• Kurmancî
  • Kirmanckî
  • |
  • Derbarê Me De
  • |
[email protected]
Ajansa Welat
19 TÎRMEH 2026
Encamek nîn e
View All Result
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2026an

    Trendyolê firotgeha Pirtûkakurdiyê girt

    Trendyolê firotgeha Pirtûkakurdiyê girt

    Partiyên Rojava êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Partiyên Rojava êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Şaredariya Rêya Armûşê xebata qaçax da sekinandin

    Şaredariya Rêya Armûşê xebata qaçax da sekinandin

    ‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

    ‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

    Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
    ROJEVA 1ê GULANA 2026an

    ROJEVA 19ê TÎRMEHA 2026an

    Trendyolê firotgeha Pirtûkakurdiyê girt

    Trendyolê firotgeha Pirtûkakurdiyê girt

    Partiyên Rojava êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Partiyên Rojava êrişên li ser Başûr şermezar kirin

    Şaredariya Rêya Armûşê xebata qaçax da sekinandin

    Şaredariya Rêya Armûşê xebata qaçax da sekinandin

    ‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

    ‎Çalakiya rûniştinê ya KESKê bi dawî bû

    Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

    Mazlûm Ebdî ji bo 9 pêşmergeyan peyama sersaxiyê da

  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • CIVAK
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • KED Û ABORÎ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • SPOR
  • HEMÛ NÛÇE
Encamek nîn e
View All Result
Ajansa Welat
Encamek nîn e
View All Result

Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

Lezgîn Akdenîz /AW

18 TÎRMEH 2026 - 08:13
Kategorî: MANŞET, ROJANE
A A
Şaredariya Bajarokê Bûlamê yê ser bi navçeya Çêlikanê ya Semsûrê ve cara yekemîn piştî hilbijartinên 31ê Adara 2024an ket bin rêveberiya DEM Partiyê. Şaredariya bajarok bi deynên giran û budçeyekî têkçûyî dest bi kar kir. Lê belê li şûna ku krîza aboriyê bibe asteng, rêveberiya nû modela hevkariya gel û şaredariyê pêş xist. Niha welatî bi dilxwazî di xebatên şaredariyê de cih digirin û Bûlam di nav şertên dijwar de dibe mînakek ji bo rêveberiya komûnal.

Hilbijartinên Xwecihî ya 31ê Adara 2024an ji bo bajarokê Bûlamê rûpelekî nû vekir. DEM Partî cara yekem li vir bi ser ket û bi modela hevşaredariyê bi rê ve bir. Hevşaredar Huseyîn Ûzûn û Kamîle Ocak bi piştgiriya gel dest bi karê xwe kirin.

Lê di roja yekem de rêveberiya nû bi tabloyek pir giran re rû bi rû ma. Şaredarî di bin barê deynên berê de mabû, çavkaniyên darayî kêm bûn û şertên aborî jî ji ber encamên erdheja 2023yan her ku diçû dijwartir dibûn.

Rêveberiya nû zû têgihîşt ku şertên heyî rê nadin ku projeyên mezin bên destpêkirin. Ji ber vê yekê, li şûna ku hemû hêvî bi budçeyê ve were girêdan, rêyeke cuda hate hilbijartin, rêya ku bingeha wê li ser piştgiriya civakê, hevkariya gel û rêveberiya komûnal ava bû.

Hikûmet her meh budçeyek nêzîkî sê mîlyon lîreyî ji şaredariyê re vediqetîne. Lê ji ber deynên ku ji rêveberiyên berê mane, her meh nêzîkî mîlyonek û 400 hezar lîre rasterast ji vê budçeyê tê birîn. Ev rewş tê vê maneyê ku ji hemû budçeyê tenê nêzîkî mîlyonek û 600 hezar lîre dimîne. Ev jî bi zor têra meaşê xebatkaran, lêçûnên rojane û xizmetên herî bingehîn dike û ji projeyên din re pere namîne.

Bi taybetî piştî erdheja mezin a sala 2023yan ku gelek avahî û binesazî li herêmê zirar dîtin, hewcedariyên bajarok zêdetir bûn. Lê şertên heyî rê nadin ku ev hewcedariyên mezin bi awayekî asayî werin dabînkirin.

Rêveberiya nû rêyekî din hilbijart

Hevşaredaran bang li welatiyan kir ku şaredarî tenê sazîyek fermî nebîne, belkî weke milkê hevpar ê hemû gel were dîtin. Li gorî vê nêzîkatiyê, her kes dikare li gorî hêza xwe beşdarî xizmetên giştî bibe. Ev bang di nav gel de bersiveke erênî dît. Gelek welatî, bêyî ku li benda pere an meaş bimînin, amûrên xwe hildan û bi dilxwazî ketin nav xebatên şaredariyê. Di demeke kurt de modela hevkariya komunal, ku bi salane li serê xebat tên kirin, li bajarokê Bûlamê bû rastî.

Darên çiyayê Bûlamê bi destê gel hatin parastin

Yek ji xebatên ku bala gelek kesan kişand, kampanyaya parastina dar û berên li derdora bajarok bû. Şaredariyê bang li gel kir ku ji bo aşîkirina darên çiyayê bi hev re kar bikin. Bi dehan welatî beşdarî kampanyayê bûn û li gel hevşaredaran li çiyayan dest bi xebatê kir. Ev xebat ne tenê ji bo parastina xwezayê bû. Di heman demê de, ev nîşan dide ku şaredarî û gel dikarin bêyî çavkanî û dahatên mezin jî bi hev re kar bikin û encam bistînin. Li Bulamê darên kovî tenê weke beşek ji xwezayê nayên dîtin, ew weke mîrasek ji bo nifşên siberojê tê nirxandin.

Armanc berfirehkirina hevkariyê ye

Hevşaredar Kamîle Ocak dibêje ku armanc ne tenê pêkanîna xizmetan e, belkî afirandina çandekî hevkariya civakî ye. Li gorî Ocak, piştî ku gel û şaredarî li ser xebata hevpar li hev hatin, niha armanc ew e ku jin û ciwan jî bi awayekî çalaktir di van xebatan de cih bigirin.

Ocak dibêje ku çiyayên Bulamê dewlemendiya xwezayî ya girîng e û parastina wan ne tenê erkê şaredariyê ye, lê erkê hemû civakê ye. Ji ber vê yekê rêveberiya şaredariyê dixwaze modela ku bi gel re daye destpêkirin, di hemû qadên xizmetê de berfirehtir bike.

‘Divê derfet werin afirandin’

Hevşaredar Huseyîn Ûzûn jî bawer e ku şertên dijwar nikarin bibin hincet. Li gorî wî, rêveberiya herêmî divê li şûna ku bêje derfet tune ne, derfetên nû biafirîne. Ûzûn dibêje ku xebatên ku bi gel re tên kirin barekî nû li ser budçeya şaredariyê naxe, lê bandoreke mezin li ser hişmendiya civakî dihêle. Li gorî wî, dema ku mirov xwezayê diparêze, di heman demê de ji bo zarok û nifşên siberojê jî mîrasek jî dihêle. Ev nêzîkatî, li gorî rêveberiya Bûlamê, tenê projeyek jîngehî nîn e, lê beşek ji têgihiştina rêveberiya komûnal e.

Krîza titûnê

Piraniya malbatên li bajarok debara xwe ji çandiniya titûnê dikin. Lê di salên dawî de qedexeyên li ser firotin û bazarkirina titûnê bûne sedem ku titûn di destê cotkaran de bimîne.

Ji ber ku cotkar nikarin titûna xwe bi bigihînin bazarê, dahata gelek malbatan kêm bûye û şertên jiyanê girantir bûne. Rêveberiya Şaredariya Bûlamê dibêje ku pêdivî bi polîtîkayên berfirehtir ên aboriyê heye.

Lêgerîna alternatîfa nû ya ji bo debara gel

Li dijî vê krîzê, şaredariyê dest bi lêgerîna rêyên alternatîf kiriye. Rêveberiya şaredariyê dixwaze ku gel ji çavkaniyên xwezayî zêdetir sûd werbigire, çandiniyê û ajalvaniyê xurtir bike û jiyana xwe ya hilberînê berfireh bike. Li gorî hevşaredaran, armanc ew e ku malbatên li bajarok tenê bi titûnê ve sînordar nemînin. Eger çavkaniyên debara gel cihêreng bibin, herêm dê li dijî krîzên aborî jî bihêztir bibe.

Bûlam dibe mînaka rêveberiya komûnal

Tevî deynên giran, şertên darayî yên kêm, encamên erdhejê û tengasiya aborî ya bajarok, rêveberiya şaredariyê hewl dide modela rêveberiya xwecihî nîşan bide ku bingeha wê li ser hevkariya gel û rêveberiya komunal ava ye. Rêveberiya şaredariyê bawer e ku hêza herî mezin di piştgiriya hevpar a gel de ye. Kampanyayên ku bi piştgiriya welatiyan tên birêvebirin jî nîşan dide ku di şertên herî dijwar de jî dikare bi rêxistina civakî xizmet were kirin.

Bajaroka Bûlamê niha wekî ceribandinek ji bo modela hevkariya gel û şaredariyê jî tê şopandin. Çaverê ye ka ev model dê di demên pêş de çiqas bi ser bikeve û encamek çawa bi dest bixe. Lê heta niha tiştek eşkere ye, li Bulamê di nav şertên dijwar de jî hêza hevgirtina civakê bûye sermayeya herî mezin.

Etîket: Şaredariya BûlamêŞaredariya komûnal
Parve BikeTweetWhatsAppParve BikeParve Bike

Nûçeyên Din

Tiştek nîn e

ÊN ZÊDE HATINE XWENDIN

  • Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    Li navenda Şirnexê agir bi daristanê ket

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Şaredariya Bûlamê bi modela komûnal xizmetê dike

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Nivîskarê ji Geliyê Zîlan: Êş hê jî zindî ye, xelkê me edaletê dixwaze

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • DEM Partî bi çapemeniyê re civiya: Qanûna çarçoveyî û di pêvajoyê de çi dibe?

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Heyeta Îmraliyê dê bi Numan Kurtulmuş û Efkan Ala re bicive

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Efrînî bi karesatê re rû bi rû dimînin: Asîmîlasyon, talan û siyaseta fîdyeyê

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Navên pêşmergeyên şehîd bûne hate eşkerekirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Dengbêj û Nivîskaran nehêla Komkujiya Geliyê Zîlan bê jibîrkirin

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • ‘Dîroka Kurdan bi dengbêjiyê heta îro hatiye’

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0
  • Kampanyaya ‘Kobanê Nasname Ye’: Navê wê Kobanê ye, ne ‘Eyn el Ereb’ e

    0 shares
    Parve Bike 0 Tweet 0

ARŞÎV

  • TÎRMEH 2026 (475)
  • HEZÎRAN 2026 (821)
  • GULAN 2026 (787)
  • NÎSAN 2026 (1047)
  • ADAR 2026 (1153)
  • SIBAT 2026 (1043)
  • ÇILE 2026 (1573)
  • KANÛN 2025 (636)
  • MIJDAR 2025 (501)
  • COTMEH 2025 (512)
  • ÎLON 2025 (484)
  • TEBAX 2025 (467)
  • TÎRMEH 2025 (582)
  • HEZÎRAN 2025 (463)
  • GULAN 2025 (577)
  • NÎSAN 2025 (468)
  • ADAR 2025 (540)
  • SIBAT 2025 (514)
  • ÇILE 2025 (594)
  • KANÛN 2024 (628)
  • MIJDAR 2024 (94)

Ajansa Welat, bi nûçeyên taybet, dosya, lêkolîn, dîmen û deng civakê agahdar û ronî dike.

Bi şîara agahiyên rast û objektif weşanê esas digire, li ser şopa heqîqetê agahiyan belav dike.

Ajansa Welat bi nûçe û naverokên xwe dibe deng û rengê welat.

Xwediyê Îmtîyazê: Fahrettîn Kiliç

Berpirsiyara Karên Nivîsan: Medya Bal

Navnîşan: Fırat Mahallesi, 553. Sokak, Tanlar Şehri Teras Evleri, B Blok,
Kat: 5 - No: 40, Kayapınar, Diyarbakır

Telefon: +90 (532) 519 37 73

E-mail: [email protected]
Malper: www.ajansawelat.com
Twitter Youtube Instagram Whatsapp
  • Serrûpel
  • Têkilî
  • Derbarê Me De

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne

Encamek nîn e
View All Result
  • HEMÛ NÛÇE
  • ROJANE
  • JIN
  • ÇAND Û HUNER
  • POLÎTÎKA
  • EKOLOJÎ
  • TENDURISTÎ
  • DARAZ
  • CÎHAN
  • FORUM
  • KIRMANCKÎ

© 2024 Ajansa Welat ● Yekemîn Ajansa xwerû Kurdî ● Hemû maf parastî ne