• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
04 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    Li dijî bikaranîna tiryakê tedbîrên Şaredariya Farqînê

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    AKPê ji bo qanûna çarçoveyî bi CHPê re hevdîtin pêk anî

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    Li Almanyayê biryarek sosret: Dê û bav hatin dersînorkirin zarok li wir man

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    AKPê sibe bi rojeva qanûna çarçoveyî dicive

    MKGê rapora xwe ya meha Adarê eşkere kir: 5 rojnameger girtî ne

    MKG: 5 rojnamevan û 17 hesabên medyaya dîjîtal hatin girtin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

    Li Licê di şerê du malbatan de jineke ciwan hate kuştin

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

YJŞ: Rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî rê nede jenosîdan

Navenda Nûçeyan

2 TEBAX 2026 - 10:48
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Fermandariya Biryargeha YJŞê cangoriyên fermanê bi bîr anî, bal kişand ser girîngiya hebûna hêza xweparastinê û destnîşan kir ku rêxistiniya jinên Êzidî wê tu carî nehêle careke din civak bê qirkirin.

Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi wesîleya salvegera 12yemîn a fermana 3yê Tebaxa 2014an daxuyaniyek weşand.

Di destpêka daxuyaniyê de hate ragihandin ku meha Tebaxê weke meha jenosîdan derbasî dîroka Êzidiyan bûye, di vê mehê de komkujiyên mezin û êrişên bêperwa hatin kirin û komkujiyên Tilizêr û Sîba Şêx Xidir ên 14ê Tebaxa 2007an û fermana 3ê Tebaxa 2014an weke mînak hate nîşandan. Fermandariyê di salvegera van komkujiyan de cangoriyên fermana 74an bi bîr anî û wiha got: “Her wiha şoreşger, şervan û fermandarên weke hawarî gihaştin gelê me; endamên YJA STAR-HPG, YPG û YPJ ya ku li ber axa me de xwîna xwe dan bi minetdarî û heskirineke mezin bi bîr tînin û li ber ked û xwêdana wan soza mezinkirina hêza xwe rêxistinkirinê didin.”

Fermandariya Biryargeha YJŞê diyar kir ku civaka Êzidî di herikîna dîrokê de tim bi fermanan re rû bi rû hatiye hiştin, ji ber baweriya xwe her tim hatiye qetilkirin, bi fermanan tunebûn lê hate ferzkirin û wiha dewam kir: “3yê Tebaxê 2014an de ji aliyê çeteyên DAIŞê ve dagirkirina Şengal û gundên wê fermana herî trajîk a dîrokê ye. Bi vê dagirkirinê re bi hezaran Êzidî hatin qetilkirin, hatin rêvandin, hatin firotin û esîrkirin. Gelek kes ketin rêya pênaberiyê. Bi rojan bi birçîbûn û tîbûnê re têkoşiyan. Çeteyên DAIŞê yê ku dijminê netewe, ziman, ol û çandê ye, bi hezaran mirovên me û jinên Êzidî revandin. Gelek ji wan kuştin û gelek ji wan jî weke cariye bi kar anîn û li bazarên Mûsil û Reqayê firotin. Di Fermana 74an de bi taybetî qirkirina jinan kir armanc. Di vê fermanê de armanca bingehîn; qetil kirin jina Êzidî ya ku girêdayî ax û baweriya xwe ye û tunekirina çanda Êzdayêtî bû. Lê dîsa li hember van kiryaran jina Êzidî dest ji axa xwe berneda, xwe spartin çiyayê Şengalê, dilsoziya xwe bi parastina axa xwe re nîşanî dijminê xwe da. Dîroka xwe û baweriya li hemberê azadiyê hembêz kirin. Çiyayê Şengalê ji xwe re kirin stargeh. Lewma; ax û çiya hebûna jinê ye.”

‘Bi banga Rêber Apo Şengal veguherî qada berxwedaneke dijwar’

Di dewama daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku dema êrişên qirkirinê dihatin kirin hêzên ku digotin wê parastina civakê bikin gel di nava lepên DAIŞ’ê de hiştin û çûn û daxuyanî wiha domiya: “Gerîlayên Kurdistanê ji bo parastina gelê me xwe berpirs dît û berê xwe dan deşta Mûsilê. Lê dema tevahî dinya ji vê jenosîdê re bêdeng mabûn, çav, guh û devê xwe girtibûn, bi bangawaziya Rêber Apo Şengal vegeriya qada berxwedaneke dijwar. Ji çiyayên Kurdistanê gerîlayên azadiyê, ji Rojavayê Kurdistanê şervanên YPJ û YPG ref bi ref berê xwe didan Şengalê. Ev mîlîtanên ku guh dabûn qêrîna gel ê me wê pira xwişk û biratiyê di navbera çand û baweriyan de bidan avakirin.

Bi hatina şervanên azadiyê re hêviyê gelê me jinûve şîn bû. Di pêşengtiya gerîlayên Kurdistanê de li Şengalê berxwedaneke mezin hate meşandin. Bi dayîna berdelên mezin Şengal hat azadkirin, wek destaneke lehenigyê debasî dîroka berxwedanê bû.”

‘Bi rênîşandana Rêber Apo em gihiştin qonaxeke dîrokî’

Fermandariya YJŞê diyar kir ku hêzên YJA Star û YPJê ji qîrîna jinên Êzidî re bûn ronahiya hêviyê û ev tişt anî ziman: “Ev qîrîn di sengerên Şengalê de bû berxwedaneke mezin. Di pêşengtiya van hêzan de li dijî çeteyên kujerên kastîk hêza şerkirinê da me. Bi fikr û felsefeya Rêber Apo ya ku azadiya jin esas digre me xwe bi rêxistin kir. Rêber Apo nameya xwe ya ji bo konferansa Ronesansê de dabû diyar kirin; ‘Jinên Êzidî pêşenga diyarde ya vê têkoşînê ne. Ew bûn hedefê erîşên herî dijwar lê tu car serî netewandin. Berxwedana ku li Şengalê dan raberkirin hem ji bo xwe di heman demê de ji bo tevahî gelan hêviya jiyaneke bi rûmet jinûve ava kirin.’

Bi rênîşandana Rêber Apo re, em îro gihiştin qonaxeke dîrokî. Rêber Apo dabû diyar kirin; Avakirina pergalek a Êzidiyan mafê wan a herî rewa ye. Weke hêzên parastina jin em pêbawer in ku hêza xwe ya parastinê pêdiviyêk herî girîng a civakê ye. Civakek bê parastin mehkûmê windakirinê ye. Bi soza tolhildana jinên Êzidî me hêza parastina jin û rêxistinbûna jin ava kir. Armanca me; di bingeha bîrdoziya rizgariya jin de jinên Şengalê parastin, ji wan re derfetên jiyana azad ava kirin û hûnandina pergala demokratîk e. Em dixwazin ji ew mafê xwe ya herî rewa sûd werbigrin.

Di fermanê de gelek jinên Êzidî ketin deştê DAIŞê. Heta niha jî gelek ji wan esîrin an jî aqûbeta wan ne diyar e. Girêdayî vê rewşê pêngava ku Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) ya ku bi navê ‘Ji bo edalet û azadiyê; tu jî bibe dengê dîlgirtiyên fermanê!’ daye destpê kirin, weke hêzên parastina jin em jî tev li vê pêngavê dibin. Em êrişên ku rûmeta jinên Êzidî dikin armanc şermezar dikin. Em ê li dijî lîstokên qirêj ên şerê taybet ku di şexsê jinên Êzidî yê dîlgirtî tê meşandin bê bersiv nehêlin.”

‘Cewhera nasnameya jinên êzidî berxwedan e’

Daxuyaniya Fermandariya Biryargeha Yekîneyên Jinên Şengalê (YJŞ) bi vê peyamê bi dawî bû: “Em dizanin, di cewhera nasnameya jinên Êzidî de berxwedan heye. Pêşengên civaka me; Sitiya Ês, Sitiya Nesra, Zarifê Osê, Xatûna Ferxa, Pira Fat, Dayê Zero, Meyan Xatûn, Yade Gulê û Cîlan bi berxwedaniya xwe pêşeroja civaka me ronî kirin. Bi taybetî ji fermana 2014an heta niha hêza parastina jin di bingeha avakirina netewa demokratîk de bi biryar e.

Di avakirina rêxistina jinên Êzidî de fermandarên ku xwedî kedek mezin in, fermandarên nemir; Berfîn Nûrhaq, Şîlan Goyî, Medya Egîd, Rûsyar Kobanê, Nûjîn Sêrt, Hêlîn Mardîn bi minetdariyêk mezin em bi bir tînin. Em dibêjin; rêxistina jinên Êzidî bi ked û xwêdana we ava bûye, wê tu carî nehêle li ser vê civakê jenosîdek din pêk were. Herî dawiyê; tevahî şehîdên fermanê di şexsê Jiyanda, Nûjiyan, Vînar, Stêrk, Zîlan, Doga, Arîn û Bêrîvanan de şervanên azadiyê yê ku li ser axa kevnar a Êzidiyan de tev li karwanê nemiran bûn bi hezkirin û minetdariyeke mezin bi bîr tînin û em soza xwe ya meşandina li ser şopa şehîdên xwe û pêkanîna armanca wan nû dikin.”

Etîket: fermanJinen ÊzidîYekîneyên Jinên ŞengalêYJŞ
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

Ji çeperên Girzerikê heta çiyayê Şengalê: Êşa 74 Fermanan û Banga Xweparastinê

2 TEBAX 2026
TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

TAJÊ: Em li dijî lîstikên qirêj ên şerê taybet ên li dijî dîlgirtiyên fermanê rabin

20 TÎRMEH 2026
Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

Encamnameya Konferansa ‘Jenosîd û Entegrasyona Demokratîk’ hat eşkerekirin

16 TÎRMEH 2026
Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

Li Şengalê li ser avakirina komînan perwerde hat dayîn

6 HEZÎRAN 2026
TAJÊ 19 jinên ku li Mûsilê hatibûn şewitandin bi bîr anî

TAJÊ 19 jinên ku li Mûsilê hatibûn şewitandin bi bîr anî

2 HEZÎRAN 2026
Netanyahû: Dibe ku Xameneyî hatibe kuştin

Netanyahu fermana ‘muzakereya bi Libnanê’ re da

9 NÎSAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    AKPê pêşnûme neda, DEM Partiyê jî helwesta AKPê red kir

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê çû Girava Îmraliyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Pirtûka ‘Pênûs Giriya’ der çû

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Abdullah Ocalan: Avêtina gavê ji bo 86 mîlyon kesî xizmeteke mezin e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Tayîp Temel bersiv da ‘tirsa’ rayedarên AKPê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li ser qanûna çarçoveyî nîqaşên dawî: Çaverê ye pêşnûme bê Meclisê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Ji bo gora lawê xwe bibîne ji Fransayê hate Şirnexê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Li gelek bajaran Komkujiya Şengalê hate şermezarkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta DEM Partiyê ji Îmraliyê vegeriya

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Cenazeyê Basrî Firat hat veşartin: Tu carî li ber zilmê serî netewand

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne