Sibê li Nisêbînê ji bo kesên di demên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane dê şîn bê danîn.
Ji bo kesên ku di dîrokên cuda û li herêmên cuda de di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane, dê li navçeya Nisêbîn a Merdînê 3 rojan şîn bê danîn. Şîna ku di 27ê Tebaxê de dê bi pêşengiya Komeleya Yekitî Çand Piştevanî û Alîkariyê ya bi Malbatên ku di Dergûşa Şaristaniyê de Xizmên Xwe Winda Kirine re (MEBYA-DER) bê danîn 3 rojan berdewam bike. Şîn dê li Qada Bazarê ya li kêleka Mala Şînê ya Şukru Akay a Goristana Hacilar bê danîn.
Piştî şînê dê ji bo kesên ku jiyana xwe di têkoşîna azadiyê de ji dest dane merasîma bîranînê bê lidarxistin.









