• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
21 TEBAX 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî: Qonaxa entegrasyonê ya nava saziyên dewletê bi dawî bû

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Li Enqereyê nêzikî 100 karker dîsa hatin binçavkirin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Komkujiya Pirsûsê di meha 133an de ye: Em dev ji têkoşînê bernadin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Hesabê Xê yê Ajansa Mezopotamyayê hate astengkirin

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

    Tulay Hatîmogûllari: Divê demildest girtiyên ESPê werin berdan

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Serdar Balci: Kurdî di teknolojiyê de ‘lal’ e

Bazîd Evren / AW

16 MIJDAR 2025 - 08:05
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Wan – Serdar Balci yê ku li ser bicihkirina zimanê Kurdî di teknolojî û hişê çêkirî de pirtûkek amade kiriye, bal kişand ser qelsbûna Kurdî ya di warê teknolojiyê de û got: “Piştî tekonolojî derket Kurdî lal bû û divê demildest nûsaziyek ango reformek di zimanê Kurdî de bê kirin.”

 

Dewlemendiya zimanê Kurdî ku bi zêdebûna peyvan, reseniyê û çalakbûnê xwe îspat kiriye, ji aliyê gelek derdoran ve tê zanîn. Lê belê piştî pêşketina teknolojiyê û taybetî derketina hêşê çêkirî (yapay zeka – AI) Kurdî hinekî lawaz maye û ji ber nebûna saziyeke giştî standarkirina Kurdî pêşneketiye. Ji bo ku Kurdî di zimanê tekonolojiyê de jî cihê xwe bigire, pêdivî bi reformekê heye û divê zimanzan û sazî û dezgehên têkildar li ser vê mijarê xebatan bimeşînin. Serdar Balci ku li ser hêşê çêkirî û nivîsbariyê dixebite, bi derfetên xwe ji bo Kurdî di hêşê çêkirî de jî bê bicihkirin xebatan dimeşîne û li ser vê mijarê bi navê “Yekedengên Bênasname” pirtûkek nivîsandiye. Serdar Balci di pirtûka xwe de ji bo ji hev cudakirina dengên tîpên Kurdî behsa formûlekê dike û rêbazeke nû ji bo ku Kurdî di teknolojiyê de jî bi cih bike, vedibêje. Her wiha Serdar Balci klavyeyek Kurdî jî amade kiriye, lê ji ber çend sedeman nekariye biçe Amerîkayê û patenta klavyeya xwe negirtiye.

‘8 tîpên Kurdî teqabûlê 16 dengan tê’

Serdar Balci li ser mijarê ji ajansa me re axivî û da zanîn ku ew di sala 2006an de di civîna yekemîn a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) de ji bo Desteya Ahengîsaz a TZPKurdî hatiye hilbijartin. Serdar Balci destnîşan kir ku wan di bin vê desteyê de dest bi xebatên Kurdî kirine û got: “Me dît ku em di nîveka pirtûkê de dest bi xebatên Kurdî dikin. Di alfabeya Kurdî de 31 tîp hene û dema axaftinê de têra zimanê Kurdî dike. Lê belê têra nivîsê nake û dixitime. Weke mînak ‘ta, ker, kar, par hwd.’ bi çend dengan zêdetir tê bilêvkirin, lê belê bi heman awayî tê nivîsin. Gava min dest xebata nivîsbariyê ya li ser kompûtirê kir ku di wan salan de bingeha hêşê çêkirî prolog, fortran hwd. hebûn, min dît ku hêşê çêkirî ferqa van mînakên min dayî nake. Gelek kesan digot ev yek îstîsna ye, lê belê niha 8 tîpên di Kurdî de teqabûlî 16 degan tê û fonem in.”

‘Matematîk û ziman hevdu temam dikin’

Serdar Balci destnîşan kir ku divê di nava zimanekî de kesnezanî nebe û got ku kesên dixwazin Kurdî hîn bibin, dema kesnezaniyê dibînin ditirsin. Serdar Balci diyar kir ku matematîk û ziman weke legoyê hevûdû temam dikin û wiha berdewam kir: “Dewlemendiya zimanê Kurdî bû ku rê neda Kurdî bimire. Divê em jî niha li gor dem, teknolojî, rewş û dîrokê ji bo zimanê xwe xebatan bimeşînin. Di zimanan de tîp û deng hene û berê li gor ‘tîp bingehîn’ bi rê ve diçû. Lewma dibêjin Kurdî fonetîk e, hemû ziman li gorî xwe xwedî fonetîkekê ye. Lê belê nayê wê wateyê ku zimanek fotokopiya zimaneke din be.”

‘Kurdî 31 tîp û 45 deng hene’

Di berdewamiya axaftina xwe de Serdar Balci bal kişand ser hêşê çêkirî û diyar kir ku piştî derketina hêşê çêkirî ziman ji “tîp bingehînê” wergeriya “deng bingehînê”. Serdar Balci destnîşan kir ku ji bo nivîsê jî deng gelek girîng e û ev tişt li axaftina xwe zêde kir: “Di alfabeyekê de tîp çiqas zêde bibin, ziman jî ewqas qels dibe. Di zimanê Almanî de 26 tîp hene, lê belê hema hema 40 deng hene. Di Fransî de 26 tîp û 38 deng, di Îngîlîzî de 26 tîp û 44 deng, di Îspanî de 27 tîp û 30 deng û di zimanê Tirkî de 29 tîp û 32 deng hene. Di zimanê Kurdî de jî 31 tîp û 45 deng hene. Di nava van zimanan de ya ku hejmara foneman ankû dengan herî zêde Kurdî ye. Heke em vê kesnezaniyê di zimanê xwe de çareser bikin, dê Kurdî di zimanê teknolojiyê de bi Îngîlîzî, Fransî, Almanî hwd. re dibe hevrik. Teknolojî derket zimanê Kurdî lal bû û divê nûsaziyek ankû reformek li ser zimanê Kurdî bê kirin. Ji sala 1932an ve me li ser zimanê xwe ti nûsaziyek nekiriye. Divê em ji vê yekê netirsin.”

‘Kurdî di warê tekonolojiyê de ketiye rêza herî paş’

Serdar Balci bal kişand ser miletên biyanî yên nûsaziya zimanê xwe pêk anîne û got ku zimanê Endoneziyê di sala 1972yan de, Almanî 1996an de, Fransî 2004an de, Norvecî 2005an, Flemenkî 2005an û Portekîzî jî 2009an de nûsaziya xwe kirine. Serdar Balci di berdewamiyê de behsa bicihkirina Kurdî ya di teknolojiyê de jî kir û wiha pê de çû: “Me heta niha weke tîpên pîroz, nivîsên pîroz me li Kurdî nêriye û me newêraye dest bidinê û biguherînin. Me xerabî li zimanê xwe kiriye, xebata min jî li ser vê yekê dest pê kir. Mixabin Kurdî di warê teknolojiyê de ketiye rêza herî paş. Hêj zimanê telefonên di destê me de nebûne Kurdî, zimanê Windowsê ji bilî Soranî, zaraveyên din di nav de nîne. Ev yek peyameke ji bo me, ji me re dibêje ‘hişyar bin, hûn roj bi roj paş ve dimînin’.”

Di nava 20 salan de hînî gelek zimanan bû

Serdar Balci anî ziman ku ev nêzî 20 sal in ew li ser vê pirtûka xwe dixebite û got ku wî xwestiye di naa 10 salan de biqedîne, lê belê wan roj bi roj bi kêmasiyên xwe hesiyan e, lewma pêvajoya amadekirina xebata wî dirêj bûye. Serdar Balci da zanîn ku ji bo xebata wî pêwistî bi zanîna çend zimanên xizmê zimanê wî ankû Hînt-Ewropî bûye û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Me ji bo 10 salan pêvajoyek diyar kir û min jî xwe her du salan carekê hînî zimanekî kir. Ankû hînî 5 zimanan bibim ku siberojê ez bikaribim parastina xebata xwe bikim. Ji bilî Kurdî û Tirkî, Farisî, Îngîlîzî, Îspanî, Ermenkî, Hîntî, Peştûyî û Azerî hîn bûm. Ez dixwazim hînî Pehlewî û Ûrartûyî jî bibim û niha perwedehiya wan dibînim. Dema pirtûka min derket ez dixwazim nîqaşek li ser bê kirin û zimanzan rexne bikin. Dibe ku ev xebatên min xelet jî bin. Lê belê ev yek jî dê rêyekê nîşanê me bide û şêlîbûna heyî zelal bike. Hêviya min ew e ku em dora van nîqaşan kom bibin û hêzê bidin hev.”

Etîket: KurdîmamosteSerdar BalciZimane Kurdi
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

Tayîp Temel: Em Kurd mafê zimanê xwe dixwazin

17 TEBAX 2026
ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

ARÎ-DERê kongreya xwe li dar xist: Ger ku ziman tune be tu wateya xebatan jî tune ye

15 TEBAX 2026
‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

‘Divê em malên xwe bikin dibistanên zimanê Kurdî’

4 TEBAX 2026
‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

‘Zimanê me nasname û dermanê birînên me ye’

20 TÎRMEH 2026
Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

Li ser Trendyolê sansûra Kurd, Kurdî û Kurdistanê

19 TÎRMEH 2026
Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

Dengê Hawarê û Kela Zimanê Kurdî: Mîr Celadet

15 TÎRMEH 2026

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Qanûna çarçoveyî di rojnameya fermî de hat ragihandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • DEM Gençê pankartên ‘Şehîd namirin’ daliqandin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Koma Berxwedan: Em ê bi huner û muzîka xwe rola xwe bilîzin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Qanûna Çarçoveyî hat weşandin: Ji niha û şûn ve dê çi bibe?

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Ji bo avakirina civakeke demokratîk em dixwazin vegerin welatê xwe’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Ji hunera xwedawendan ber bi siberojê ve muzîka Kurdî – 5
    Hîvron: Hişê çêkirî naafirîne, kom dike, tevlihev dike

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Erdogan: Bila ser xêrê be

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • ‘Qanûna çarçoveyê deriyek vekir, divê êdî em wî deriyê bi temamî vekin’

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet
  • Abdullah Zeydan: Girêdayî pêvajoyê dê polîtîkayên qeyim ji holê rabin

    Parve Bike
    Parve Bike Tweet

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat1.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • ANALÎZ-DOSYE
  • SPOR
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne