 100 sal e, ji bo yek ziman, yek dewlet û yek çandekê xebat hate meşandin û Kurd di vê xebatê de tune hatin hesibandin. Zimanê wan hate qedexekirin, nasnameya wan hate qedexekirin. Berê digotin “Kurd tune ne”, niha jî dibêjin “Kurd hene, lê mafê wan tune ye”. Îro li pêşiya ziman û nasnameya Kurdî di makeqanûnê de gelek astengî hene; lê xala herî girîng xala 66emîn e. Li wê derê Kurd, wekî Tirk têne hesibandin. Divê nasnameya Kurdan rasterast di makeqanûnê de cih bigire.”

‘Pêwîst e Kurd bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin’

Abdulkadîr Guleç bal kişand li ser statu u perwerdeya bi Kurdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Li gorî makezagonê perwerdehiya bi zimanê Kurdî qedexe ye. Ew jî xala 42yemîn e û divê ev xal demildest were guhertin. Kesê ku bixwaze bi zimanê xwe yê zikmakî perwerdehiyê bibîne, divê ew astengiyên hiqûqî yên li pêşiya wî rabin. Pêwîst e Kurd jî wekî gel û kêmneteweyên din, bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin. Wekî din, di qada fermî de jî, li herêmên ku Kurd lê zêde dijîn, divê zimanê wan wekî zimanê fermî yê duyemîn bê qebûlkirin. Heke ev daxwaz pêk werin û di makezagon û zagonan de cih bigirin, ez di wê baweriyê de me ku dê Kurd jî bi vê çareseriyê bawer bibin. Lê di raporan de kêmasiyên wiha hene. Em dikarin raporê wekî destpêkekê qebûl bikin, lê divê qonaxeke duyemîn a destpêkê jî hebe”

Etîket: Abdullah OcalanRapora Komîsyona MeclisêSerokê Baroya Amedê Abdulkadîr Guleç
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

Nivîskar Tamîr: Divê statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were nasîn

7 COTMEH 2026
Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

Bakirhan: Divê lijne bi koordîneya birêz Ocalan dest bi xebatan bike

6 COTMEH 2026
Abdullah Ocalan: Eger Îran dawî li êriş û darvekirinê neîne mafê Kurdan ê bersivê heye

Abdullah Ocalan ji konferansa li Îngilistanê re peyam şand

29 ÎLON 2026
Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

Azadiya Welat bi manşeta ‘Astengiya mezin tecrîd e’ derket

28 ÎLON 2026
Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

Mîthat Sancar: Pêdivî bi baweriyê heye

26 ÎLON 2026
Ji HPGê peyama 15ê Tebaxê: Berê me li azadiya fîzîkî ya Rêber Apo ye

Buroya Hiqûqê ya Sedsalê: Nefreta li dijî birêz Ocalan nefreta li dijî gelê Kurd e

21 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne