Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) piştî 10emîn kongereya xwe civîna yekemîn li dar xist û Kemal Necim wekî serokê HRRKê hilbijart.
Hevgirtina Rewşenbîrên Rojavayê Kurdistanê (HRRK) ku 6ê Mijdarş de kongreya xwe ya 10‘emîn li dar xistibû, têkildarî kongreyê û civîna yekemîn îro daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku HRRKê piştî kongreya xwe ya 10emîn bi beşdariya endamên desteya rêveber a hevgirtinê civîna xwe ya yekemîn li dar xist. Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku civîn bi armanca nîqaşkirina rewşa rêxistinî û rêveberî ya hevgirtinê û danîna planaziya dema pêş ku li gorî biryarên kongreyê be hat lidarxistin.
Li gorî daxuyaniyê, Kemal Necim wekî serokê HRRKê, Mistefa Ebdo cîgirê wî û Munîr Şêxê wekî berdevkê hevgirtinê hatin hilbijartin. Her wiha endamên komîteyên çalakî, têkilî, çapkirin, arşîv, jin û ciwanan hatin hilbijartin.
Di daxuyaniyê de, biryarên ku hatine dayîn hatin aşkerakirin û wiha hatin rêzkirin “Destpêka meh Kanûna bê dê 2yemîn Mîhrîcana Çand û Hunerê ya Rojava were lidarxistin û di mîhrîcanê de dê xelata HRRKê ya afrîneriyê ya 2026an were dayîn, amakeriyên beşdariya Pêşangeha Pirtûkan a salane were kirin, malpera fermî ya HRRKê www.rojava.net dê were aktîfkirin, amadekariyên pêşbirka helbestên kurdî ya ji bo bîranîna helbestvan Ehmed Huseynî were berdewamkirin.”
Di daxuyaniyê de hate gotin, ji bo pêkanîna biryarên kongreya 10emîn, xurtkirina mekanîzmeya karê rêxistinî û rewşenbîrî, ji bo berfirehkirina çarçoveya çalakiyan, pêşxistina beşdariya HRRKê û rola wê di xizmeta çanda kurdî li Rojava dê xebat were kirin.













