• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
30 COTMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Şandeya DEM Partiyê li Herêma Egeyê çû serdana girtiyan

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Mamosteyê Çepemeniya Azad Kadrî Kaya hat bîranîn

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    Dayîkên Aştiyê diçin Enqerê û ‘Konê Aştiyê’ vedidin

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    ‘Ji Osmaniyan ve eşîretan ji bo perçekirina Kurdan bi kar tînin’

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Aborînas Şîrîn: Heta rewşa siyasî baş nebe pirsgirêka aboriyê jî çareser nabe 

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

    Tevî xeteriya jiyanî Felem Aker nayê berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Xizmên Windayan li 3 bajaran aqûbeta windakiriyan pirsîn

Navenda Nûçeyan / AW

25 TÎRMEH 2026 - 13:49
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê faîlên Çetîn Abayay, aqûbeta Mûsa Kolûman û 12 welatiyên li navçeya Rûbarok a Colemêrgê hatine windakirin pirsîn.

Xizmên Windayan û Şaxên ÎHDê yên Amed, Êlih û Colemêrgê çalakiya xwe ya ‘Bila windakirî bên dîtin faîl werin darizandin’ domandin. Di çalakiyên vê hefteyê de li Amedê aqûbeta Mûsa Kolûman, li Êlihê faîlên rojnameger Çetîn Abayay û li Colemêrgê jî aqûbeta 12 welatiyên ji Gundê Bêsusin ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku di 24ê Tîrmeha 1994an de ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û dû re hatine windakirin, hate pirsîn.

Amed

Xizmên Windayan û Şaxa Komelaya Mafê Mirovan (ÎHD) a Amedê çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û faîl bên darizandin’ di hefteya 911emîn de li ber Bîrdariya Mafê Jiyanê ya Parka Koşûyolû ya Rêzana Amedê li dar xistin. Hevşaredara Bajarê Mezin a Amedê Serra Bûcak, Xizmên Windayan, Endam û rêveberên ÎHDê, nûnerên saziyên sivîl û gelek kes tev li çalakiyê bûn. Di çalakiyê de wêneyên windayan û Mûsa Kolûman hatin hildan. Di hefteya 911emîn de aqubeta Mûsa Kolûman ê ku di 23yê Tîrmeha 1997an de li Bismîlê hatibû binçavkirin û dû re jê tu agahî nehate wergirtin hate pirsîn.

Di destpêka çalakiyê de Hevseroka ÎHDê Sûzan Mehmetoglû Aksoy axivî.

‘Mixabin tu rayedaran bersiv nedane dengê dayikan’

Sûzan Mehmetoglû Aksoy diyar kir ku bi salan e ew têkoşîna xwe berdewam dikin û ji bo dengê xwe bigihînin rayedaran, desthilatdariyê li vê qadê çalakiya xwe pêk tînin û wiha got: “Mixabin tu rayedar, tu desthilatdar bersivek nedane dengê dayikan û malbatan. Daxwaza herî mezin a malbatan ew e ku; gora zarokên wan, xizmên wan hebe û biçin ser wê gorê. Em weke parêzvanên mafan dîsa dixwazin dengê xwe bidin bihîstin. Dengê malbatan, dayikan bibihîsin û daxwazên wan bi cih bînin.”

Dû re rêvebera ÎHDê Berfîn Elçî çîroka windakirina Mûsa Kolûman xwend. Çalakî bi deqîqeyekê çalakiya rûniştinê bidawî bû.

Êlih

Xizmên Windayan û rêveberên Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Êlihê di hefteya 747emîn de çalakiya xwe ya ‘Bila winda bên dîtin û kujer bên darizandin’ li ber Bîrdariya Mafên Mirovan a li ser Cadeya Gulistanê li dar xistin. Di çalakiyê de rêveber û endamên ÎHDê û Xizmên Windayan û gelek kes tev li bûn û wêneyên kesên ku di bin çavan de hatine kuştin û windakirin hatin hildan. Di çalakiya vê hefteyê de faîlên nûnerê Kovara Ozgur Halkê yê Êlihê Çetîn Abayay ê ku di Tîrmeha sala 1992an de li Êlihê hatibû qetilkirin hate pirsîn. Endamê ÎHDa Êlihê Sedat Yildirim çîroka Çetîn Abayay xwend.

Daxuyanî bi deqîqeyek çalakiya rûniştinê bi dawî bû.

Colemêrg

Xizmên Windayan û Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Colemêrgê, çalakiya xwe ya bi navê ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ ku di hefteya 228an de ye, li Kolana Hunerê ya Geverê li dar xist. Di çalakiyê de pankarta ku li ser ‘Bila winda bên dîtin, kujer bên darizandin’ dinivîsand hat vekirin û wêneyên kesên di bin çavan de hatine windakirin, hatin rakirin. Tevî parazvanên mafê mirovan, endamên partiyên siyasî û nûnerên saziyên sivîl jî tev li çalakiyê bûn.

Di çalakiya vê hefteyê de aqûbeta 12 welatiyên ji Gundê Bêsusin ê girêdayî navçeya Rûbarok a Colemêrgê ku di 24ê Tîrmeha 1994an de ji aliyê cendirmeyan ve hatine binçavkirin û dû re hatine windakirin, hate pirsîn. Hevseroka Şaxa ÎHDê ya Colemêrgê Sîbel Çapraz metna daxuyaniyê xwend û da zanîn ku heta aqûbeta hemû windayan neyê zelalkirin, ew dê dev ji têkoşîna xwe bernedin.

Etîket: aqûbeta windayan pirsînXizmên windayan
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Xizmên Windayan û ÎHDê aqûbeta windakiriyan pirsîn

24 COTMEH 2026
Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

Xizmên Windayan aqûbeta Aydemîr, Tosûn, Gumuş, Ozdemîr û Çitak pirsîn

17 COTMEH 2026
Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

Xizmên Windayan li faîlên 11 welatiyan pirsî HATE NÛKIRIN

10 COTMEH 2026
Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

Xizmên Windayan xwestin kujer werin darizandin

3 COTMEH 2026
Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

Dayikên Şemiyê aqûbeta Îbrahîm Gundem pirsîn

3 COTMEH 2026

Edalet tune be aştî jî pêş nakeve

26 ÎLON 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Ji helîkopterê tê avêtin û felc dibe: Serketina pêvajoyê bi azadiya fizîkî pêkan e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Meclisa Jinan a DEM Partiyê li Bûlamê bi jinan re civiya

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji qadê rewşa Fransayê ragihand: Heke ev tundî li welatên din bûbûya dê şermezar bikira

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Sêwregê bûyera revandin û destdirêjiyê: Dixwazin sûcên xwe meşrû bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rêvebera Amedsporê: Em dixwazin jinan tev li hemû beşên sporê bikin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Li Semsûrê ji bo şehîdan mewlîd: Dê ev rê bi aştî û statuyê bi encam bibe

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Rojnamegerî ne li cem desthilatdar û sermayeyê ye, li cem gel e

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettin Kılıç

Berpirsiyarê Karên Nivîsan: Mahmut Altıntaş

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne