• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE

Tevî bişaftinê jî bi Kurdî rabû û niha helbestvaniyê dike

Bazîd Evren / AW

30 GULAN 2025 - 09:17
Kategorî: ROJANE
A A
Wan – Mûrad Doner yê 70 salî anî ziman ku tevî hemû polîtîkayên bişaftinê jî wî hewl daye bi zimanê xwe rabe û di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan dike û bi giştî 231 helbest nivîsandiye.

Mûrad Doner ku di sala 1955an de li gundê Kondûsan a bi ser navçeya Xîzanê ya Bêdlisê ve hatiye dinê. Ew heta 8 saliya xwe li Kondûsan dijî û piştre li Tetwanê dest bi dibistanê dike. 5 salan li Tetwanê, 3 salan li navçeya Xîzanê dibistana navîn û herî dawî jî li Wanê 3 salan lîse xwendiye. Di sala 1982yan de mala xwe aniye Wanê û ji wê rojê ve li Wanê dijî. Wî di dadgehê de mûbaşîrî dikir, lê di sala 1992yan de ji ber xebatên siyasî tê binçavkirin û ji kar jî tê dûrxistin. Di sala 1996an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê (DGM) ya Amedê tê darizandin û 3 sal û 9 meh cezayê hepsê lê tê birîn. Mûrad Doner, li Girtigeha Wanê tê ragirtin û di 1ê Gulana 1999an de jî tehliye dibe. Di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan dike û heta niha 231 helbest nivîsandiye. Her wiha Mûrad Doner, di navbera salên 2010 û 2016an de du serdeman rêveberiya KURDÎ-DERê, serdemekê rêveberiya TUAY-DERê û hin serdeman jî xebatên siyasî kiriye.

Di sala 1994an de gundê Kondûsan ji aliyê leşkeran ve tê şewitandin. Beriya ku bişewitînin, leşker diçin gund, tadeyê li gundiyan dikin û dixwazin wan bikin cerdevan. Gundî li dijî vê gefê radibin û cerdevaniyê qebûl nakin, li ser vê yekê leşker gund dişewitînin.

Ji ber ku Kurdî diaxiftin lêdan dixwarin

Mûrad Doner bi bîr xist ku wî di sala 1965an de li Tetwanê dest bi dibistanê kiriye û got ku ev dibistan Dibistana Navîn a Herêmî (YÎBO) ku ji bo bişaftina Kurdan hatibûn vekirin. Mûrad Doner behsa polîtîkayên YÎBOyan kir û got ku li ser wan zêdetir polîtîkayên bişaftinê dihatin meşandin. Mûrad Doner anî ziman ku wan wê çaxê ji bilî Kurdî ti ziman nedizanîn û wiha got: “Li YÎBOyê Kurdî qedexe kirin û zarokên bi Kurdî diaxiftin ceza dikirin û lêdidan. Heta em hînî Tirkî bûn me gelek caran lêdan xwar. Dema mamoste dihatin cem me, me Tirkî diaxift, lê gava diçûn me dîsa dest bi Kurdî dikir. Rêveberiyê di nava zarokan de çend sîxûr jê girtibûn, kesên Kurdî diaxiftin ji wan re digotin. Mamoste dihatin polên me û nav dixwendin û em radikirin ber depê. Li me dixistin, me digot sûcê me çiye, digotin ‘dengê xwe nekin’. Em weke qampekê êsîr bûn. 8 mehan em li wir bûn, havînê jî em diçûn gund.”

‘Gelo em kî/ê ne?’

Mûrad Doner behsa parastina xwe ya ji bo Kurdî kir û da zanîn ku di wan deman de pirsek dikeve hişê wî “gelo em kî/ê ne?” û wiha got: “Li dibistanê dibêjin hûn Tirk in, lê li malê jî dibêjin em Kurd in. Aliyek Tirkî diaxive, aliyek Kurdî. Gelo em kî/ê ne? Di wî temenê biçûk de ez ketim nava lêgerînê. Gundiyan li gund li radyoya Erîvanê guhdar dikirin, me digot gelo çima li Tirkiyeyê radyoya Kurdî nîn e.”

Di girtîgehê de dest bi helbest nivîsandinê dike

Mûrad Doner behsa çîroka xwe ya helbestvaniyê kir û diyar kir ku wî di girtîgehê de dest bi nivîsandina helbestan kiriye. Mûrad Doner da zanîn ku di sala 1996an de ji aliyê DGMê ve hatiye darizandin û di dawiyê de ev yek anîn ziman: “Di girtîgehê de helbestan bala min kişand û hestên min jî li ser helbestan hebû. Me Kurdan her tim êş kêşandiye, zext li ser me hebûn û me ti rihetî nekişandiye. Helbestvanî hunereke Kurdan ya herî mezin e. Dengê min xweş nebû ku ez kilaman bibêjim, lewra min giraniya xwe dana ser helbestan ku êşên xwe û miletê xwe bînim ziman. Ev helbest keda min in, ez naxwazim winda bibin. Tev li ser mirovanetiyê, mafên mirovan, heqîqetê ne. Derfeta min nîn e ku ez çap bikim, ez dixwazim bên çapkirin ku keda min winda nebe.”

Yek ji helbestên Mûrad Doner bi vî rengî ye:

“Ji qewmê xwe hez biken, zimanê xwe jîn biken
Çanda xwe bizanin nasnameya xwe bijînin
Îxbara hev nekin mal hev xerab neken
Nebin parê zaliman neyartiya hev neken

Qewmê xwe reş neken, xwe ji koma xwe bir neken
Îhanetê li xwe neken, qewmê xwe terk neken
Qewmê xwe xwûdan bin, nirxê xwe jiyan bin
Ajarê xwe şopînin, bi çanda xwe jiyan bin

Welatê xwe xwûdan bin, ji hev cuda nebin
Gelê xwe biparêzin, li nirxê xwe jiyan bin
Xwe rêxisitin biken, doza xwe nas biken
Bibin yek hêz, xwe azad û rizgar biken”

Etîket: bişaftinZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

20 TÎRMEH 2026
Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

19 TÎRMEH 2026
Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne