• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
07 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Polîs ket nava Zanîngeha Bogazîçiyê

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Bi girseyî serdana şîna Siddik Yilmaz hat kirin

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    Malpera MAyê cara 44emîn hate girtin!

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    DEDAŞê bi gelek leşkeran re trafoya gund rakir û bi xwe re bir

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Ji xwendekarên kêrkirî yekî jiyana xwe ji dest da

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

    Êrişa çekdarî ya li dijî Şaredariya Bismilê hate şermezarkirin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

4emîn Konferansa Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin dest pê kir

Navenda Nûçeyan / AW

25 ÎLON 2025 - 13:27
Kategorî: JIN, MANŞET, POLÎTÎKA
A A

4emin Konferansa a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin, bi tevlêbûna zêdeyî 600 kesayet û endamên hêzan, bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” dest pê kir.

Konferansa 4emîn a Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê li Hola Serdemê ya Hesekê ya kantona Cizîrê bi tevlêbûna zêdeyî 600 kesan dest pê kir. Ji delege, endamên rêxistin û tevgerên jinan wekî Kongra Star, Kombûna Jinan a Zenûbiya, nûnerên ji Yekîneyên Parastina Jin (YPJ), Rêveberiya Xweser, Meclisa Malbatên Şehîdan, 600 kes amade bûn. Konferans bi dirûşma “Bi felsefeya Jin, Jiyan, Azadî em ê azadiya fîzîkî ya Rêber Apo misoger bikin” li dar dikeve.

Piştî deqeyeke rêzgirtinê endama Desteya Serokatiya Partiya Yekitiya Demokratîk (PYD) Foza Yûsif diyar kir ku ji destpêka şoreşê heta îro jin roleke mezin di avakirina civakeke azad de dilîzin û Hêzên Ewlekariya Hundirîn-Jin bi saya kedên jinan bi armanca parastina wan û civakê hat avakirin.

Foza Yûsif bal kişand ser zextên li dijî tevahî jinan û got: “Jin di her aliyê de rûbirûyî ambargoyê ne, lê li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê jinan ev ambargo şikand û gavên pratîkî ber bi rêya azadiyê ve avêtin û zihnetiya li dijî wan û dûrxistina wan red kir.”

Foza Yûsif anî ziman ku pêwîst e jin bi vîna xwe bawer bin û bi hêza xwe serbilind bin û got: “Hevalên xebitîne û hîna di vê saziyê (Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin) de dixebitin roleke dîrok di xurtkirina hişyariya bi wekhevî û edaletê lîstin.”

Foza Yûsif da zanîn ku li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ewlehî û aramî heye û rola Hêzên Ewlekariya Hundirîn -Jin di pêkanîna vê ewlehiyê de silav kir û got: “Heta niha rewşa li Sûriyeyê ne aram e. Rojane rewşên qetilkirin, destdirêjiya cinsî û revandin tên tomarkirin û mafên jinan di destûrê de tune ye û nûnertiya wê di hikumeta veguhêz de lawaz e. Ev yek lawaziya hikumetê ya parastina jinan û misogeriya mafên wan nîşan dide.”

Foza Yusif bibîr xist ku digel van geşedanan de, mijara teslîmkirina çekê, heta ku destûrek tê avakirin û tê de mafên tevahî pêkhateyên Sûriyeyê misoger dibe, sazî aktîv dibin û artêşek birêxistinkirî ava dibe, ne pêkan e û wiha pêde çû: “Divê parastin tevahî jinan bigire nava xwe. Jina lawaz û nezan nikare parastina xwe bike. Di demekê de guhertinên ji bo dûrxistina jinan ji kar û tirsandina wan tên kirin, lidarxistina vê konferansê gaveke girîng e. Em ê li ser şopa şehîdên di oxira azadiyê de canê xwe daye de bimeşin û divê ev konferans biryarên girîng ên ji bo xurtkirina mafên jinan û azadiya wan bidin.”

Konferans bi axaftinên nûnerên saziyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk dewam dike.

Etîket: Foza YûsifRêber apo
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

Çîgdem Kiliçgun Uçar: Pêwîst e rêya ku Rêber Ocalan vekiriye bibe rêya me hemûyan

23 TEBAX 2026
Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

Welatiyên Stenbolî: Daxwaza gelê Kurd azadiya Serok Abdullah Ocalan e

15 TEBAX 2026
‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

‘Gava herî girîng azadiya sermûzekerevan Abdullah Ocalan e’

12 TEBAX 2026
‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

‘Paradîgmaya Serokatî dewlet anî ser maseyê’

11 TEBAX 2026
Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

Ciwan ji bo Rêberê Gelê Kurd meşiyan: Rêber Apo 49 roj in di bin tecrîdê de ye

12 TÎRMEH 2026
Mûstafa Karasû: Mehek û nîv e hevdîtin pêk nayê ev pirsgirêkeke cidî ye

Mûstafa Karasû: Mehek û nîv e hevdîtin pêk nayê ev pirsgirêkeke cidî ye

8 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Li Çiyayê Gorseyê daristan tê talankirin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di daweta xwe de tev li têkoşîna azadiyê bû: Rêya jêbawer hilbijart

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Di şoreşa zîrekiya çêkirî de ji bo Kurdî pêngaveke dîrokî: Mazdek.AI di xizmetê de ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Vekişîna DYAyê û xetereyên li ser Başûr: Divê Kurd yekîtiya xwe ava bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ajansa me hêjayî Xelata Rojnamegeriya Jinan a Gurbetellî Ersoz hate dîtin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Û Xwîn Pijiqî Zeman’: Geliyê Zîlan

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Şiyar Amed: Divê têkoşîna îdeolojîk di nav jiyana rojane de vegera pratîkê

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Piştperdeya aloziya li Hesekê: Armanc kûrkirina şerê navxweyî ye

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne