• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Tişt bi gotinan çênabin divê dewlet qanûnên xwe biguherîne’

Abdullah Esen / AW

28 SIBAT 2026 - 10:29
Kategorî: MANŞET, POLÎTÎKA
A A
Êlih – Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik û rêveberên DBPê yên Êlihê Kadrî Tekîn û Şukru Acar têkildarî pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku salek li pey xwe hişt wiha gotin: “Divê dewlet gavên şênber biavêje. Tişt bi gotinan çênabin, hewceye ku êdî dewlet qanûnên xwe biguherîne.”

Pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” a ku di 27ê Sibata 2025an de ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdûllah Olacan ve hatibû destpêkirin salek li pey xwe hişt. Piştî ku pêvajo hat destpêkirin ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve gelek gavên şênber hatin avêtin û wan gavan gelek guhertinan bi xwe re anîn. Lê dewletê ji bilî avakirina Komîsyona li Meclisê hêj tu gav neavêtine. Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik ku qeyim tayînî şûna wî hate kirin û rêveberên DBPê yên Êlihê Kadrî Tekîn û Şukru Acar anîn ziman ku divê êdî dewlet qanûnên xwe biguherîne û aştiyeke mayînde pêk bîne.

‘Di vê pêvajoyê de gelek destkeftî jî hatin bidestxistin’

Hevşaredarê Êlihê Yeşîl Işik bi bîr xist ku di ser 27ê Sibata 2025an re salek derbas bû û got ku di nava vê salê de gelek tişt hatine guhertin. Yeşîl Işik axaftina xwe wiha domand: “Tişta herî xweş ew e ku saleke kes weke demên borî nayên girtin û nayên kuştin. Di vê salê de gelek kesan bertekên xwe yên demokratîk nîşandan. Di vê pêvajoyê de gelek destkeftî jî hatin bidestxistin. Li ser vê bangawaziyê Tevgera Azadiya Kurd çeken xwe şewitandin û xwe fesix kir. Di têkoşîna ku ji îro şûnde bê meşandin de jî dê bêhtir bertekên demokratik bên nîşandan. Lê ev têkoşîn û aştî bi tenê bi daxwazên gelê Kurd dihatin kirin û hê jî têne kirin. Kesên ku li Kurdistanê dijîn ol û rengên wan çi dibe bila bibe, ev têkoşîn ji bo hemû kesan e. Hemû jî ji bo jiyaneke azad û wekhev e, da ku bi hev re bidine meşandin e. Ji bo ku ev tişt bê meşandin hewceye ku ji aliyê dewletê ve jî êdî gavên şênber bêne avêtin. Tişt bi gotinan çênabin û hewceye ku êdî dewlet qanûnên xwe biguherîne. Hewceye di nava wan make qanûnan de hemû civak di nava hev de bi azad bijîn û bikaribin xwe bi rê ve bibin. Divê êdî dewlet qanûnên xwe biguherîne û aştiyeke mayînde pêk bîne. Da ku bikaribin bi zimanê xwe perwerde bibin. Divê ku her kes bi zimanê xwe bi hêsanî xwe îfade bike û bê nasîn. Ji bo ku ev pirsgirêka heyî bê çareserkirin divê gavên zelaltir bêne avêtin.”

‘Divê bi pêvajoyê re projeya ‘Entegrasyona Demokratîk’ jî bikeve meriyetê’

Rêveberê DBPa Êlihê Kadrî Tekîn jî anî ziman 50 sal in li vî welatî bê navber şerekî dijwar tê meşandin û ev tişt got: “Di vî şerî de bi sed hezaran mirovên me hatine qetilkirin û binaxkirin. Bi hezaran gundên me hatine şewitandin û bi milyonan miletê me hatine koçberkirin û çûne derveyî Kurdistanê. Divê êdî ev şer li cihekî bisekine. Ev saleke Rêberê Gelê Kurd birêz Abdullah Ocalan û rayedarên dewleta Tirk pêvajoyek dane destpêkirin. Ev pêvajoya heyî li çar aliyê Kurdistanê û li ser welatên dîasporayê bandoreke mezin da çêkirin. Ev saleke mirovên me bêhnekê sitendine û li gorî berê lingên zextan hinek be jî kêm bûye. Ev tiştên ku têne kirin jî dê di nava demê bêne çareserkirin. Divê ku dewlet jî êdî gavên şênber biavêje. Ev bi tenê têr nake. Divê dewlet êdî di hinek mijaran de derfet bide birêz Ocalan ku ew jî dikaribe bi hêsanî pêvajoyê bimeşîne. Divê êdî şert û mercên birêz Ocalan hêsan bibin û malbat û parêzerên wî weke girtiyên din bikaribin biçin cem wî. Yan jî divê bê berdan ku dikaribe bi rol û misyona xwe bilîze. Bi salan e ziman, çand û nasnameya Kurdan bi astengiyan re rû bi rû ye. Divê ku ji bo ev pirsgirêk çareser bibin qanûnên bingehîn bêne derxistin da ku ‘Entegrasyona Demokratîk’ bikeve meriyetê. Heta îro hemû gav ji aliyê Rêber Ocalan û Tevgera Azadiya Kurd ve hatine avêtin. Divê êdî dewlet jî li gora vê yekê tevbigere.”

‘Serokatî dîsa jî gavên zêrîn avêt’

Rêveberê DBPa Êlihê Şukru Acar jî bi lêv kir ku heta niha hê jî dewletê tu gavên zelal neavêtine û wiha qala pêvajoyê kir: “Rêzdar Ocalan gelek gavên girîng avêtine û bi vê gav avêtinê re bi birêz Besê Hozat re 30 heval çekên xwe şewitandin û Tevgera Azadiya Kurd xwe fesix kir. Piştî vê yekê Serokatî dîsa jî gavên zêrîn avêt, dewletê dîsa geveke şênber neavêt. Her wiha Tevgera Azadiya Kurd hemû hêzên xwe yên li Tirkiyeyê vekişandin. Ji ber ku heta niha dewletê gavek neavêtiye, zêde baweriya me bi dewletê nayê. Dibêjin em ê aştiyeke mayînde bînin vî welatî lê navê pêvajoyê jî kirine ‘Tirkiyeya bê Teror’ tevî pêvajoyê jî hê jî hemû Kurdan weke ‘teror’ dibîne. Ji biçûk û mezinên me re û ji hemû rêberên me re dibêjin, ‘teror’. Hêviya me ew e ku ji niha pê ve gavên ji bo aştiyê bêne avêtin.”

Etîket: Kadrî TekînPêvajoya Aştî û Civaka DemokratîkRêberê Gelê Kurd Abdullah OcalanŞukru AcarYeşil Işik
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

Ji komploya navdewletî ber bi çareseriya demokratîk ve

5 COTMEH 2026
Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

4 COTMEH 2026
Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

Meclis di 1ê Cotmehê de vedibe: Çi dosya li ber destê meclisê ne?

29 ÎLON 2026
‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

‘Têkoşîna zimanî divê rojeva her rojê be’

17 ÎLON 2026
Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

Abdullah Ocalan: Divê provakasyona li Rojava demildest bê rawestandin

16 ÎLON 2026
Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

Erdal Engîzek: Pêvajoya nû destpêka siyaset û rêxistinbûna komînal e

15 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne