• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

‘Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa ziman e’

Mahmût Altintaş / AW

20 SIBAT 2025 - 08:27
Kategorî: ÇAND Û HUNER, MANŞET
A A
Rêveberê komîteya zimanî ya SZKê Nêçîrvan Evdilezîz anî ziman ku Şoreşa Rojava ji bo pêşketina zimanê kurdî derfetên mezin bi xwe re aniyê û got: “Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa ziman e. Ne tenê zimanê kurdî hemû zimanên cûda sûd ji şoreşa Rojava girtin.”

Kurdistan bi Peymana Qesrî Şîrîn bû 2 parçe. Bi peymana Lozanê jî di nav çar dewletan de bû 4 parçe. Di bin serweriya netew-dewletên Tirkiye, Îran, Suriye û Iraqê de parçe bû. Gelê kurd ji aliyê van her çar dewletan ve rastî polîtikayên pişaftinê hatin. Van netew-dewletan xwestin ziman û nasnameya kurdî tune bikin. Li Bakur, Başûr, Rojhilat û Rojavayê Kurdistanê di encama têkoşîna gelê kurd a li dijî tunekirinê de, polîtikayên ji holê rakirinê yên dewletên serdest encam negirtin. Gelê kurd li çar aliyên Kurdistanê ji bo parastina zimanê kurdî bi rêya sazî û komeleyan têkoşîna parastina zimanê kurdî didin. Yek jî ji van saziyan Saziya Zimanê Kurdî (SZK) ye. Ev sazî li rojavayê Kurdistanê di sala 2007an de ava bû. Ji ber polîtikayên qedexe yên Sûriyeyê ya li dijî zimanê kurdî SZK, xebatên xwe yên ziman bi veşartî li Rojava dan meşandin. Piştî pêvajoya Şoreşa Rojava di sala 2011an de SZK bi awayekî vekirî li rojavayê Kurdistanê kar û xebatên ziman da destpêkirin û piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Suriyeyê ji bo perwerdekirina mamosteyên dibistanan ên giredayî Rêveberiya Xweser dest bi perwerdehiya mamosteyan kir.

Piştî avabûna Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê SZKê xebatên xwe berfireh kir û bû navenda lêkolînê ya ji bo parastina zimanê kurdî. Herwiha SZKê li bajarên weke Dêrik, Hesekê û Kobanê navendên xwe yên perwerdehiyê vekir û kar û xebatên xwe bi awayekî fermî pêk tîne. Rêveberê komîteya ziman a SZKê Nêçîrvan Evdilezîz ku bi boneya 21ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê” ji Ajansa Welat (AW) re axivî û bi lêv kir ku şoreşa Rojava bandoreke mezin li pêşketina zimanê kurdî kiriye.

‘Şoreşê rê li ber pêşketina zimanan vêkir’

Nêçîrvan Evdilezîz anî ziman ku beriya şoreşê wan xebatên ziman bi awayekî veşartî dane meşandin û rastî gelek zextên Sûriyeyê hatine. Nêçîrvan Evdilezîz destnîşan kir ku bi Şoreşa Rojava re wan kar û xebatên ziman aşkere bi awayekî berfireh dane meşandin û wiha axivî: “Piştî şoreşê heta desteya perwerdehiyê hat damezrandin SZKê zimanê kurdî ferî civakê kir û heta niha jî berdewam dike. Lê wê demê peywîra SZKê ferkirina asten kurdî bû. Şoreşa Rojava derfetên mezin ji bo zimanê kurdî vekir ku ziman zindî bibe. Şoreşa Rojava di heman demê de şoreşa ziman bû. Ne tenê zimanê kurdî hemû zimanên cuda jî ji Şoreşa Rojava sûd girtin. Şoreşê ji hemû zimanan re rê vekir. Niha jî li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê perwerdehiya pir zimanî esas tê girtin û hemû netew bi zimanê xwe perwerde dibin.”

Xebatên SZKê yên ji bo zimanê kurdî

Di berdewama axaftina xwe de Nêçîrvan Evdilezîz balkişand ser xebatên SZKê yên piştî şoreşê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Di sala 2019an de me navenda lêkolînan vêkir. Di navenda lêkolînan a SZKê de komîteyek ziman hat avakirin. Komîteya ziman hertiştê ku ji bo zimanê kurdî pêwîste û ji bo zimanekî standart çi kemasî hebin hewl dide cihê wan dagire. Herwiha SZKê ferhengên taybet ên qadan çêdike. Gotinên kurdî di ferhengan de kom dike ji bo were parastin û bikaranîn. Ji ber ku gelek gotinên me hene ku êdî nayên bikaranîn. Em hewl didin wan gotinan kom bikin. Herwiha ji bo zimanekî standart bi nîqaşên pir alî li ser Rêzimana Kurmancî xebatên SZKê hene. SZKê hewl dide standarteke ji bo zimanê kurdî çêbike û çi tiştên kurdî kêm in peyda bike.”

 ‘Kes nikarê zimanan ji holê rake’

Nêçîrvan Evdilezîz tekildarî 21ê Sibatê “Roja Zimanê Dayikê yê Cihanê” bi lêv kir ku her netew divê bi zimanê xwe perwerdehiyê bibînin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ji bo netewên ku ji zimanê xwe yê dayikê bêpar e 21ê Sibatê rojeke gelek watedar e. Ew roj girêdana netew û wî zimanê jê bêpar hatiyê hiştin e. Lewma em dibinin ku her netew ku gef li ser zimanê wan hene bi boneya vê rojê dadikeve qadan û dibêje ez heme û zimanê min heye. Weke kurd jî bi boneya vê rojê dîsa em dibêjin zimanê kurdî heye û dijî. Kes nikare tu zimanan ji holê rake. Bi boneya vê rojê hemû netewên ku ji zimanê xwe bêpar e ji cihanê re bibîr tîne ku zimanê wan heye û mafê perwerdehiya zimanê dayikê ku mafekî bingehîne daxwaz dikin. Hemû sazî û rêxistinên navneteweyî vî mafî reva dibinin.”

‘Zimanê kurdî li bakur di xeterê de ye’

Di dawiya axaftina xwe de Nêçîrvan Evdilezîz der barê rewşa zimanê kurdî ya bakurê Kurdistanê de jî diyar kir ku ji ber polîtikayên pişaftinê zimanê kurdî li bakur di xeterê de ye û got: “Li bakurê Kurdistanê polîtikayên pişaftinê di asteke mezin de tê meşandin. Ji ber wê jî li bakurê Kurdistanê rewşa zimanê kurdî di bin xetere de ye. Zarok bi kurdî naaxivin. Zimane ku zarok pê neaxivin ew ziman ber bi tunebûnê ve diçe. Têkoşîneke mezin heye ji bo parastina ziman. Ji bo zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiyê û rê li pêşiya pişaftinê be girtin têkoşîneke mezin heta niha berdewam dike. Heviya me jî ew e ku ew têkoşîn bi serbikeve. Em dixwazin li ku kurd hebin li wir zimanê kurdî bibe zimanê perwerdehiya fermî. Zarok di pêş dibistane de ferê zimanê xwe bibin ku zimanê kurdî were parastin.”

Etîket: EbdulezîzKurdîNêçîrvan EbdulezîzTZKziman
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

‘Divê ji bo Kurdî bêtir metaryal bên amadekirin’

8 HEZÎRAN 2026
Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

Serlêdanên qursên Kurdî dest pê kirin

7 HEZÎRAN 2026
Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

Zanîngeha Kobanê li Ewropayê ye: Dê Kurdî li zanîngehên navneteweyî bê dayîn

28 GULAN 2026
Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

Li Amedê hişmendiya ziman hate nîqaşkirin

21 GULAN 2026
Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

Li Îzmîrê panela 15ê Gulanê: Divê xwedî li Kurdî bê derketin

17 GULAN 2026
Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

Li Cizîrê Mîhrîcana Çand û Ziman destpê kir

15 GULAN 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne