Wan – Siyasetmedar Mûsa Çîftçî derbarê pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” de axivî û bal kişand ser vegera siyasetmedar û penaberan a ji bo Bakurê Kurdistanê û tevlibûna siyaseta demokratîk û da zanîn ku derbarê komîsyon û vegerê de nîqaş hene lê hêj tiştekî şênber û zelal nehatiye avakirin û wiha got: “Veger divê ne takekesî, kolektîv û fermî be.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 27ê sibata 2025an de banga “Aştî û Civaka Demokratîk” kir û pêvajoyeke nû ya aştiyê da destpêkirin. Di encama vê bangê de PKKê kongreya xwe li dar xist û bi merasîmekê çekên xwe şewitandin ku bersiveke erênî da banga Abdullah Ocalan. Ji aliyê dewletê ve jî komîsyon hatin avakirin û qanûnên çarçoveyî hatin derxistin. Herî dawî rayedarên dewletê derbarê rola Abdullah Ocalan a kordinatoriyê ya ji bo birêvebirina pêvajoyê de destnîşan kirin û bi raya giştî re parve kirin.
Her wiha çavê raya giştî lê ye ku gelek siyasetmedar, aktivîst û kesayetên ku ji ber cezayên siyasî çûne derveyî welat û Başûrê Kurdistanê paşve werin Bakurê Kurdistanê û dest bi xebata siyaseta demokratîk bikin.
Yek ji van siyasetmedaran jî Mûsa Çîftçî ye ku ji ber cezayê siyasî neçar maye biçe Başûrê Kurdistanê.
Di vê çarçoveyê de siyasetmedar Mûsa Çîftçî ku li Başûrê Kurdistanê dimîne, pêvajoya “Aştî û Civaka Demokratîk” ji bo ajansa me nirxand û bal kişand ser gavên pêwîst ên ku dê ji aliyê dewletê ve bên avêtin.
‘Ji ber astengkirina siyaseta demokratîk em mecbûr man hatin Başûr’
Di destpêka axaftina xwe de Mûsa Çîftçî bal kişand ser dîroka zextên li ser gelê Kurd û anî ziman ku 50 sal e li Bakur şerekî giran tê meşandin. Mûsa Çîftçî da zanîn ku hemû rê û rêbazên siyaset demokratîk hatibûn girtin û wiha got: “Bi salan em di nav siyasetê de bûn, em hatin girtin, îşkence li me hat kirin û cezayên giran li me hatin birîn. Îro jî bi hezaran rêhevalên me di zindanan de ne ku tu sûcekî wan nîne. Ji ber ku mafê siyaseta demokratîk nehat nasîn, em mecbûr man hatin Başûrê Kurdistanê. Wekî min bi hezaran kes li Başûr û Ewropayê belav bûne.”

‘Têkoşîna 50 salan nîşan da ku bi şer encam nayê girtin’
Mûsa Çîftçî destnîşan kir ku hewldanên diyalog û muzakereyê yên ev du sal in pêş dikevin destkeftiyeke girîng e û axaftina xwe wiha domand: “Di nav 50 salan de şerekî pir qirêj li ser gelê Kurd hate meşandin, lê tu encam negirtin. 50 salên din jî berdewam bike encamê nagirin. Ji ber wê, ev pêvajoya diyalog û muzakereyê ya ku hatiye destpêkirin ji bo gelê Kurd û Tirk qezanceke mezin e û kelecaneke pir mezin çêkiriye.”
‘Zimanê şer û inkarê berdewam dike’
Tevî vê kelecanê Mûsa Çîftçî nêzîkatiya desthilatdariya Enqereyê rexne kir û bal kişand ser nebûna gavên şênber. Mûsa Çîftçî da zanîn ku ew hemû bendê ne ku dewlet pêngavan bavêje û wiha pê de çû: “Bes em hêj di pratîkê de guherînekê nabînin. Di televîzyon û axaftina rayedarên wan de zimanê şer, inkar û îmhayê berdewam dike. Dibêjin ‘hesasiyeta gelê Tirk’, baş e ev 50 sal e we nijadperestî ava kiriye, gelo hesasiyeta gelê Kurd nîne? Heke samîmiyetek hebe, ji bo çi girtiyên nexweş û bi hezaran girtiyên siyasî bernadin? Ji bo çi qayûm li ser şaredariyên me hene?”
‘Dewlet hê jî ne samîmî ye’
Mûsa Çîftçî derbarê şert û mercên vegera ji bo Bakur de jî ev yek anî ziman: “Heke banga Tevgerê an jî banga birêz Ocalan bibe, em amade ne ku bersivê bidin û tev li siyaseta demokratîk bibin, lê ne wekî rayedarên Tirk dibêjin bi rengê ‘takekesî’. Heke qanûn bikeve meriyetê, em wekî siyasetmedar û penaberên siyasî dixwazin bi rengekî kolektîv û komî biçin tev li siyaseta demokratîk bibin. Dewlet di vê mijarê de ne samîmî ye.”
‘Mifteya çareseriyê û muzakereyê birêz Ocalan e’
Musa Çîftçî di dawiya nirxandina xwe de bal kişand ser rola Abdullah Ocalan û xebatên komîsyonan û wiha got: “Nêzîkatiya beramberî birêz Ocalan, nêzîkatiya li beramberî çareseriya pirsgirêkê ye. Saziya ku muzakereyan dike birêz Ocalan e. Divê bi awayekî aşkere hiqûq û statuya wî di çarçoveya muzakereyan de bê diyarkirin û demildest azad bibe. Heta birêz Ocalan azad nebe, çareserî, çekdanîn û pêşketina siyaseta demokratîk ne mimkun e. Derbarê komîsyon û vegerê de nîqaş hene lê hêj tiştekî somut û zelal nehatiye avakirin.”













